Nebî Yavûz ê ku di sala 2023an de piştî 30 sal û 6 mehên girtîgehê hatibû berdan. Nebî Yavûz ê ji ber penceşêra pankreasê dihat dermankirin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Nebî Yavuz ê ku di sala 1993an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin, ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê bi cezayê muebbetê hat cezakirin. Nebî Yavûz bi dorê li girtîgehên Mêrdîn, Amed, Edene, Vezîkopru û Bafrayê yên Samsûnê hat ragirtin.
Nebî Yavuz ê cezayê xwe temam kiribû diviyabû di sibata 2023an de bihata berdan lê belê Lijneya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê ve 6 mehan hatibû taloqkirin. Yavûz piştî 30 sal û 6 mehên di girtîgehê de hat ragirtin di 5ê Tîrmeha 2023an de ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra Samsûnê hatibû berdan.
Nebî Yavûz piştî hatibû berdan dest bi kontrolên tenduristiyê kiribû û gumana penceşêra pankreasê lê hatibû kirin. Yavuz ê ku demekê li malê tedawiya wî dewam kir, nêzî du meh bûn rewşa wî xirab bû û ew rakirin Nexweşxaneya Tewqûfê ya Qoserê.
Hat zanîn ku nexweşiya Nebî Yavûz 4emîn konaxa penceşêra pankreasê ye. Yavuz ê ku tedawiya wî li nexweşxaneyê dewam dikir, di saetên serê sibê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nebî Yavûz dê piştî karûbarên olî dê li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbînê bê veşartin.
‘Serkeftin dê ya me be’
Nebî Yavûz piştî hatibû berdan ewil çûbû cem malbata xwe ya li Îzmîrê û piştre vegeriyabû welatê xwe. Yavûz di daxuyaniya ku piştî berdana xwe dabû de wiha gotibû: “Dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî, bi deh hezaran kesan re dewam dike. Têkoşîna me bi ked û berxwedana gel mezin dibe. Di girtîgehan de jî ev hêvî û bawerî, me li ser piyan hişt, hêzê da me. Bi têkoşîna ku hatiye dayîn serê min bilind e û ez pê serfiraz im. Serkeftin dê ya me be.”













