Malbatên endamên HPGê yên cenazeyên wan li Şehîdgeha Bestayê ye piştî 11 salan serdana gorên zarokên xwe kirin.
Goristana Şehîd Rojhat Boluzer û Şehîd Zelal a li Herêma Besta ku sala 2017an bi êrîşa hewayî û bejahî ji aliyê leşkerên Artêşa Tirk ve hatibû rûxadin, piştî 11 salan ji aliyê malbatan ve hat ziyaretkirin. Malbatên endamên HPGê Niyazî Akin (Şervan Sason), Abdûrganî Yanar (Celal Çelî) û Abdûrrahman Erkan (Koçera Kurdo) yên ku di 17ê gulana 2009an de li Herêma Besta jiyana xwe ji dest dane, piştî 11 salan dema ku çûn ser gorsitanê demek dirêj li kêlên zarokên xwe geriyan û dema kêlên zarokên xwe yên hatine rûxandin dîtin gelekî hestiyar bûn.
Dayika Abdûrganî Yanar, Emîne Ozkan li hember rûxandina goristanan bertek nîşanî da û wiha got: “Her kesî xwedî ax û gorekî ye, li hemû cîhanê gor tên parastin lê li vir goristanên zarokên me hatine rûxandin. Divê êdî rêz ji bo ax û goristana zarokên me were girtin.”
‘Ev tişta hatiye kirin zilm e’
Rêveberê MEBYA-DERê a Şirnexê Ferxedîn Salgûcak ku bi malbatan re çû ser goristana endamên HPGê diyar kir ku sala 2017an ji aliyê Artêşa Tirk ve goristan hatiye rûxandin û wiha axivî: “Ev der şehîdgeha me ye lê dema em hatin vir me dît ku hatiye rûxandin. Li gor lêkolînên me sala 2017an hatiye rûxandin. Ev tişta hatiye kirin zilm e û cihê vê yekê di tu baweriyê de tune ye. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin.”
Hêjayê gotine ye ku çûyîna Bestayê di sala 2015an de ji hêla artêşa tirk ve ji welatiyan re hatibû qedexekirin û Şehîdgeha Bestayê jî di sala 2017an de ji hêla balafirên şer ve hatibû bombekirin û rûxandin.
















