Colemêrg – Malbata Hacer Tamurê (Delîla Gever) a ku Cotmeha 2014an li Kobanê şehîd bûye, destnîşan kir ku Hacer û hevalên xwe li DAIŞê heya dawiyê têkoşiyan û wiha got: “DAIŞê bi bombe û hewanan êrişî Girê Miştenûrê dikir û digot ‘em ê nimêja serê sipêdê ya eydê li Mizgefta Kobanê bikin’. Hacer û hevalên xwe nehiştin DAIŞ bikeve Kobanê.”
Bi mudaxileyên hêzên hegemon ên cîhanê li Rojhilata Navîn valahiyeke mezin a siyasî, ewlehî, aborî û hwd derket holê. Bi mudaxileyan dewletên navendî hilweşiyan û ji valahiya hatiye avakirin cîhadîstên selefî û tund DAÎŞ hat afirandin û li ser seranserê Îraq û Suriyê bayê komkujî, revandin, talan û texrîbateke mezin li herêmê dan meşandin. Di nav vê tarîtiyê de gelê Kurd bi têkoşîneke bêhempa û berdêlên giran gelê herêmê ji ber bayê komkujî û talanê parast. Ev bû sedem ku li her devereke cîhanê ciwan berê xwe dan çeperên parastina Kobanê. Têkoşîna demdirêj û biryardarî bi xwe re serkeftinê anî, DAIŞ têk çû. Şerê bêhempa li pey xwe hezaran şehîd, birîndar, şêniyên neçar mane ku malên xwe biterikînin û gelek çîrokên qehremanî û bikeser li pey xwe hiştin.
Hacer Tamur (Delîla Gever) yek ji wan têkoşeran bû ku di 2009an de ji navçeya Geverê ya Colemêrgê tev li refên gerîla bû û ji bo parastina Kobanê û li wê derê gihişt şehadetê. Dê û bavê Hacer Temurê têkildarî çîrok û têkoşîna keça xwe axivîn.
Jîr û afirîner bû, neheqiyê qebûl nedikir

Bav Sidik Tamur da zanîn ku Hacer di zarokatiya xwe de jîr bû, tu carî neheqî qebûl nedikir. Sidik Tamur diyar kir ku Hacer jinek afirînêr, wênesaz bû û wiha behsa keça xwe kir: “Dema ez di zindanê de bûm dihat hevdîtina min û bi zor û zehmetiyên me û gelê xwe didît. Her gav zext li ser malbata me hebû û hem ez hem jî zarokên min dihatin girtin. Hêj di zarokatiya xwe bû şahidê neheqiyên li ser Kurd. Dema mezin bû li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê beşa Hunerên Bedew xwend. Di heman wextî de jî her gav di nav xebatên civakî de bû.”
‘Nehiştin DAÎŞ bikeve Kobanê’
Sidik Temur behsa şerê li Kobanê li dijî DAIŞê hatiye meşandin kir û da zanîn ku keça wî jî wê demê li Pirsûsê bû û wiha behsa têkoşîna keça xwe kir: “Dema DAÎŞê êrişî Kurdan kir Hacer jî li Kantona Cizîrê bû û têkiliyên me li gel wê hebûn. Êrişên DAÎŞê hate ber deriyê bajarê Kobanê û Hacer jî derbasî Kobanê bû û ez jî li Pirsûsê tev li nobedariya gel bûm. DAIŞê bi bombe û hewanan êrişî Girê Miştenûrê dikir û digot ‘em ê nimêja serê sipêdê ya eydê li Mizgefta Kobanê bikin’ lê heta serê sibê ji ber bersiva hêzên Kurdan nekarîn bikevin bajêr. Vê roja eydê piştî nîvro êriş dîsa dest pê kir û dema min têlefîna Hacerê lêxist endamekî DAIŞê bersiv da. Di Cotmeha 2014an de me teyîd kir ku keça min şehîd ketiye. DAIŞê ji bo dayîna cenazeyan, xwest DAIŞÎ bên berdan. Me ev bazar qebûl nekir. Di berdewama şer de hêzên Kurdan ev cîhê ku keça min lê şehît ketibû bi dest xistin û cenazeyên 16 şehîdan anîn ku hemû endamên tîma keça min bûn. Lê cenazeya keça min di nava wan de nebû. Piştî rizgarkirina Kobanê em çûn Kobanê min li gel rêverbirên li wir axivî lê encamek jê derneket. Cenaze hêj jî nehatiye dîtin.”
‘Derfet bê dayîn dê li keça xwe bigerim’
Dayîk Hanîfe Tamur jî xwest derbarê keça xwe de agahiyekê bi dest bixin û got: “Ez dixwazim derfet bê dayîn ku ez biçim Kobanê, li keça xwe bigerim û bizanim bê ka gora wê li ku derê ye. Ji ber ku goreke keça min tune ye, çavê me her li derî ye.”














