Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz vê sibehê hat binçavkirin û ew birin TEMa Enqereyê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Hevserokê Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz di lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Stenbolê de vê sibehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin TEMa Enqereyê. Di heman lêpirsînê de li 10 bajaran 39 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Têkildarî lêpirsînê derbarê 52 kesan de biryara binçavkirinê heye.








