Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin re derbarê qanûna çarçoveyî de hevdîtin pêk anî.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş derbarê qanûna çarçoveyî de piştî MHPê, DEM Partiyê û Koma Yenî Yolê bi Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin re li hev civiya. Ji ber odeya Kemal Kiliçdaroglu li meclisê tuneye hevdîtin li odeya Numan Kurtulmuş pêk hat.













