Îzmîr – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema nû ya perwerdehiyê di nav qeyranên kûr û polîtîkayên înkarê de dest pê kir. Bi milyonan zarokên Kurd îsal jî ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar man. Endamê Înîsîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê Serdar Akturk bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, destnîşan kir ku naskirina fermî ya mafê zimanê zikmakî şerteke sereke yê aştiyê ye û got: “Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema nû ya perwerdehiyê ya 2026-2027an bi qeyranên siyasî, nasnameyî, aborî û polîtîkayên bazirganiya yên li ser pergala perwerdeyê dest pê kir. Bi milyonan zarokên Kurd îsal jî di bin sepanên netew-dewlet û polîtîkayên înkarê de ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar man.
Endamê Înîsîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê yên ji bo Mirovahî û Jiyanê Serdar Akturk, di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de derbarê destpêka serdema nû ya perwerdehiyê û zimanê zikmakî de nêrînen xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Piştguhkirin û înkar domdar e, divê têkoşîn jî domdar be’
Serdar Akturk diyar kir ku zarok dema bi zimanê xwe yê zikmakî agahiyan werdigirin, hem mijaran baştir fêm dikin hem jî pêbaweriya wan a bi xwe, zêde dibe ku ev yek rasterast bandorê li ser serkeftina wan a akademîk jî dike û wiha got: “Mixabin ev rastiya zanistî li Tirkiyeyê bi zanebûn tê piştguhkirin. Ji ber ku ev piştguhkirin û înkarkirin sîstematîk e, divê têkoşîna li dijî wê jî bi rengekî sîstematîk û bibiryarî bê meşandin.”
‘Li dijî sîstema înkarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk alternatîfeke giranbiha ye’
Serdar Akturk bal kişand ser çavkaniya pirsgirêkê û destnîşan kir ku ev rewş berhema rasterast a sîstema netew-dewletê ye û wiha axivî: “Sîstema netew-dewlet di nav gelan de hiyerarşiyeke fermî ava dike û mafên gelan ên herî rewa asteng dike. Li dijî vê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ve hatiye pêşniyarkirin, alternatîfeke giranbiha ye.”
‘Zimanê Tirkî tê serdestkirin, aştî û wekhevî tê binpêkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Serdar Akturk anî ziman ku bi astengkirina zimanên din, zimanê Tirkî bi tê serdestkirin û ev rewş bi xwe re aşitî, azadî û wekheviyê tune dike û got: “Gava ewil a vegera ji vê sîstemê ew e ku mafê zimanê zikmakî bi fermî û bi qanûnî were naskirin. Ev erk ne tenê li ser milê mamosteyan e, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan jî.”
‘Divê em sîstemeke demokratîk a ji komînan pêk tê ava bikin’
Serdar Akturk bang li hemû pêkhateyên civakê kir û got: “Divê em tenê di nava çarçoveya sîstema heyî de daxwazên xwe neyînin ziman; divê em li dijî şaristaniya navendî, şaristaniyeke demokratîk ku li ser bingeha komînan ava dibe, xurt bikin. Ji bo vekirina rêya aştî û demokrasiyê, ziman, gava ewil û herî bi qîmet e. Civak tenê bi vî rengî dikare dev ji pêşdaraziyên xwe berde û bibe xwedî welateke demokratîk.”
‘Helwesta li dijî Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin’
Serdar Akturk bal kişand ser polîtîkayên li herêmê û destnîşan kir ku dersên Kurdî yên li Tirkiyeyê têne dayîn ne di çarçoveya perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ye, tenê ‘dersên bijarte’ ne ku ev jî xapînok e. Serdar Akturk her wiha helwesta dawî ya li Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got: “Li Rojavayê Kurdistanê zarokan piştî şoreşê nêzî 15 salan bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dîtin, lê niha Hikûmeta Sûriyeyê mafê van zarokan di hefteyê de bi 3-4 saetan sînordar dike. Ev nêzikatiya înkarker bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Serdar Akturk bang li hemû sazî, malbat û kedkarên perwerdehiyê kir û got: “Têkoşîna zimanî divê bi rojên taybet neye sînordar kirin û her roj û saetekê divê rojeva me ya sereke be. Li ser vê esasê divê em kampanyayên mezintir bidin destpêkirin.”












