Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê diyar kir ku Emîn Ay weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye peywirdarkirin.
Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê derbarê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku Emîn Ay weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye peywirdarkirin.
Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan bi hemû saziyên civakî yên Amedê û partiyên siyasî re demek dirêj niqaşên diyarkirina Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiriye û di encama van nîqaşan de ew gihiştine vê biryarê.













