• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÎLON 2026 - 00:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA) daxuyaniyek da û diyar kir ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî nehatiye, heta bicihanîna mafê xwe yên rewa wê berdewam bike û daxwaz ji azadîxwaz, jin û ciwanên pêşeng kir ku tevlî greva giştî bibin.”

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA) bi boneya salvegera 4an a Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Jinên wêrek û têkoşer, 4 sal di ser şehadeta Jîna Emînî re derbas dibin, wê rojê keçeke Kurd li Seqizê bû, destpêka şoreşeke civakî û siyasî ku sînorên Îranê derbas kir û dengê azadiyê gihand cîhanê.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmeyeke nerazîbûnê bû, lê belê dengê serhildanekê bû ku li dijî pergaleke ku bi salane bi sitemkarî, cudahî, darvekirin, bêdengkirin, girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên bingehîn, bi taybetî jî li ser jinan û hêza xwe li ser civakê ferz dike.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kolanên Kurdistanê derket holê û di demeke kurt de karî di navbera jin, xwendekar, karker, netewe û beşên cuda yên civakê de têkiliyeke bêhempa ava bike; hemû kesên ku jiyaneke azad, dadperwer û bi rûmet dixwestin.

Îro, di 4emîn salvegera şehadeta Jina xwe de, Îran di qonaxeke hesas û dijwar re derbas dibe. Krîza aborî, zehmetî û nediyariyên siyasî jiyana zêdetirî mirovî ji her demê zehmetir kiriye. Di heman demê de, desthilatdarî hîn jî serî li dengên nerazîbûnê dide û zexta li ser jinan, çalakvanan û hemû kesên ku daxwaza guhertinê dikin zêde dike.

Tevgera JÎNA ne tenê nerazîbûneke li dijî zextên zorê, cil û bergên zorê bû; di heman demê de hewldaneke mezin bû ku bingehên pergaleke ku di ti beşê civakê de nefesa azadiyê nehêle, bêne standin. Ev tevger nîşaneya hişmendiya kûr a jinan bû û di dîroka têkoşîna jinên Kurd, gelên Îranê bi giştî de bû xaleke werçerxê.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê serhildanê ew bû ku jinên Kurd bûn dînamokek ji rûpelên berfireh û hilgirê dirûşmekî ku wateya azadî, wekhevî û jiyanê di nav xwe de dihewîne. Dirûşmek ku jinên li seranserê Îranê xwe têde dîtin û kirin sembola têkoşîna xwe ya hevpar. Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, di vê rojê de Jîna Emînî û hemû şehîdên ku di oxira azadî û rûmeta mirovahiyê de canê xwe dane, bi rêzdarî bibîr tîne.

Di vê çarçoveyê de, weke Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, tevî ku em piştgiriyeke tam didin biryar û banga Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, em daxwaz ji raya giştî ya hişyar û azadîxwaz a Kurdistanê, bi taybetî ji jin û ciwanên pêşeng dikin ku di roja 16ê Îlonê de bi beşdariya çalak bi girtina dikan, bazar û çalakiyan tevlî gireva giştî bibin û şehîdan bibî bînin.

Her wiha em bang li civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû jinên azadîxwaz dikin ku:

– Têkoşîna xwe bidomînin û yekîtiyê li dijî hemû şêwazên zilm û zordariyê xurt bikin.

– Zexta navneteweyî ya li ser rejîmê were zêdekirin û serkutkirin, darvekirin û girtina neheq a çalakvanan bi tundî were şermezarkirin.

– Piştgiriya daxwazên mafdar ên jinên Kurdistanî û gelên bindest ên Îranê, da ku mafên bingehîn û azadiyên rastîn werin misogerkirin.

Em careke din piştrast dikin ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî nebûye, ev serhildana hişmendiya jinê, daxwaza azadiyê, xewna edaletê û daxwaza guhertina civakê hîn jî zindî ye û heta bidestxistina mafên mirovan û têkbirina pergala zilm û dagirkeriyê dewam dike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

30 COTMEH 2026
Delîl Dîlanar li Amedê konsereke biheybet da

Delîl Dîlanar li Amedê konsereke biheybet da

30 COTMEH 2026
Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

30 COTMEH 2026
13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

30 COTMEH 2026
Nobeta li dijî JESê di roja 180an de didome

Nobeta li dijî JESê di roja 180an de didome

30 COTMEH 2026
‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne