Jinên rojnameger ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz banga tevlibûnê kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) îsal 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin. Serlêdanên ji bo 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dewam dikin. Li ser rûpela X û instagramê yên MKGê videoya banga tevlibûna jinên rojnameger a ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz hat parvekirin.
Dîroka dawî ya serlêdanê 25ê Îlonê ye.











