• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Navenda Nûçeyan / AW

18 TÎRMEH 2026 - 14:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê wek her hefteyê bal kişandin ser aqûbeta windayan. Di çalakiyan de bang li meqamên siyasî û edlî hat kirin ku dawî li redkirin û bêcezahiştinê bînin.

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Yildiz, Aydin Ay, Şukru Firat, Recep Îkîncîsoy û Ayten Ozturk hat pirsîn. Di çalakiya Geverê de jî kujerên Suleyman Aksû yê komkujiya 20ê tîrmeha 2015an a Pirsûsê de bi 32 hevalên xwe ve hatibû kuştin, hate pirsîn.

Amed

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 910an de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22yê Tîrmeha 1994an de dema ji Amedê diçû navçeya Pasûrê leşkeran ew di rê de binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Yildiz xwend.

Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 746emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîn û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Aydin Ay hate pirsîn. Aydin Ay di 10ê Tîrmeha 1993yan de ji mala xwe ya li Taxa 19 Mayisê ya Êlihê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Endamê ÎHDa Êlihê Reşît Çetînkaya çîroka Aydin Ay xwend.

Daxuyanî bi deqeyek rûniştandinê bi dawî bû.

Riha

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 79an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şukrû Firat di 24ê Gulana 1993an de, derdora saet 14:00an de herî dawî li Rihayê di qeyvehaneyekê de hat dîtin û pişt re hat winda kirin hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Hevberdevka Komîsyona Wendeyan a Rihayê Demet Aykût çîroka Şukrû Firat xwend.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Colemêrg

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ li Kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteta 236an a çalakiyê de kujerên Suleyman Aksû yê komkujiya 20ê tîrmeha 2015an a Pirsûsê de bi 32 hevalên xwe ve hatibû kuştin, hate pirsîn. Dayika Suleyman Aksû Kudret Aksû jî tev li çalakiyê bû û xwest kujerên kurê wê bên dîtin.

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 40emîn a damezirandina komeleyê de, ji bo pirsîna aqûbeta windayên di bin çavan de û cezakirina kiryaran çalakiya xwe ya rûniştinê domand. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de ya ku du heftiyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, bal kişand ser çîrokên windakirina Recep Îkîncîsoy û Ayten Ozturk. Di çalakiyê de pankartên ‘Windayî diyar in, kujer li ku ne?’ û ‘Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve’ hatin vekirin û daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan Mustafa Kizartici ve hat xwendin.

Mustafa Kizartici destnîşan kir ku di sala 40emîn a komeleyê de ew hemû kesên ku di bin çavan de hatine windakirin bi rêz û hesret bi bîr tînin û wiha got: “Çil sal in em hewl didin bibin dengê hewara dayikan, bibin dengê lêgerîna edaletê ya malbatan a ku bi dawî nabe û bibin dengê pirsiyara ‘Winda li ku derê ne?’. Li hemberî jibîrkirinê û bêhiştinê; em parastina hafize, rastî û edaletê dikin.”

Mustafa Kizartici bang li meqamên siyasî û edlî kir ku dawî li redkirin û bêcezahiştinê bînin û erka xwe ya ji bo lêpirsîneke çalak bi cih bînin û destnîşan kir ku ew ê heta dawî li pey şopa windayan bin.

Di daxuyaniyê de çîrokên windakirina Recep Îkîncîsoy ê di 16ê Tîrmeha 1980yî û Ayten Ozturk a di 27ê Tîrmeha 1992yan de hatibûn windakirin, hate xwendin.

Piştre daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.

Etîket: Aydin AyAyten OzturkMehmet YildizRecep ÎkîncîsoyŞukru FiratSuleyman AksûXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne