Li navçeya Artemêtan a Wanê dê sibê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrok û cîhên cuda de jiyana xwe ji dest dane, şîn bê danîn.
Li Wanê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Salona Konferans û Dawetan a Mardanê ya li Taxa Selehaddîn Eyyubî ya li navçeya Artemêtan dê sibê şîn bê danîn. Şîn dê 3 rojan bidome û dê roja 3yemîn bîranînek giştî bê lidarxistin. Wê şîn sibê di saet 09.00an de dest pê bike.
Hevserok û endamên MEBYA-DER û Parlementerê DEM Partiyê ya Wanê Mahmût Dîndar, ji bo şîna cangoriyên Tevgera Azadiya a Kurd banga xwedîderketinê li gelê Wanê kirin.
‘Şehîd rûmeta me ne’

Hevserokê MEBYA-DERê yê Wanê Yûsûf Dundar banga xwedîderketinê li welatiyên Serhedê kir û wiha got: “Rastî êşeke pir giran e. Em ê hemû gelê Wanê pêşwazî bikin. Ji hemû gelê Wanê re bang dikim ku ji bo bîranîna şehîdên me tev li şînê bibin. Bila gelê Wanê xwedî li şehîdên xwe derkeve. Divê gelê Wanê li kêleka malbatên şehîdan be û di vê roja dijwar de êşa wan parve bike. Ev barê hemû gelê kurd û yên ku di vê rêyê de êş kişandine ye. Yên ku di vê rêyê de canê xwe dane, divê di vê şînê de cih bigirin. Ji ber ku şehîd rûmeta me ne”
‘Em deyndarên şehîdan in’

Endama MEBYA-DERê Mevlûde Azan jî xwest cangorî neyên ji bîr kirin û wiha axivî: “Bi rastî em ji pêvajoyeke xirab re derbas dibin, sibê em ê li Wanê şehîdên xwe pêşwazî bikin. Daxwaza me ew e ku hemû malbat xwedî li şehîd û taziyeyên xwe derkevin. Ev şehîd ji bo kesekî neçûne, ji bo hemû gel çûne. Em dixwazin ku sibê Wan bi tevahî û bi girseyî şehîdên xwe pêşwazî bike. Ji ber ku em deyndarê van şehîdan in, wan ked û canê xwe dan. Em ê jî wan ji dil û giyan pêşwazî bikin û divê em xwedî li keda wan derkevin.”
‘Ji bo Kurdistanê canê xwe dan’

Hevseroka MEBYA-DERê ya Wanê Mîzgîn Avşîn jî da zanîn ku ew di pêvajoyeke gelek giran re derbas dibin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em ji pêvajoyeke giran re derbas dibin, sibê jî şîn ên şehîdên me hene. Em jî dixwazin ku hemû malbatên me xwedî li şehîdên xwe derkevin û em daxwaz dikin ku bi girseyî werin. Şehîdên me ji bo azadî û Kurdistanê canê xwe dan.”
‘Ev pêvajo encama keda şehîdan e’

Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî bang li welatiyan kir û ev tişt vegot: “Mixabin ji bo me gelê Kurd ev rojên giran in û em ê jî nasnameyên şehîdên xwe eşkere bikin û xebere bidin malbatên wan. Lê em dizanin ku destpêkirina pêvajoyê û axaftina dewleta Tirk a bi Abdullah Ocalan re bi saya keda van şehîdan e. Ji ber vê yekê sibê ji bo me rojeke girîng e. Wekî partî, rêxistin û sazî em amadene ku tiştê dikeve ser milê me pêk bînin.”













