• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

Navenda Nûçeyan

15 ÎLON 2026 - 11:19
Kategorî: ROJANE
A A
HPGê bi daxuyaniyekê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Şehîdên me heqîqeteke ew çend mezin afirandin ku her kêliya jiyana wan, her gotinên wan, her helwesta ku nîşan dan di dil û hişê me de neqişîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî.

Daxuyaniya HPGê bi vî rengî ye:

“Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên têkoşîna me Kemal Pîr 7ê Îlona 1982yan, Mehmet Hayrî Dûrmûş 12yê îlona 1982yan, Akîf Yilmaz 15ê Îlona 1982yan û Alî Çîçek jî 17ê Îlona 1982yan şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên pêşeng di salvegera şehadeta wan de bi hezkirin, hurmet, minet û bi hestên herî xurt ên dilsoziyê bi bîr tînin. Berxwedêrên 14ê Tîrmehê ku di meha Îlonê de li pey hev ber bi şehadetê ve çûn û di şexsê wan de şehîdên me yên têkoşînê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bi bîranînên wan û bicihanîna armancên wan dubare dikin.

Rojên dawî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji 7 heta 70 salî bi beşdariya mirovên ji her beşa civakê şehîd hatin bibîranîn. Em gelê xwe yê welatparêz bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin ku li çar aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şehîdên xwe bi bîr anî. Xwedîderketina gelê me ya li nirxên xwe ya di vê asta xurt de, xurtkirina manewiyata xwe, pêkhatina bîranînên şehîdan di asta hêjayî lehengên me, bêguman careke din nîşan da ku bîranîna şehîdên me di dilê gelê me de çiqasî zindî û xurt e. Ev dilsoziya ku gelê me nîşan da, careke din raxist pêş çavan ku çavkaniya xwe ya herî xurt moral û manewiyata me Şehîdên me ne, Rêberê me ye. Bi vê wesîleyê em careke din sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdên me, ji rêber û hevrêyê şehîdan Rêber Apo, ji hevrêyên me yên li ser şopa şehîdan dimeşin û ji her kesên ku di dilê wan ji bo şehîdan lê dide, dixwazin.

Jiyana her şehîdek me, têkoşîn û meşa xwe ya bi lehengî ya ber bi şehadetê ve, heqîqeteke ku bi şênberî nîşan dide ku mirovên azad ne tenê di oxira çi de, her wiha bi kîjan şêweyî divê bijî. Weke şopdarên şehîdên xwe, carna ji ber mercên şer, carna jî ji ber nebûna derfetan me nekarî jiyana têkoşînê ya şehîdên xwe bi hemû aliyan bi belge bikin. Lê belê di dema ragihandina şehîdên xwe de me ji xwe re kir pîvan ku hemû derfetên xwe seferber bikin, wêne, dîmen, agahî û belgeyên şehîdên xwe bi gelê xwe re parve bikin û me hewl da vê pîvanê bi cih bînin. Di vê mijarê de ji ber wezîfeyên xwe yên ku em kêm man û nekarîn di dema xwe de bi cih bînin, em rexnedayîna xwe di serî de didin şehîdên xwe û gelê xwe yê welatparêz. Em bi biryar in ku ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya ji bo bîranîn, danasîn, jiyana bi rengekî rast a xeta têkoşînê ya şehîdên xwe bi pir alî û karên cuda dewam bikin, kêmasiyên xwe telafî bikin û vê wezîfeya xwe bi rengê herî xurt bi cih bînin. Lê belê şehîdên me heqîqeteke ewçend mezin afirandin ku her kêliya jiyana wan, her gotinên wan, her helwesta ku nîşan dan di dil û hişê me de neqişîn. Em gihîştin asta rastiya gelekî welê ku xwe bi şehîdan afirand, bi wan pênase kir, da ser şopa wan û ew nemir kir. Ev mîrate çavkaniya me ya herî mezin a hêz û moralê ye, di heman demê de temînata siberojên azad ên gelê me ye.

Em baş zanin û ji dil bawer dikin ku gelê me yê welatparêz ne tenê bi merasîmên bîranînan, her wiha di her kêliya jiyana xwe de wê sekna pîr û pak a exlaqî ya şehîdên me, dilsoziya bi nirxan, jiyana komînal, hevrêtiya ji dil, karkirina bêhesab ji bo doza azadiyê, bêyî li benda berjewendiyeke madî û manewî bimîne bi dil û can tev li bibe, keda bi fedakarî ya ji bo azadkirina Kurdistanê weke ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî ji xwe re bike esas. Li ser vê bingehê em ji dil spasiya her kesî dikin ku li Bakurê Kurdistanê bi malbat, xizm, dua, peyam, piştgirî û keda xwe tev li merasîmên bîranîna şehîdan bûn.

Di pêvajoya merasîma bîranînan de mixabin bûyerek qewimî ku em hemû pê êşiyan. Birayê hevrêya me Şehîd Arîn Goyî – Binevş Oslo, Ramazan Oslo ku ji bo karkirinê li Manîsayê bû, dema berê xwe da Qilabanê ku tev li merasîma bîranînê bibe, 11ê Îlona 2026an ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Di heman qezaya giran de yek jê giran çar kes jî birîndar bûn. Jidestdana jiyana xwe li ser rêya bîranîna şehîdan herî kêm bi qasî şehîdbûnê bi wate ye. Em welatparêzê hêja Ramazan Oslo li ser vê bingehê bi hurmet bi bîr tînin, ji malbata Oslo ya welatparêz û eşîra Goyî re sersaxiyê dixwazin, ji mirovên me yên birîndar re jî şîfa lezgîn dixwazin.”

Etîket: Hêzên Parastina GelHPG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

17 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

14 TEBAX 2026

HPGê Pêngava 1ê Hezîranê pîroz kir: Em ê dest ji armanca azadiya Rêbertî û gelê xwe bernedin

1 HEZÎRAN 2026
Taziyeya endamê HPGê Akyuz bi girseyî hate ziyaretkirin

Taziyeya endamê HPGê Akyuz bi girseyî hate ziyaretkirin

24 NÎSAN 2026
Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

19 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne