• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Navenda Nûçeyan / AW

14 TÎRMEH 2026 - 18:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Stenbol, Wan, Êlih, Cizîr û Dîlokê berxwedêrên 14ê Tîrmehê yên Berxwedana Zindana Amedê hatin bîranîn. Di bîranînan de hat diyarkirin ku asta îro gihîştinê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê ye. 

Stenbol

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ji bo 44emîn salvegera Berxwedana 14ê Tîrmehê li 3 navçeyên Sûltanbeylî, Esenler û Baxcilar ên Stenbolê bernameya bîraninê li dar xistin.

Di bernameya navçeya Esenlerê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKKê Ali Haydar Kaytan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate vekirin û find hatin pêxistin. Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û endamên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.

Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin, axêverên bernameyê qala têkoşîna Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û tevahî şehidên Kurdistanê kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku behsa berxwedana 14ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.

Wan

Bi pêşengiya MEMYA-DER û Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê li avahiya DEM Partiyê ya Wanê, pêşengên berxwedana 14ê Tîrmehê, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin bîranîn. Di bernameya bîranînê de pankarta bi nivîsa “Ronahiya çaran bersiv da berxwedana Mazluman” hat daliqandin. Di bernameyê de sînevîzyona ku behsa barxwedana 14ê Tîrmehê dike hate temaşekirin. Endam û serokên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Bernameyê ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Selim Teken li ser navê MEBYA-DERê der barê wate û girîngiya rojê de axivî û got: “Di şeva Çaran de, ji bo ronîkirina tarîtiyê û êşkenceyên li zindana Amedê, wan bedena xwe da ber agir û li ser şopa Mazlum Dogan meşiyan. Di nav wê tarîtiyê de mîna topa agir bedena xwe şewitandin û rê nedan ku kes vî agirî vemirîne. Ev agir bû agirê azadiyê. Di komploya 12ê Îlonê de, bersiva herî mezin a li dijî kesên ku dixwestin Kurdan tune bikin, bi çalakiya Mazlum Doğan hat dayîn. Wan rêya pîroz li pêşiya me vekir. Li ser vê esasê, di berxwedana 14ê Tîrmehê de daxwaza têkoşîn û azadiyê hîn zêdetir bû û tarîtiya zindana Amedê hat mehkûmkirin. Dijmin dixwest Kurdan tune bike, lê belê kesên ku bedena xwe dan ber agir li dijî vê derketin û jiyana azad ava kirin. Helwesteke layîqî Kurdistanê nîşan dan.”

Bername piştî axaftinan, bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Êlih

Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) bernemaya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de nûnerên partiye siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û kes tevlibûn. Girseya ku li wir amadebû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgitinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Her wiha li ser maseyê wêneyên cangoriyên 14ê Tîrmehê, Alî Haydar Kaytan û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn danîn. Bi heman awayî li maseyê bi gulên sor û agirê findan jî hatibû xemilandin.

‘Em ê bîranînên wan heta hetayê zindî bihêlin’

​Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr di bîranînê de axivî û  kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd dê her tim deyndarê wan bin. Em ê li ser riya ku wan nîşanî me daye bimeşin û bîranînên wan heta hetayê zindî bihêlin.”

​Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Cizîr

Li Eywana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengiya Mebya-Derê ya Şirnexê de berxwedêrên 14î Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz yên Berxwedana Zindana Amedê bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatiyan hatin bîranîn. Wêneyên berxwedêrên 14ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan li eywana civînê hatin daliqandin.

Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona derbarê 14ê Tîrmehê û jiyana Alî Haydar Kaytan de hatiye amadekirin hat nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê Hevserokê Mebya-Derê yê Şirnex Ramazan Togûrlû got ku Tevgera Azadiyê bi 6 kesan destpê kiriye û îro gehiştiye mîlyonan. Ramazan Togûrlû di berdewama axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Piştî Ramazan Togûrlû Parlementer Mehmet Zekî Îrmez cangoriyên rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: “Heya serkeftinê em ê şopdarên rêya wan bin. Di Zindana Amedê de li ber xwe dan û li hember zihniyeta faşîst serî netewamdin. Tevgera Apoyî nîşan da ku ji bilî berxwedanê rêyek din ji bo Kurdan tuneye. Asta îro em gihiştînê bi saya Rêber Apo û têkoşîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê ye.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşme û çepikan bi dawî bû.

Dîlok

Platforma Saziyên Demokratîk a Dîlokê, bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bîranîn li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê pêk hat û gelek rêveber û welatî tev li bûn. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevizyona ku behsa wate û girîngiya Hefteya Lehengiyê dike, hat nîşandan.

Bîranîn, piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê bi dawî bû.

Etîket: 14ê TîrmehêBîranînCizîrDîlokÊlihStenbolWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Firat Demhat bîranîn hate lidarxistin

Ji bo Firat Demhat bîranîn hate lidarxistin

29 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Otomatik taslak

‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne