Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê otomobîlek û kamyonek li hev qelibîn û di encama qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li ber Parka Kamhorê ya li taxa Babessorê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê otomobîlek û kamyonek li hev qelibîn û qezaya trafîkê rû da. Di encama qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Tîmên hawarê û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê.













