• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 31ê TEBAXA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanca wan aştî bû’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanca wan aştî bû’ derket

    Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

    Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 31ê TEBAXA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanca wan aştî bû’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanca wan aştî bû’ derket

    Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

    Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Ugur Dînler/AW

31 TEBAX 2026 - 10:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedar û aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel diyar kir ku pergala kapîtalîst bixwe pergaleke riziye û rêya derketina ji vê pergalê, avakirina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinê ve girêdayiye. Sebahat Tuncel anî ziman ku ev jî tenê bi kesayetên sosyalîst dikare dê pêk were û wiha got: “Tu çiqas rêxistinkirî bî ew qas azad î. Bi destxistina maf û azadiyan girêdayî têkoşîna rêxistinî ye.”

Banga Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan a 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Pêvajo bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin. Ev yek ji aliyê gelek siyasetmedar, rewşenbîr û civaknasan ve hat nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî derheqê qanunê de da zanîn ku ji bo rêyek hezar kilometre ev gava yekem e û divê berdewama van gavan werin û ev pêvajo bigihêje encamê. Siyasetmedar û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Sebahat Tuncel derbarê qanuna çerçoveyî û pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Cara yekem e Kurd dikevin nav qanûnê’

Sebahat Tuncel da zanîn ku di dîroka Komarê de cara yekem e ku Kurd di nav qanûnan de cih digirin û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heya îro gelek xebat hatin kirin. Lê ev xebat tenê bi hewldana ji aliyê tevgera siyasiya Kurd ve sînordar ma. Ji salên 1990î û vir ve ji bo pirsgirêka Kurd ji bingeha şer û tundiyê derkeve ser bingeha siyasetê, ked û xebatek mezin hat meşandin. Di pêvajoya diyalog û muzakereyan a salên 2013-2015an de li Meclisê Komîsyona Çareseriyê hat ava kirin û vê komîsyonê raporeke ji 450 rûpelî pêşkêş kir. Dîsa di wê pêvajoyê de Komîsyona Makezagonê hat ava kirin û li ser 60 xalan lihevkirin çêbû. Di wê demê de MHP û CHP tevlî van xebatan nebûn. Di meclisê de qanûneke çarçove ya bi hêjmara 6551 hat derxistin. Lê ji ber ku îradeya siyasetê nexwest pirsgirêkê çareser bike, pêvajo hat rawestandin. Piştî sala 2015an serdemeke zor, zext û tundiyê dest pê kir. Bi rejîma qeyûman, tecrîda Îmraliyê û astengkirina mafê siyasetê, xwestin tevgera siyasî ya Kurd tesfiye bikin. Lê gelê Kurd jî li hember van politîkayan berxwedaneke mezin nîşan da.”

‘Avakirina maseya encama têkoşînê ye’

Sebahat Tuncel derbirî ku îro avakirina wê maseya ku hatibû rûxandin, encama berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e û wiha pê de çu: “Sedsala yekem a Komarê bi înkarkirina nasname, ziman, çanda Kurdan û bi polîtîkayên asîmîlasyonê derbas bû. Li beramberî vê jî gelê Kurd li berxwe da. Sedsala duyem a Komarê jî bi têkoşîna derbaskirina siyaseta înkarê, naskirina hebûna Kurdan û misogerkirina azadiya wan a siyasi û hiqûqî dest pê dike. Qebûlkirina qanûna bingehîn di civata giştî de bi dengekî bilind û bi piştgiriya nêzîkî hemû partiyan qonaxeke girîng e. Pirsgirêk cara yekem ne tenê di navbera desthilatdar û aktorên siyasi yên Kurd de ye, bûye berpirsiyariya hevpar a meclisê û partiyên siyasiyan yên cihêreng. Di nêzîkatiya dewletê ya înkarker de şikestinek çêbû û ji ‘qada ewlehiyê’ derbasî ‘qada hiqûqî û siyasî’ bûn. Di vê astê de, ji bo dawîkirina têkoşîna çekdarî û vekirina rêya têkoşîna hiqûqî û siyasî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev qanûn girîng e, lê dîsa jî gelek kêmasiyên wê hene.”

‘Divê em têkoşînê bilind bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Sebahat Tuncel anî ziman ku qanûna bi hêjmara 7595an a bi navê ‘Qanûna ji bo Hêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekîtiya Civakî’ tenê balê dikişîne ser bêçekkirinê û ev tişt gotin: “Pêk neanîna sedemên pirsa Kurd û tunebûna rêziknameyên ku pirsgirêkê ji holê rakin, dibe mijara rexneyê û di heman demê de dibe sedema têkoşînê. Di pêvajoya li pêşiya me de, ji bo çareseriya wekhev û azad a pirsgirêka Kurd û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo azadiya jinan, karkeran, kedkaran, gelan û baweriyan, divê em ji îro ve têkoşîna xwe ya rêxistinî bilind bikin.”

‘Di nêzîkatiya dewletê de şikestinek çêbû’

Sebahat Tuncel bi lêv kir ku di bingeha pirsgirêka Kurd de înkarkirina nasnameyên derveyî nasnameya Tirk, polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê yên dewletê hene û wiha axivî: “Bi Makezagona 1924an re înkarkirina Kurdan di Makezagonê de hat bicihkirin û di hemû pêvajoyên zagonî yên piştî wê de jî ev tişt hat domandin. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de pêvajoya ku bi bangawaziya Devlet Bahçelî dest pê kir, tiştekî yekem nîşan dide. Dewlet cara yekem ji polîtîkayên ewlehiyê cuda, çareseriyek bi bangawaziyeke vekirî pêşkêşî raya giştî kir. Ev rewş di nêzîkatiya kevneşopî ya dewletê de şikestinekê nîşan dide. Lê ev şikestin bi xwe ne çareserî ye. Di rêya çareseriyê de destpêkek e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Qanûna ku li Meclisê de hat qebûlkirin, ji bo çareseriya pirsa Kurd destpêkek nû nîşan dide. Lê ji bo çareseriya daîmî hêj gelek guhertinên qanûnî pêwîst in. Tevî ku dewlet nêzîkatiyek diyar kiriye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe û divê di asta siyasî û hiqûqî de dest bi kar bike jî hêj ji navlêkirina rasterast a pirsgirêkê dûr e. Ji ber wê yekê, gelê Kurd di şûna ku ji dewletê ewle bibe, divê ji xwe û ji hêza xwe ya xweser ewle bibe.”

‘Em çiqas xwe rêxistin bikin em dê ew qas serbikevin’

Sebahat Tuncel bal kişand li ser tekoşîna gelê Kurd û serkeftinên bi wan têkoşînan hatiye bidest xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me ji ezmûnên xwe dizane ku her tişt bi têkoşîna rêxistinkirî tê kezençkirin. Heger îro maseyek hatibe danîn, ev bi baldarî û bedelên mezin yên gelê Kurd çêbûye. Di pêvajoya ji niha pê de jî wekhevî, azadî û demokrasi bi rêxistinbûyîn û têkoşîna gelê Kurd bi xwe re dê çêbibe. Birêz Abdullah Ocalan û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîktenê rawestandina çekan nade ber çavan, her wiha ew nexşerê û bernameya serdemê ye ku nîşan dide gelê Kurd wê çawa paşeroja xwe diyar bike, çawa bijî û vê jiyanê çawa rêxistin bike. Ji ber wê yekê karê ku divê bê kirin ne sekne. Em çiqas rêxistin bibin û têkoşînê di nav civakê de belav bikin, em ê ewqas bi ser bikevin.”

‘Tu çiqas rêxistinkirî bî ewqas azadî’

Li ser mijarê Sebahat Tuncel dest nîşan kir ku Gelê Kurd çi qezenc kiribe bi berdelên mezin qezenc kirine û wiha pêde çû: “Heke em li dîroka têkoşîna siyasî ya 50 salan binêrin, ev tişt pir zelal tê dîtin. Gelê Kurd ev demên dawî de kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne. Qelebalixiya taziyeyan tenê şîn girêdan nîn e, xwedîderketina li îdealên şoreşgeran û nîşandana îradeya domandina têkoşîna wan e. Bi vê wesîleyê ez ciwanên ku gihîştine şehadetê bi rêz bi bîr tînim, ji malbatên wan û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Bersiva herî bi wate ku bê dayîn ji bo kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, avakirina civaka demokratîk, wekhevîxwaz û azad e ku azadiya gelê Kurd misoger bike.”

‘Gel dizane ku ewlehî ne bi sozan, bi pratîkê çêdibe’

Sebahat Tuncel bêbaweriya civakê ya li hember desthilat û dewletê nirxand û ev itş anî ziman: “Bêbaweriya li dijî dewletê tişteke nû nîne. Lê hêza çareserkirina pirsgirêkên civak e. Nêzîkatiya dewletê ya li beramberî pirsgirêka Kurd hêj di bîra gel ye. Di bîra civakê de tenê sozên hatine dayîn nîn in, sozên ku nehatine girtin, polîtîkayên tundiyê û êşên mezin yên ku piştî pêvajoyên têkçûyî hatine jiyîn jî hene. Gel dizane ku ewlehî ne bi sozan, bi pratîkê çêdibe. Rêya ku dewlet ewlehiyê bide civakê, gavên hiqûqî yên wekhev, dadperwer û demokratîkbûyîn e. Pêşkêşkirina nexşerêyeke vekirî û zelal ji civakê re, garantiyên qanûnî, azadiya ramanê, azadiya siyasetkirin û rêxistinbûnê, hêzkirina demokrasiya herêmî, bidawîanîna pratîkên qeyûman, misogerkirina zimanê dayikê û mafên çandî, naskirina binpêkirinên mafan yên ji demên borî heya îro û bidawîanîna her cure cudakarî û newekheviyê dê ewlehiyê û baweriyê di civakê de pêş bixe.”

‘Rêya derketina ji vê pergalê dê bi kesayetên sosyalîst pêk were’

Herî dawî Sebahat Tuncel diyar kir ku entegrebûn û kesayetiya sosyalîst di beramberî vê pêvajoyê de nêzîkatiyeke çawa dixwaze û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Entegrasyona Demokratîk ne helandina civaka Kurd di nav dewleta heyî û nizamê kapîtalîst de ye. Ew e ku gelê Kurd ziman, nasname û çanda xwe biparêze, xwe rêxistin bike û jiyaneke hevpar a demokratîk ava bike. Divê tevgera siyasî ya Kurd li beramberî sîstema kapîtalîst a mêrperest perspektîfa avakirina pergaleke sosyalîst a demokratîk rêxistin bike û bike malê civakê. Kes an saziya ku ji perspektîfa sosyalîst dinêre, divê ji pirsgirêkên civakê yên wekî jarî, betalî, metînger, tundî, her cure cudakarî û tundiya li ser jinan, nedîtin û metîngeriya keda jinê, bêpaşerojiya ciwanan, aboriya rantê, wêrankirina xwezayê, betonkirin û tunekirina çandiniyê û mercên jiyana mirovane ji bo karker û kedkaran re çareseriyan bibîne û pêşengiyê ji civakê re bike. Pergala kapîtalîst bi xwe pergaleke rizî ye. Rêya derketina ji vê pergalê, avakirina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinê ye, ev jî tenê bi kesayetên sosyalîst dê pêk were.”

Etîket: Abdullah Ocalandewleta TirkKurdistanPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkrêxistinbûnzagon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

31 TEBAX 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’

‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’

28 TEBAX 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne