Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan 84 dadger û dozger ji kar îxrac kiriye.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Desteya Dozger û Dadgeran (HSK) derbarê 525 dadger û dozgeran de li ser esasê biryargirtinê lêprisîn hatiye destpêkirin. Ji van dozger û dozgeran ji 333 heban re hişyarî hatiye kirin, ji 24 kesan re biryara şermezarî û biryara guherandina cihê 30 kesan hatiye girtin. Her wiha li gorî ku wezîr eşkere kiriye 84 dozger û dadger jî ji wezîfeya xwe hatine îxrackirin. Her wiha Akin Gurlek diyar kir ku ew ê li dijî rêxistinên sûc dikin têkoşîna xwe didomînin.









