Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar dema ji Amedê diçû Nisêbînê li navçeya Çinarê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin. Piştî ku Kanîwar bi SEGBÎSê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê hate berdan.
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, dema ji Amedê ber bi Nisêbînê ve diçû, li ser rêya navçeya Çinarê ya Amedê di kontrola rê de hate binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê ji bo îfadeyê Şêrko Kanîwar birin Qereqola Polîsan a Çinarê û ji wir jî birin Edliyeya Çinarê. Hat zanîn ku Şêrko Kanîwar bi hinceta ku di 58emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê derbarê Kanîwar de lêpirsîn daye destpêkirin. Şêrko Kanîwar li Edliyeya Çinarê bi rêya SEGBÎSê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê.
Kanîwar îdia û tawanbariyên li ser xwe red kir û piştî îfadeyê hate berdan.













