• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

Enqere / AW

1 TEBAX 2026 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Heyeta ji Parlamenterên DEM Partiyê pêk tê derbarê 6 girtîgehên li herêma Behra Reş rapora binpêkirinan amade kir. DEM Partî di rapore de destnîşan kir ku girtî rastî sepanên tecrîd, lêgerîna nava dev, astengkirina mafê tenduristiyê tên û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Heyeta DEM Partiyê ya ji parlamenter Newroz Uysal Aslan, Sabahat Saritaş Erdogan, Onur Düşünmez û Omer Faruk Hulaku pêk tê di 8 û 12ê Hazîranê de serdana 6 girtîgehên herêma Behra Reş kirin û li girtîgehan lêkolîn û çavdêrî kirin. Heyetê piştî serdanan, rapora xwe ya amade kirine bi raya giştî re parve kirin. Rapor ji 47 rûpelan pêk tê û di xwe de şert û mercên girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa S a Samasun a Kavakê, Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa L a Espiyê ya Gîresunê, Girtîgeha Tîpa T a Beşukduzu ya Trabmzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderê ya Rîzeyê tên ragirtin dihewîne.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku li gor serdan û tespîtên li girtîgehan hatine kirin, li gelek girtîgehan heman binpêkirin rû didin û wiha qala binpêkirinên mafan hat kirin: “Li gor ragihandinên girtiyan, tevî girtîgeh cuda jî bin, pirsgirêk û binpêkirinên mafan dişîbin hev. Binpêkirinên mafan ên weke, xwe gihandina mafê tenduristiyê, lêgerîna nava dev, sepandina polîtikayên tecrîdê, astengkirina mafê vergirtina agahiyan, kêmbûna xebatên werzîş û çandî, li girtîgehên dûrî malbatê ragirtin, pêk neanîna daxwazên sewkê , sepanên bêhiqûqî yên Lîjneyên Çavderî û Rêveberiya Girtîgehan li hemû girtîgehan tên jiyîn. Her wiha girtiyên li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehan de tên ragirtin li gel van pirsgirêkan hin pirsgirêkên taybet re jî rû bi rû dimînin. Girtiyên Rojavayî nikarin bi malbatên xwe re tekiliyê daynin û xwe bigihînin pirtûk û çavkaniyên bi Kurdî.

Encam û daxwaz

Rapor yek bi yek li ser hurgîliyên pirsgirêkên girtiyan sekinî. Di dawiyê raporê de ji bo girtiyan ev daxwaz hatin kirin.

“*Divê sepanên lêgerîna nava dev demildest bi dawî bibe.
*Divê hemû astengiyên li pêşiya mafê xwe gihandina tenduristiyê ben rakirin.
*Divê pêşî li berdana girtiyên siyasî were vekirin.
*Divê Lîjneyên Çavderî û Rêveberiyê bên rakirin.”

Etîket: 6 GirtîgehDEM PartîGirtîgehên Behra ReşNewroz Uysal AslanOmer Faruk HulakuOnur DuşunmezRapora BinpêkirinanSabahat Saritaş Erdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026
Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

7 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê diyar bû

Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê diyar bû

7 ÎLON 2026
Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne