Di demek ku hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina alozî û parastina rêya deryayî ya Tengava Hurmizê berdewam dikin de li nêzî peravên Deryaya Ûmmanê êrişeke nû li keştiyekî bazirganiyê hate kirin.
Li gorî agahiyên ku Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) belav kiriye; keştiyekî barhilgir bû armanca êrişê. Di encama êrişê de agir bi keştiyê ket û yek ji endamên tîma keştiyê winda bû. Hat diyarkirin ku êriş ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kirin.
Tengava Hurmizê ji bo bazara cîhanê gelek girîng e. Ev tengav di navbera Kendava Farsê û Deryaya Ûmmanê de cih digire û beşeke mezin a neft û gaza xwezayî ku ji herêma Kendavê ber bi bazarên cîhanê ve tê şandin, ji vir derbas dibe. Ji ber vê yekê, her aloziyek li vê herêmê rasterast bandorê li bazarên enerjiyê û aboriya cîhanî dike.













