Şalûlên kesk (Merops apiaster) ku hema bêje cûreyê wan kêm bûye, li derdora Bendava Devegeçîdî ya Amedê bi awayek komî hatin dîtin. Wênegir Veysî Arcagok wêne û dîmenê şalûlan belge kir.
Berê digotin Kurdistan cih û warê şalûl û bilbilan e. Lê di nava salên dawî de hema bêje li bakurê Kurdistanê celebê şalûl ango şalûlên kesk nemaye. Lê ji ber zivistana bihûrî bi şilî derbas bû û bandora xwe li ser demsala biharê kir, ev yek rê li ber vê yekê jî vekir ku carek din gelek celebên çûk û ajalên din li bajarên Bakurê Kurdistanê werin dîtin.
Şalûlên kesk ku hema bêje li cihek weke Amedê nedihatin dîtin, îsal dîsa derketin holê. Wênegirê belgefîlmên xwezayê Veysî Arcagok ê ji Amedê; li derdora Bendava Devegeçîdî ya li navçeya Peyasê rastî şalûlan hat û wêneyê wan girt.
Wênegirê navborî li devera bendavê wêne û dîmenê şalûlan bi komî girt û diyar kir ku şalûl carek din zivirîne erdnîgariya derdora Amedê. Ew dibêje ku bi dîtin û girtina wêne û dîmenê van şalûlan gelek şanaz û kêfxweş e. Wênegir dibêje ku celebê van şalûlan li derdora Amedê gelek kêm tê dîtin.













