Bi îdiaya lêpirsîna gendelî û bêûsûliyê ya Şaredariya Seferîhîsarê operasyon hat destpêkirin û 43 kes hatin binçavkirin. Bi heman lêpirsînê di 25ê Hezîrana 2026an de Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn jî hatibû girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Seferihisarê di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Seferîhîsarê ya navçeya Îzmîrê bi îdiaya “gendelî û bêusilî hatiye kirin” ji bo 48 kesan biryara binçavkirinê derxis. Ji van 48 gumanbaran 43 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ji bo girtina 5 gumanbarên firarî, xebatên peydakirinê didomin. Tê îdîakirin ku kesên hatine binçavkirin di kar û barên îmar û avahîsiziyê de bêûsûlî kirine û bertîl standine.
Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetişkîn jî hatibû girtin
Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 25ê Hezîranê de Şaredarê Seferihisarê yê ji CHPê Îsmaîl Yetîşkîn û alîkarên wî jî di nav de 25 kes de hatibûn binçavkirin. Tevî Îsmaîl Yetîşkîn 12 kes di 30ê Hezîranê de hatibûn girtin û Wezareta Karên Navxweyî di heman rojê de Yetîşkîn ji peywirê girtibû.







