• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

    Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê TÎRMEHA 2026an

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

    Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê TÎRMEHA 2026an

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Em ê ti jiyanê radestî mirinê nekin

Amed / AW

20 TÎRMEH 2026 - 19:31
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Komisyona Mafên Ajalan li Parka Rojavayê ji bo mafê ajalan daxuyanî da û got: “Em ê ti jiyanê radestî mirinê ne jî radestî dîlgirtinê nekin. Heta ku jiyan bi ser bikeve dê têkoşîna me berdewam bike.”

Di pêşengiya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê de li Parka Rojavaya li navçeya Peyasê ya Amedê ji bo mafê ajalanan daxuyanî ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin faşîzma li ser ajalan” hate vekirin û dowîzên “Dar, ajal, azadî” û “Mafê jiyanê nayê astengkirin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên “Dar, ajal, azadî” û “kom nekin, nekin hepsê, nekujin” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endama Komisyona Mafên Ajalan a Meclisa Ekolojiyê Gulşen Biler ve hate xwendin.

Gulşen Biler diyar kir ku weke Meclisa Ekolojiyê ya Amedê jiyanê; ji mirov, ajal, dar, av û axê cuda nagirin û mafê jiyanê û azadiya hemû zindiyan diparêzin. Gulşen Biler ev tişt anî ziman: “Em, wekî Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, li gorî pêdiviya perspektîfa xwe ya ekolojiya civakî; bêyî ku mirov, ajal, dar, av û axê ji hev qut bikin, em mafê jiyanê, azadî û jiyana hevpar a hemû giyaneweran diparêzin. Tiştên ku îro li Amedê diqewimin, berdewama teşebbusa karesateke dîrokî ye ku li gelek bajarên Tirkiyeyê xistine meriyetê û di civakê de wekî “qanûna komkujiyê” bersiv dîtiye.”

‘Em vê qanûna ku hikûmetê derxistiye qebûl nakin’

Gulser Biler wiha domand: “Em di ferqa wê de ne ku pirsgirêk ji astek ku ser şaredariyan re ye dest pê dike. Ji ber ku em zîhniyeta desthilatiya navendî ya ku jiyanê wekî tiştekî ku bê rêveberin, girtin û di dema pêdiviyê de bê tunekirin dibîne pir baş nas dikin û em di ferqa wê de ne ku ti aliyê vê ferasetê yê ekolojîk, zanistî û wijdanî nîne. Helwest û reftara me ya di vê mijarê de ji berê ve tê zanîn. Me berê di daxuyaniyên xwe de diyar kiribû ku em vê qanûna ku hikûmetê derxistiye qebûl nakin, em şermezar dikin û em ê di her qadê de li dijî vê têkoşînê bimeşînin.”

‘Em ê ti jiyanê radestî mirinê’

Gulser Biler herî dawî ev bang kir: “Ji vir banga me ji bo tevgerên ekolojiyê yên li çar aliyê Tirkiyeyê, parêzvanên mafên ajalan, bijîşkên veterîner, odeyên pîşeyî, rêxistinên civakî yên demokratîk û hemû kesên xwedî wijdan e: Werin, em jiyanê bi hev re biparêzin. Û ji vir bi awayekî zelal em hişyar dikin: Yên ku jiyanê tune dihesibînin, yên ku di polîtîkayên komkujiyê de israr dikin, yên ku sozên xwe yên hatine dayîn ji bîr dikin û yên ku li van axan hewl didin jiyana hevpar tune bikin divê bizanibin ku; eger di vê helwestê de israr bê kirin em ê jî bi çalakî û reftariyên cuda berteka xwe ya demokratîk rêxistin bikin. Çalakiya nobetê ya li qadê di nav de em ê gelek vebijêrkan bixin rojeva xwe. Em ê ti jiyanê radestî mirinê ne jî radestî dîlgirtinê nekin. Heta ku jiyan bi ser bikeve dê têkoşîna me berdewam bike.”

Etîket: AmeddaxuyanîMeclisa Ekolojiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

14 TÎRMEH 2026
Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

13 TÎRMEH 2026
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026
Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

12 TÎRMEH 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Aştî encax bi bingeha zagonî pêkan e

Platforma Saziyên Demokratîk: Aştî encax bi bingeha zagonî pêkan e

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (543)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne