Di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Parka Koşûyolûyê bi muxtaran re civîn hate lidarxistin. Di civinê de rê û rêbazên ji çareseriya madeyên hişbir, tiryakê û fihûşê hatin nîqaşkirin.
Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi muxtaran û gel re civîn hate lidarxistin. Di civînê de bi muxtaran re li ser pirsgirêkên derbare fihûş, tiryak û madeyên hişbirê hatin axaftin. Endama TJAyê Ayla Akat Ata, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan, hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz, Siraç Çelîk, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, xebatkarê Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şaredariya Bajarê Mezin derûnnas Lokman Amaç, endamên DEM Partiyê û DBPê yên bajarê Amedê û muxtar cîh girtin.
‘Ji bo rûxandina avahiyên metruk kampanyayek hatiye destpêkirin’
Di destpêkê de Hevşaredar Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku li Amedê bikaranîna madeyên hişbirê gihîştiye asta temenê piçûk û got: “Ji bo pêşiya bikaranîna madeyên hişbirê û tiryakê bê girtin me plansaziyek amade kiriye. Wek şaredariyên Amedê me du meh berê bi meclîsên xwe re biryarên vekirina ‘Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir’ û têkoşînê girtin. Niha me bi lez yekîneyên xwe ava kirin û hemû şaredariyên me ji bo bikaranîna madeyan ketin lêgerîna cihan. Piştî veqetandina cihan jî, em ê ji piştgiriya derûnî bigirin heta piştgiriya civakî û hiqûqî bi tevahî piştgiriyan bidin û van xebatan bidomînin. Wekî ku hûn dizanin, me ji bo rûxandina van avahiyên metruk jî kampanyayek da destpêkirin. Her şaredariya me bi derfetên xwe, encax çiqas karibe birûxîne bi derfetên xwe, cihên ku nikare birûxîne jî bi piştgiriya ku Şaredariya Bajarê Mezin dide avahiyên metruk dirûxîne.”
‘Pêwiste ku hişmendiyeke civakî ava bibe’
Mûrat Kan jî destnîşan kir ku bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û diyar kir ku polîtîkaya şerê taybet di destpêkê de ji bo meşandina şer dihat bikaranîn, piştre ji bo fînansekirina şer û di encamê de jî veguheriye rengekî rant û qirkirina civakê. Kan bal kişand ser wê yekê ku tiryakkêşî encama polîtîkaya qirkirina civakê ye û got, “Di vê pêvajoyê de Platforma Şiyar Be hate avakirin. Ev platform, ji rêxistinên girseyî yên demokratîk derketiye û armanca wê ew e ku pirsgirêkên bajêr ên di vî warî de çareser bike, nîqaş bike û bi gel re hişmendiyeke civakî ava bike.”
‘Ev pirsgirêkeke cidî ye û me hemûyan eleqedar dike’
Murat Kan anî ziman ku mirov dikare bi avakirina pergala civakî li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşe û wiha dewam kir: “Ev jî wê bi hevkariya gel pêk were. Ev parastineke civakî ye. Belê, Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şiyar Be dikare bi serê xwe gelek tiştan bike. Lê belê rastiyek heye ku bêyî gel, heta ku gel bi wateya rasteqîn xwedî li tax, kolan û bajarê xwe dernekeve, wê qonaxeke girîng a vê têkoşînê kêm bimîne. Em hemû di ferqa vê yekê de ne û bi vê zanebûnê tevdigerin. Pêngava ‘Rabin’ ji vî alî ve pêngaveke parastina civakî ye. Pêngava diyarkirina paşeroja me ye. Heger bi rastî ciwanên vî bajarî bi awayekî cidî madeyên hişbir bi kar tînin, heger jinên ku xwediyê rasteqîn ên vî bajarî ne, nikarin di parkan de ku qadên herî girîng ên civakî yên vî bajarî ne bi rehetî bimeşin, heger ev gel di nîvê şevê de nikaribe bi rehetî biçe mala xwe, ev pirsgirêkeke cidî ye û pirsgirêkeke ku em hemûyan eleqedar dike.”
‘Dikarin di ser xeta 153yan re her kesî arasteyî vir bikin’
Lokman Amaç ku diyar kir xebatên wan ji çalakiyên parastin û pêşîlêgirtinê pêk tên, wiha got: “Em di bin banê şaredariya mezin de, girêdayî xizmetên civakî, xebatên parastin û pêşîlêgirtinê dimeşînin. Di van xebatên ku em li vir dimeşînin de, em bi piranî perwerdeyan didin mezinan. Naveroka perwerdeyan ji afirandina hişmendiyê pêk tê; ango heger em çiqas zû tespît bikin û bi awayekî rast araste bikin, em ê rojek zûtir nêzî çareseriyê bibin. Li vir ez dixwazim hinekî balê bikişînim ser girîngiya wergirtina piştgiriya pîşeyî. Piştgiriya pîşeyî di xalek girîng de ye. Ji ber vê yekê, gava ku muxtarên me bi rewşên wiha hesiyan, arastekirina ber bi qenalên rast ve jî ji bo pêşîgirtina li vê yekê di asteke gelekî qîmetdar de ye. Hûn dikarin di ser xeta 153yan re her kesî arasteyî vir bikin.”
‘Ji bo pêşîgirtinê dê tesîsên civakî bên avakirin’
Piştî axaftina Lokman Amaç muxtaran mafê axaftinê girtin. Muxtaran rexneyên xwe û pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin: “Her roj bikaranîna madeyên hişbirê zêdetir dibe. Cihê ku tên bikanîn jî avahiyên metrûkin. Ji ber wê yeke jî pêşiya wê were girtin. Em dixwazin ku zarokên me ji madeyê hişbirên xelas bibin, jinên me bila bi tirs li parkan û taxan negerin. Gelek malbat hene ku dixwazin zarokên wan werin tedavi kirin. Hate diyar kirin ku malbatên zarokên wan tiryakê bikartînin ji malê dawêjin û malbatên ku di vê hişmendiyê hewceye ku li ser nêzikatiya rast werin perwerde kirin. Ji bo pêşîgirtinê dê tesîsên civakî bên avakirin.”
‘Em ê bi hev re pêşiya vê qirêjiyê bigirin’
Hevşaredar Gulan Onkol destnîşan kir ku pirsgirêka bikarnîna madeyên hişbirê wekî li navçeya Sûrê jî heye û wiha got: “ Pêşiya bikaranîna madeyên hişbirê bi rêxistina civakî re dê çareser bibe. Ne tenê navendên rehabîlîtasyon bi aktivîteyên wezişê jî dikarin bi hev re pêşiya vê qirêjiyê bigirin. Li vê derê bang hemû civakê dikin ku piştgirî bidin me.”
‘Piştgirî bidin xebatên me yên li dijî fihûş tiryak û madeyên hişbirê’
Ayla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:“ Bi destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk me bênavber civîn li darxistin. Bêguman aştiya civakî ne tenê bêdengiya çekane di heman demê de aştiya di navbera malbat û zarokan e, aştiya di navbera ciwan û pîrekane. Parkên me cihên seyranê ne cihên fihûş tiryakê ne. Ji bo ciwanan aktivîteyên werzîş û ciwakî pêwîste. Ji ber wê yekê berpirsiyarî li ser milê kesên ku hatine hilbijartin, walî û wezaretan e. Ji ber wê yekê muxtarê ku niha li vê derê ne û piştgirî bidin xebatên me yên li dijî fihûş tiryak û madeyên hişbirê.
‘Girtina van ciwanan ji kesên tiryak firoşan re dibe hêz’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ayla Akat Ata bal kişand ser girtina 3 ciwanên ku nobeda li dijî tiryakê li Qada Batikentê digirtin hatin binçavkirin û girtin û wiha pê de çû: “Ciwanên me yên ku li vê derê nobet digirtin belkî rêbazekî şaş bikaranîne, lê belê nayê wê wateyê ku bibe sedema girtinê. Em dikarin bi hev re van kêmasiyan ji holê rakin. Girtina van ciwanan ji kesên tiryak firoşan re dibe hêz.”
Piştî axaftinan civîn qediya.

















