Amed – Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz da zanîn ku li Amedê 2 hezar 500 malbatên şehîdan hene û ji sedî 60ê mezelên wan tine ne û wiha got: “Ji ber vê yekê, yek pirsa ku ji me dikin ev e, ‘Ka cenaze? Çima cenaze tine ne?’ Bi rastî ev yek me pir xemgîn dike. Dema mezelê zarokê dayikekê tine be û em bêjin hestiyek jî li holê tine ye, ev ji bo dayikekê êşeke mezin e. Divê tespîta gor û cenazeyan bê kirin. Divê bankaya DNAyê ji bo tespîtkirina cenazeyan were avakirin.”
Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk di rojên dawî de cihê xwe ji şîn û bîranînên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re hiştiye. Şînên şehîdên azadiyê pêşî li Amedê dest pê kir. Li Amedê şîn û bîranîn sê rojan berdewam kir. Di van rojan de bi sed hezaran kes serdana şînê kir û xwedî li cangoriyên xwe derket. Şîn bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê li Parka Koşuyoluyê ya Amedê di 21-23yê Tebaxê şîn hate danîn. Piştî şîna sê rojan ji bo şehîdan bernameyek bi heybet a bîranîne hate lidarxistin.
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz derbarê şîna ku danîn û xebatên komeleyê yên siberojê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî
‘Piştî demek dirêj tiştek wiha çêbû’
Ramazan Dengîz anî ziman ku piştî salên dirêj li Amed û Kurdistanê de cara yekem e ku şînek wiha, bi hejmareke mezin hatiye li dar xistin û wiha got: “Tu carî tiştekî wiha çênebûbû. Ez bawer im MEBYA-DER nêzî 20 salan e xebatê dike, an ku ne tenê bi navê MEBYA-DERê, bi navê komeleyên din ên ku berê kar kirine jî heya niha tiştekî wiha nehatibû dîtin. Dema me tazîye danî, em jî di nav guman û meraqê de bûn ku gelo ew ê çawa derbas bibe, ew ê eleqeyeke zêde hebe an na. Cara yekem bû ku em li parkekê taziyeyê datînin. Ji ber vê yekê em jî pir meraqdar bûn. Sibehê saet di 08:00an de, dema me tazîye danî û tevahiya malbatên me li wir beravbun û me wêneyên cangoriyan li ser maseyên malbatan danîn, ji saet 08:00an heta 17:00ên êvarê girseyeke mezin û eleqeyeke pir mezin li cihê şînê hat dîtin. Tiştê ku me texmîn nedikir çêbû, girseyeke pir mezin hat serdanê. Mirovên ku di nav 10-15 salên dawî de me ew nedîtibûn, jî hatin şînê.”
‘Gelê Kurd xwedî li şehîd û şîna wan derdikeve’
Ramazan Dengîz diyar kir ku di şînê de ruhê hevpar derketiye holê û wiha pê de çû: “Di van 52 salan de ev bûye çandek, bûye manewiyatek. Êdî gelê Kurd xwedî derketina şînan, xwedîderketina tekoşînê û xwedîderketina pêvajoyê dibînin. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, malbatên me gelekî bi bawerî û hêvî bûn. An ku digotin di vê pêvajoyê de zarokên me dê vegerin û siyasetê bikin. Bendewariyeke wiha di nav gelê me de heye. Ji ber vê yekê dema çûyîna cem malbatan, zehmet bû. Lê li aliyê heke tu biçî cem malbatan ku bendewariyeke wan xurt hebû, tu herî ji wan re bêjî ‘lawê/keça we şehîd ketiye’, ez bawer im di cîhanê de êşeke wiha tune ye. Hestekî wiha ku tesîrê li ser mirovan bike, ez bawer nakim tiştekî wiha hatibe dîtin. Bi salan e di nav gelê me de hîna ew hest heye. Dayikên me hemû li cem hev bûn, derdê wan yek bû û zû adapteyî hev bûn. Helbet zanin ewladên wan ji bo çi jiyana xwe ji dest dane, zanin çi tesîr li ser dîroka Kurdan kirine, ev yek bêhna wan fireh dike. Gelê Amedê û gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derket û ew şîn nebû şîna malbatekê.”
‘Dayikek ku mezelê şehîdê wê tune be ev yek ji bo wê êşeke mezin e’
Ramazan Dengîz bi lêv kir ku piştî danîna şînan û bidawîkirina bîranînan jî meselaya cenaze û goran dikeve rojevê û wiha axivî: “Niha 2 hezar 500 malbatên me hene ku me tev qeyd kirine. Em çûn malên wan, form dagirtin û agahî ji wan stendin. Di nav van 2 hezar 500 malbatî de ez bawer im ji sedî 60ê mezelên ewladên wan li holê tune ne. Ji ber vê yekê, pirsa yekem ku ji me dikin ev e; ‘Ka cenaze? Çima cenaze tine ne?’ Bi rastî ev yek me pir xemgîn dike. Dayikek ku mezelê ewladê wê tine be û em bêjin hestiyek li holê tine be, ji bo wê êşeke mezin e. Ji ber vê yekê bi rastî ev pêvajo wekî tazîyeyeke dirêj berdewam dike. Ji van malbatên me yên ku me şîna ewladên wan danî, gelek ji wan cenazeyên wan li holê tine ye. Ev cangorî zêdetir li Başûrê Kurdistanê şehîd ketine, li Dêrsimê, li herêmên din şehîd ketine. Ev pirsgirêkeke mezin e. Em bang li dewletê dikin û daxwaz dikin, pêşî li vê yekê veke ku malbatên gorên ewladên xwe bibînin û cenazeyên xwe werbigirin. Ji ber ku tenê li Amedê nêzî 337 gorên me hene lê em nizanin yên kê ne.”
‘Divê bankaya DNAyê bê avakirin’
Ramazan Dengîz herî dawî da zanîn ku di vê pêvajoyê de mijara herî girîng ew e ku, divê ev pirsgirêk teqez bê çareserkirin û ev yek anî ziman: “Hem ji hêla dewletê ve hem jî ji hêla rêxistinê ve divê ev yek bibe rojev ku em karibin weke komele çareseriyekê ji bo cenazeyan-goran bibînin. Gelê me di hêla nebûna goran de gelek hestewar û bi hêrs e. Li ser vê xebatên me hene. Xebat û lêkolînên me yên tespîtê li ser şehadet û goran berdewam dikin. Em li ser mezelên komî û mezelên jî dixebitin. Em wekî dosyeyekê arşîvekê digirin. Jixwe di dema Komîsyona Meclîsê de jî daxwaz û banga me li rayedaran ev bû. Fikrên me girtin. Li wir jî me ev mijar anî ziman. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku divê bankaya DNAyê bê avakirin. Ji ber ku bankaya DNAyê neyê avakirin û ev mezelên wiha venebin, ev pirsgirêk dê mezintir be. Pêwîst e ku divê dewlet arşîva xwe veke, rêxistin arşîva xwe veke. Karekî berfireh e lê bi rastî divê teqez bikeve rojeva gelê Kurd û bê çareserkirin.”












