Li Semta Ofîsê ya Amedê di saetên êvarê de faîlê ku tacîzî zarokek 12 salî kir, hate binçavkirin.
Li Cadeya Rizvan Aga ya li Semta Ofîsê ya Amedê kesek ku navê wî nehat zanîn û temenê wî di navbera 30-35 salî de tacîzî zarokek 12 salî kir. Hat zanîn malbatê faîl li ber avahiyê zeft kiriye û li derdorê kiriye hawar. Hate diyarkirin ku welatiyên derdorê li hawarê hatine û nehiştine ku faîl bireve. Hat zanîn ku hin welatiyan li faîl daye lê leşker û polîsên sivîl ên ku ketin navberê mudaxile asteng kirine.
Piştî ku welatiyan faîl zeft kir, polîs hatin cihê bûyerê û ew kirin binçavan û birin qereqola polîsan a Semta Şehîtlîkê.












