• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Parka Koşûyolûyê civîna muxtaran hate lidarxistin

Amed / AW

10 TEBAX 2026 - 20:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Parka Koşûyolûyê bi muxtaran re civîn hate lidarxistin. Di civinê de rê û rêbazên ji çareseriya madeyên hişbir, tiryakê û fihûşê hatin nîqaşkirin.

Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi muxtaran û gel re civîn hate lidarxistin. Di civînê de bi muxtaran re li ser pirsgirêkên derbare fihûş, tiryak û madeyên hişbirê hatin axaftin. Endama TJAyê Ayla Akat Ata, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan, hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz, Siraç Çelîk, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, xebatkarê Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şaredariya Bajarê Mezin derûnnas Lokman Amaç, endamên DEM Partiyê û DBPê yên bajarê Amedê û muxtar cîh girtin.

‘Ji bo rûxandina avahiyên metruk kampanyayek hatiye destpêkirin’

Di destpêkê de Hevşaredar Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku li Amedê bikaranîna madeyên hişbirê gihîştiye asta temenê piçûk û got: “Ji bo pêşiya bikaranîna madeyên hişbirê û tiryakê bê girtin me  plansaziyek amade kiriye. Wek şaredariyên Amedê me du meh berê bi meclîsên xwe re biryarên vekirina ‘Navenda Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir’ û têkoşînê girtin. Niha me bi lez yekîneyên xwe ava kirin û hemû şaredariyên me ji bo bikaranîna madeyan ketin lêgerîna cihan. Piştî veqetandina cihan jî, em ê ji piştgiriya derûnî bigirin heta piştgiriya civakî û hiqûqî bi tevahî piştgiriyan bidin û van xebatan bidomînin. Wekî ku hûn dizanin, me ji bo rûxandina van avahiyên metruk jî kampanyayek da destpêkirin. Her şaredariya me bi derfetên xwe, encax çiqas karibe birûxîne bi derfetên xwe, cihên ku nikare birûxîne jî bi piştgiriya ku Şaredariya Bajarê Mezin dide avahiyên metruk dirûxîne.”

‘Pêwiste ku hişmendiyeke civakî ava bibe’

Mûrat Kan jî destnîşan kir ku bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û diyar kir ku polîtîkaya şerê taybet di destpêkê de ji bo meşandina şer dihat bikaranîn, piştre ji bo fînansekirina şer û di encamê de jî veguheriye rengekî rant û qirkirina civakê. Kan bal kişand ser wê yekê ku tiryakkêşî encama polîtîkaya qirkirina civakê ye û got, “Di vê pêvajoyê de Platforma Şiyar Be hate avakirin. Ev platform, ji rêxistinên girseyî yên demokratîk derketiye û armanca wê ew e ku pirsgirêkên bajêr ên di vî warî de çareser bike, nîqaş bike û bi gel re hişmendiyeke civakî ava bike.”

‘Ev pirsgirêkeke cidî ye û me hemûyan eleqedar dike’

Murat Kan anî ziman ku mirov dikare bi avakirina pergala civakî li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşe û wiha dewam kir: “Ev jî wê bi hevkariya gel pêk were. Ev parastineke civakî ye. Belê, Platforma Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Şiyar Be dikare bi serê xwe gelek tiştan bike. Lê belê rastiyek heye ku bêyî gel, heta ku gel bi wateya rasteqîn xwedî li tax, kolan û bajarê xwe dernekeve, wê qonaxeke girîng a vê têkoşînê kêm bimîne. Em hemû di ferqa vê yekê de ne û bi vê zanebûnê tevdigerin. Pêngava ‘Rabin’ ji vî alî ve pêngaveke parastina civakî ye. Pêngava diyarkirina paşeroja me ye. Heger bi rastî ciwanên vî bajarî bi awayekî cidî madeyên hişbir bi kar tînin, heger jinên ku xwediyê rasteqîn ên vî bajarî ne, nikarin di parkan de ku qadên herî girîng ên civakî yên vî bajarî ne bi rehetî bimeşin, heger ev gel di nîvê şevê de nikaribe bi rehetî biçe mala xwe, ev pirsgirêkeke cidî ye û pirsgirêkeke ku em hemûyan eleqedar dike.”

‘Dikarin di ser xeta 153yan re her kesî arasteyî vir bikin’

Lokman Amaç  ku diyar kir xebatên wan ji çalakiyên parastin û pêşîlêgirtinê pêk tên, wiha got: “Em di bin banê şaredariya mezin de, girêdayî xizmetên civakî, xebatên parastin û pêşîlêgirtinê dimeşînin. Di van xebatên ku em li vir dimeşînin de, em bi piranî perwerdeyan didin mezinan. Naveroka perwerdeyan ji afirandina hişmendiyê pêk tê; ango heger em çiqas zû tespît bikin û bi awayekî rast araste bikin, em ê rojek zûtir nêzî çareseriyê bibin. Li vir ez dixwazim hinekî balê bikişînim ser girîngiya wergirtina piştgiriya pîşeyî. Piştgiriya pîşeyî di xalek girîng de ye. Ji ber vê yekê, gava ku muxtarên me bi rewşên wiha hesiyan, arastekirina ber bi qenalên rast ve jî ji bo pêşîgirtina li vê yekê di asteke gelekî qîmetdar de ye. Hûn dikarin di ser xeta 153yan re her kesî arasteyî vir bikin.”

‘Ji bo pêşîgirtinê dê tesîsên civakî bên avakirin’

Piştî axaftina Lokman Amaç muxtaran mafê axaftinê girtin. Muxtaran rexneyên xwe û pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin: “Her roj bikaranîna madeyên hişbirê zêdetir dibe. Cihê ku tên bikanîn jî avahiyên metrûkin. Ji ber wê yeke jî pêşiya wê were girtin. Em dixwazin ku zarokên me ji madeyê hişbirên xelas bibin, jinên me bila bi tirs li parkan û taxan negerin. Gelek malbat hene ku dixwazin zarokên wan werin tedavi kirin. Hate diyar kirin ku malbatên zarokên wan tiryakê bikartînin ji malê dawêjin û malbatên ku di vê hişmendiyê hewceye ku li ser nêzikatiya rast werin perwerde kirin. Ji bo pêşîgirtinê dê tesîsên civakî bên avakirin.”

‘Em ê bi hev re pêşiya vê qirêjiyê bigirin’

Hevşaredar Gulan Onkol destnîşan kir ku pirsgirêka bikarnîna madeyên hişbirê wekî li navçeya Sûrê jî heye û wiha got: “ Pêşiya bikaranîna madeyên hişbirê bi rêxistina civakî re dê çareser bibe. Ne tenê navendên rehabîlîtasyon bi aktivîteyên wezişê jî dikarin bi hev re pêşiya vê qirêjiyê bigirin. Li vê derê bang hemû civakê dikin ku piştgirî bidin me.”

‘Piştgirî bidin xebatên me yên li dijî fihûş tiryak û madeyên hişbirê’

Ayla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:“ Bi destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk me bênavber civîn li darxistin. Bêguman aştiya civakî ne tenê bêdengiya çekane di heman demê de aştiya di navbera malbat û zarokan e, aştiya di navbera ciwan û pîrekane. Parkên me cihên seyranê ne cihên fihûş tiryakê ne. Ji bo ciwanan aktivîteyên werzîş û ciwakî pêwîste. Ji ber wê yekê berpirsiyarî li ser milê kesên ku hatine hilbijartin, walî û wezaretan e. Ji ber wê yekê muxtarê ku niha li vê derê ne û piştgirî bidin xebatên me yên li dijî fihûş tiryak û madeyên hişbirê.

‘Girtina van ciwanan ji kesên tiryak firoşan re dibe hêz’

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayla Akat Ata bal kişand ser girtina 3 ciwanên ku nobeda li dijî tiryakê li Qada Batikentê digirtin hatin binçavkirin û girtin û wiha pê de çû: “Ciwanên me yên ku li vê derê nobet digirtin belkî rêbazekî şaş bikaranîne, lê belê nayê wê wateyê ku bibe sedema girtinê. Em dikarin bi hev re van kêmasiyan ji holê rakin. Girtina van ciwanan ji kesên tiryak firoşan re dibe hêz.”

Piştî axaftinan civîn qediya.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne