• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

3 TEBAX 2026 - 18:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin û qurbaniyên ku di encama êrişên çeteyên DAIŞê hatin kuştin hatin bibîranîn. Di çalakiyan de banga naskirina komkujiyê û misogerkirina statuta Şengalê hat kirin. 

Êlih

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya bibîranîna qûrbaniyên Şengalê ku di 3yê Tebaxa 2014an de di encama êrişên çeteyên DAIŞê de hatibûn revandin û qetilkiin li taxa Korikê ya Êlihê hetin bibîranîn û komkujî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de gelek nûnerên partiyên siyasî yên navend û navçeyên bajêr û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek kes tev li bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Aktîvîsta TJAyê ya Êlihê Çîgdem Bîlen ve hate xwendin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin û bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Stenbol

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 12emîn êrîşa qirkirinê ya ku DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an d eli hember Êzidiyên Şengalê pêk anî de, li Qada Aksaray a Stenbolê daxuyanî da.

Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û gelek jin tevli bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Me Şengal ji bîr nekiriye em nadin jibîrkirin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê bi Kurdî endama Komeleya Lêkolîna Kurdî Rojbîn Dag, ya Tirkî jî aktîvîsta TJAyê Gulşen Karasu xwend.

Daxuyanî bi dirûşmmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Wan

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya 12emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku di 3yê Tebaxa 2014an de pêk hatibû, li Parka Kentê ya navçeya Rêya Armûşê bernameyeke bîranînê li dar xist. Di qadê de wêneyên ku di dema fermana Şengalê de hatibûn kêşandin hatin nîşandan û beşdaran dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.Di bernameyê de gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî tevlî bun.

 

Cîhanê çavên xwe girtin

Beriya nîşandana sinevîzyonê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonul Uzunay bal kişand ser karesata ku li Şengalê hat vivreştin û got: “Bi hezaran jinên Êzidî yên Şengalê di bazarên koleyan de hatin firotin, bi hezaran jin û zarokên Şengalê hejî aqûbeta wan ne diyar e. Mixabin 12 sal berê di 3yê Tebaxa 2014an de cîhanê hemû çavên xwe ji gelê Şengalê, ji gelê Êzidîxanê re girt. Xeyrî wê, dewleta Iraqê û KDPê jî mixabin ew roj gelê Şengalê di qedera wan de rûbirû hişt.”

‘12 siwariyên azadiyê gihîştin hewara mirovahiyê’

Gonul Uzunay destnîşan kir ku mudaxeleya Tevgera Azadiyê rê li ber karesateke mezin girt û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê belê bi saya Tevgera Azadiya Kurd, 12 siwariyên azadiyê bi bangawaziya Rêber Apo ew roj gihîştin hewara Şengalê. Ew hewarî, hewariya hebûna mirovahiyê bû, ew hewarî, hewariya azadiya jinê bû, ew hewarî bû dengê wan. Hezaran silav ji bo şehîdên Êzdîxanê û hemû şehîdên Şengalê re bin.”

Piştî axaftina Gonul Uzunay, sinefîzyona ku li ser berxwedan û fermana Şengalê hatibû amadekirin hat nîşandan. Bername bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Manîsa

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Manisayê, bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Rêxistina Navçeya Saruhanliyê ya DEM Partiyê pêk hat û pankarta “Em komkujiya Êzidîyan û qirkirina jinan ji bîr nakin” hate vekirin; her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku gelek jin beşdar bûn, metnê çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Manisayê Evîn Gunsel ve hate xwendin.

 

Amed

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA)ê li ber Abîdeya Azadiyê ya Parka Koşuyoluyê ji çapemeniyê re daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de gelek endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayîkên Aştiyê û gelek kes jî cih girtin. Daxuyanî ji aliyê endama TJAyê Bahar Peker ve hate xwendin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî jî peyamek nivîskî şand. Di daxuyaniyê de jinan kefîyên spî avêtin li ser milê xwe, pankarta ku li ser ‘Komkujiya Jinên Êzîdî komkujiya mirovahiyê ye, em ji bîr nakin’ hate nivîsandîn vekirin û wêneyên Fermana 74an bilind kirin. Diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Jin jiyan Azadî’ hate berzkirin.

 ‘Em hêvî dikin ku hûn jî tevlî kampanyaya me bibin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî peyamek nivîskî şandin û peyam ji aliyê nivîskar Mîna Acer ve hate xwendin. Di peyama xwe de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî diyar kirin ku li ser fermanê de 12 sal derbas buye lê hin jî gelê Êzîdî li kampan koçberin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî banga tevlîbûna kampanyaya ‘Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ kirin û gotin: “Bi hezaran keç û jinên me yên dîlgirtî hîna nehatine rizgarkirin û ev jenosîd bi fermî ji aliyê Iraqê ve nehatiye qebûlkirin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, em rizgarkirina wan hêsîran wek erkekî ser milê xwe de dibînin. Ji ber ku ev armanca me pêk were, em pêwîstiyek mezin dibînin ku li kîderê bibe bila bibe, bi her rêxistina jinan re têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Bi wesîleya salvegera fermanê, me bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kampanyayek da destpêkirin. Em hêvî dikin ku hûn jî tevlî kampanyaya me bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi têkoşîneke hevpar bi ser kevin. Tevî van hemû êş û astengiyan, wek civaka Êzîdî û bi taybetî wek jinên Êzîdî, me bi felsefe û ramana Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kir. Me bi vî ramanî vîna xwe ya azad ava kir. Êşên xwe kirin hêza têkoşînê û em bûn xwedî parastin û rêxistina xwe.”

‘Hê jî gelê Şengalê edaletê dixwaze’

Piştî peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, endama TJAyê Çaglar Demirel axivî. Çaglar Demîrel diyar kir ku ew komkujiya ku li dijî Gelê Şengalê pêk hat ne tenê li dijî gelê Şengalê û Êzidiyan bû ew komkujî li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pêk hat. ÇAglar Demîrel anî ziman ku dema çeteyên DAIŞê ketin Şengalê, ew gel li Iraqê ê nehat parastin û wiha axivî: “ Hê jî Şengal edaletê dixwaze. Koçberkirin, kuştin, komkujî û ya herî girîng jî ew kesên ku hatin revandin û dîlgirtin ku hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Ev tiştekî giran e. Hê jî aqûbeta wan jin û zarokên Êzidî yên ku ketin destê wan ne diyar e û nayê zanîn bê li ku derê ne. Divê li seranserê cîhanê hemû mirovahî li dijî vê komkujiyê rabe ser piyan.”

‘Ew qirkirin, li dijî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn li dijî her kesî pêk hatiye’

Di axaftina xwe de Çaglar Demîrel destnîşan kir ku Tirkiyê û Hikumeta Bexdayê hêjî komkujiya li dijî gelê Şengalê nasnekiriyê û wiha got:” Hinek welatan ev wekî jenosîd dît û qebûl kir. Lê belê hê jî Iraq, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn ev wekî jenosîd nedîtine û qebûl nakin. Ew qirkirina giran a ku li dijî Êzidiyan hate kirin, ne tenê li dijî Êzidiyan e, li dijî me hemûyan hatiye kirin. Ew qirkirin, li dijî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn li dijî her kesî pêk hatiye.”

Piştî daxuyaniyê dengbêjî hatin gotin û girse belav bû.

Sêrt

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera bibîranîna qûrbaniyên Şengalê yên ku di 3yê Tebaxa 2014an de di encaman êrişên çeteyên DAIŞê de hatibûn revandin û kuştin li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê hatin bibîranîn û komkujî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de gelek nûnerên partiyên siyasî yên navend û navçeyên bajêr û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek kes tev li bû. Kesên ku tev li çalakiyê bûn duwîzên ku li ser wan “Em ê hesabê komkujiya Şengalê bipirsin”, “3yê Tebaxê ne tene salvegera komkujiyê ye” û “Em ê komkujiya Şengalê nedin jibîrkirin” hatibûn nivîsandin hatin hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliye Endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Sêrtê Elîf Akan ve hate xwendin.

Îzmîr 

Li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan DEM Partiyê bi boneya salvegera 12emîn qirkirina ku di 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê li dijî Êzidîyan pêk hatibû, bîranîn hat lidarxistin. Di bîranîna ku li avahiya Rêxistina Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê hat lidarxistin de, pankarta “Em komkujiya Êzidîyan û qirkirina jinan ji bîr nakin” hate daliqandin. Bîranîna ku gelek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.

Di bîranînê de sîneyovizyona ku der barê komkujiyê de hatibû amadekirin hate temaşekirin. Piştî nîşandana sîneyovizyonê bîranîn bi dawî bû.

Her wiha di saetên êvarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya Alsancakê daxuyaniyek hate dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Em komkujiya Êzidiyan û qirkirina jinan ji bîr nakin” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bêdeng nemîne, biqîre, ji qetlîamê re na” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Emîne Bozdag ve hate xwendin.

Emîne Bozdag diyar kir ku tevî 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, çarenûsa nêzîkî 2 hezar û 700 jin û zarokan hîn jî nayê zanîn û got: “Hişmendiya ku duh li Şengalê jinên Êzidî kir armanc, îro jî li herêmên cûda yên Rojhilata Navîn berdewam dike. Çimkî ku bêcezahiştin rê li ber sûcên nû vedike. Em ê heta ji bo hemû jin û zarokên Êzidî yên ku çarenûsa wan nayê zanîn edalet pêk were têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Divê ev sûc bi awayeke fermî werin naskirin’

Piştî xwendina daxuyaniyê, Parlementerê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser berpirsiyariya Tirkiyeyê û civaka navneteweyî ya li hemberî komkujiyê û destnîşan kir ku divê Tirkiye jî tiştên li Şengalê qewimîn bi awayekî fermî wekî komkujî û qirkirina jinan nas bike.

Daxuyanî piştî axaftinan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Metna daxuyaniyê ya hevpar ku li gelek bajaran hate dayîn wiha ye:

“Me 3yê Tebaxê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin. Em ê hesaba Komkujiya Êzidiyan a li Şengalê û qirkirina li ser jinan bipirsin. Di ser êrişa komkujî û qetlîama jinan a ku çeteyên DAÎŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrişê Şengalê kir re 12 sal derbas bûn. Ev êrişa ku li ber çavên hemû mirovahiyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê Êzidî; li dijî hebûn, nasname, bawerî, dîrok û nirxên hevpar ên mirovahiyê yên jinan polîtîkayeke tunekirinê ya rêxistinkirî bû. Tiştên ku li Şengalê qewimîn ne sûcekî şer ê ji rêzê bû. Diyardeya herî hov a hişmendiya serdest a mêr e ku bedena jinan xist qada şer û qetlîamên sîstematîk pêk anîn. Bi hezarên Êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran ji cih û warên xwe bûn. Bi hezarên jin û zarok hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, rastî destdirêjî, îşkence û guherandina olî ya bi darê zorê hatin. Hê jî aqûbeta bi hezarên jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. ​Ev komkujiya ku li Şengalê qewimî li ber çavên cîhanê pêk hat; lê hêzên navneteweyî, dewletên herêmê û saziyên cîhanî vîna ku vê yekê bide rawestandin nîşan nedan û bi bêdengiya xwe bûn hevparên vî sûcî. Di serî de Parlamentoya Ewropayê, gelek welat û saziyên navneteweyî tiştên ku qewimîn wekî komkujî naskirin û mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî jî diyar kirin ku ev yek ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ye. Despêkê tevî salên ku derbas bûne jî hê hemû kiryar nehatine darizandin, negihîştine hemû jinên winda û edalet pêk nehatiye.

‘Ji têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn re jî bûn hêvî’

​Şengal, erdnîgariyeke qedîm e ku di dirêjahiya dîrokê de gelek caran bi fermanan hatiye hedefgirtin. Desthilatdarên ku xwestin Rojhilata Navîn veguherînin qada şer û xeyalên xwe yên emperyal pêk bînin, di dirêjahiya dîrokê de Şengal kirine hedef û 73 caran qewmkujî li ser gelê Êzidî pêkanîn. Jin û gelê Êzidî, tevî van hemû fermanan jî dest ji zindîhiştina bawerî, ziman û çanda xwe bernedan. Tam wekî ku îro jî li dijî van polîtîkayên komkujî û qetlîama jinan a ku wekî fermana 73an tê qebûlkirin û bi destê çeteyên DAIŞê hat kirin, dest ji têkoşîna xwe bernedan. Tê zanîn ku çawa li hemberî her fermanê, di 3ê Tebaxê de jî yên ku teslîm nebûn dîsa jinên Êzidî bûn. Jinên êzidî yên ku keziyên porên xwe veguherandin sembola berxwedanê; bi xwerêxistinkirin, xweparastin û vîna xwe ya avakirina jiyana demokratîk re ne tenê ji gelê xwe re, ji têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn re jî bûn hêvî. Îro avakirina jiyana bi pêşengiya jinan û xwerêveberiya li Şengalê tê domandin, bersiva herî bihêz a ku dikare li dijî qetlîama jinan bê dayîn e. 3yê Tebaxê ne tenê salvegera komkujiyeke di rabirdûyê de qewimî ye. Rojeke dîrokî ye bi bîr dixe ku polîtîkayên komkujî yên li hemberî jinan, windakirina bi darê zorê, revandin û tundiya sîstematîk îro jî bi şêweyên cuda berdewam dikin. Duh polîtîkayên ku li Şengalê li dijî jinên Êzidî hatin bikaranîn îro li erdnîgariyên cuda yên Rojhilata Navîn hedefgirtina jinan berdewam dikin.​

‘​Revandin, girtin û bênasnamekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Em îro ji bo hemû jinên Êzidî yên ku aqûbeta wan hê jî nehatiye eşkerekirin edaletê dixwazin. Di heman demê de em dixwazin ku jinên elewî yên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatine revandin û hemû jinên ku bi darê zorê hatine girtin bi awayekî lezgînî werin berdan bigihêjin azadiya xwe û kiryarên van sûcan bên darizandin. ​Revandin, girtin û bênasnamekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye û nikare bêceza bimîne. Naskirina komkujiya Şengalê bi hemû aliyên wê ve, hesabdayîna kiryarên wê li hemberî hiqûqa navneteweyî û dîtina jinên winda; ne tenê ya gelê Êzidî ye, têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Lewra polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber sûcên nû vedikin. Tirkiye jî tiştên ku li Şengalê qewimîn bi fermî wekî komkujî divê bide naskirin û gavên ku biavêje, berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi cih bîne û divê gavên ku mafê gelê Êzidî bixe bin garantiyê biavêje. Ji bilî vê, divê her cûre êrişên ku li dijî Şengalê berdewam dikin bi dawî bibin; vîn, xwerêveberî û statuya gelê Êzidî divê bê misogerkirin.

‘Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’

Em wekî TJA careke din dibêjin ku; 3yê Tebaxê ne tenê roja bîranîna komkujiya li dijî gelê Êzidî ye. Di heman demê de roja têkoşîna gerdûnî ya li dijî qetlîama jinan e. Roja mezinkirina hafize, berxwedan û têkoşîna azadiya jinan e. Di serî de jinên Êzidî heta ku hemû jinên hatine revandin, windakirin û bi darê zorê hatine girtin bên dîtin; heta ku hemû kiryarên qetlîama jinan bên darizandin û ewlehî û statuya Şengalê di bin garantiya navneteweyî de bê girtin, em ê rastiyê derxin holê û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin. Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qeydên ji bo Zarokistanan dest pê kir

Qeydên ji bo Zarokistanan dest pê kir

4 TEBAX 2026
Navê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî diyar bû

Navê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî diyar bû

4 TEBAX 2026
DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

4 TEBAX 2026
FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

4 TEBAX 2026
Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

4 TEBAX 2026
Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne