Gundiyên ku bi çêkirina bendava li ser Geliyê Periyê re di çûn û hatinê de pirsgirêkên mezin dijîn, bang kirin ku pir bê çêkirin û gotin: “Em ê li dijî van polîtîkayan paşde gav neavêjin û berxwe bidin.”
Li Geliyê Periyê ya li navçeya Depê ya Xarpêtê, gundiyên ku ji ber bendavê cihê wan di bin avê de mane gundên xwe yên ji ber bendava Pembelikê pirsgirêka çûn û hatinê dijîn, li devera bendavê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-FED) pêk hat, komeleyên herêmê, gundî û keyayên gundan beşdar bûn.
Bendava ewlehiyê
Hevserokê KAR-FED’ê Abdullaziz Akyol ê ku li vir axivî, diyar kir ku axa wan a pîroz di bin bendavê de hatiye hiştin û wiha got: “Li newala periyê ya ku bav û kalên me, zarokên me, dayikên me jiyan. Ev axa pîroz bi bendav û HESan dixwazin bê tunekirin. Bi hezaran bîranînên me bûn qurbanên bendavan. Gelek gundî neçar man ku koç bikin. Armanca bendavên ku bi hinceta ewlehiyê hatine çêkirin ew e ku vir bêmirov bikin. Bi çêkirina bendavê vê sînor ket navbera xizm û pismamam. Rêya meşê veguherî mesafeyeke dirêj. Du pirên ku gundên Nazimiye û Depê bi hev re girê dide di bin avê de man. Hat gotin ku ev pir dê bên çêkirin lê tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bû jî hêj nehatiye çêkirin. Di çûn û hatinê de mexduriyete mezin tê jiyîn. Welatiyên me yên ku dixwazin vegerin gundên xwe, ji ber vê yekê nikarin werin. Em ê li dijî van polîtîkayan paşde gav neavêjin û li ber xwe bidin. Em ê di darazê de jî bibin şopdarê vê yekê. Me bêexlaqî û bêwijdaniyê qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”
‘Banga Parastina xwezayê a bi jiyana komunal’
Hevserokê Komeleya Alîkarî, Pêşketin û Çandê yên navçeyên Kîxi, Dep, Adakli, Yayladere, Yedîsu (KAYY-DER) Tuncay Gokçe jî bang kir ku li dijî talankirina xwezayê divê têkoşîna hevpar bê kirin û ev tişt gotin: “Pergal ji bo astengkirina avakirina qada têkoşîna hevpar polîtîkayekê dimeşîne. Li axa ku jiyana komunal tê de şênber nebe, avakirina jiyana mirovan zehmettir dibe. Eger em bi xwezayê re aştiyê pêk neynin, erdnîgariya Kurdistanê dê bibe qurbana emperyalîzmê.”
Daxuyanî bi dirûşma “Ev hê destpêk e, têkoşîn dê berdewam dike” bi dawî bû.















