• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cangoriyên 14ê Tîrmehê li Riha û Sêrtê hatin bibîranîn

Sêrt-Riha / AW

14 TÎRMEH 2026 - 17:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê li Riha û Sêrtê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bernameyan de wiha hat gotin: “Şehîdên Tevgera Azadiyê nirxên me yên herî girîng in. Em li ber berxwedana wan bejna xwe ditewînin. Em ê her tim bibin şopdarên rêya wan.”

Riha

MEBYA-DERa Rihayê, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê, li avahiya xwe ya navçeya Xelîliyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Her wiha di heman saetê de li navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Sêwerek, Serêkaniyê, Xelfetî, Bêrecûk û Hilwan yê Rihayê jî bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Rêveber û nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk ên sivîl û gelek welatî tevlî bernameyan bûn.

Bernameya li navenda Rihayê bi deqeyeke rêzgirtin ê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona ku li ser berxwedan û jiyana pêşengên 14ê Tîrmehê hatibû amadekirin, hat nîşandan.

‘Şehîd nirxên me yên herî girîng in’

Piştî sînevîzyonê, Hevseroka MEBYA-DERa Rihayê Makbûle Yavûzer bal kişand ser girîngiya berxwedana zindanan û wiha got: “Şehîdên Tevgera Azadiyê nirxên me yên herî girîng in. Heke şehîdên me nebûyana, em îro nikaribûn li vir li hev biciviyana. Heke em vê berxwedana wan ji bîr bikin, em ê xwe ji bîr bikin.”

‘Ew ê her tim di dile me de bin’

Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî di bernameyê de axivî. Ayşe Çîçek, tevahî cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got: “Şehîdên me şehîdên dilê me ne û dê her tim di dilê me de bin. Bijî berxwedana zindanan.”

‘Berxwedana wan moral û çoş da gelan’

Herî dawî Berdevkê Însiyatîfa 78an a Rihayê Vahît Akgun axivî. Akgun di destpêka axaftina xwe de nivîseke însiyatîfa 78an a li ser girîngî û wateya Berxwedana 14ê Tîrmehê xwend. Akgun destnîşan kir ku mirov dikare bi salan li ser kesayet û berxwedana wan qasidên azadiyê biaxive û wiha bi dawî kir: “Heke em li jiyan û berxwedana wan binêrin, li pêşiya me tu pirsgirêk namînin. Tenê îrade û laşê wan hebû û wan bi vê yekê dîrok nivîsand. Berxwedana wan moral û coşeke mezin da hemû gelan. Em li ber berxwedana wan bejna xwe ditewînin. Em ê her tim bibin şopdarên rêya wan.”

Piştî axaftinan bername bi lêxistina çepikan bi dawî bû.

Sêrt

Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya14ê Tîrmehê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Sêrtê di zikê avahiya eywana civînê ya DEM Partiyê ya Sêrtê de cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn. Di bernameyê de rêveber û endamê partiyên siyasî yên Sêrt, MEBYA-DERê, TUAY-DER, hevşaredarên Sêrtê û gelek endamên saziyên civakî yên bajêr amade bûn. Li ser pankartê wêneyên cangoriyên 14ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hebûn û nivîsa “Pakrewan û pêşengên meha Tîrmehê nayên jibîrkirin” hatibû nivîsandin, hat daliqandin. Girseya ku li wir amade bû ji bo kesên ku têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Piştre sînevîzyon ku ji bo 14ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate weşandin.

‘Wan zilmê têk bir û berxwedanê nîşanî me dan’

Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûrrahîm Çetîn li ser navê saziyê axivî û got: “Îro 44emîn salvegera 14ê Tîrmehê ye. 14ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Û roja şehadeta 4 hevalên me yên ku faşîzma 12ê Îlonê têk birin e. Em heta niha bi saya van şehîdan li ser pêya mane û em Kurd mane. Wan zilmê têk bir û berxwedanê nîşanî me dan. Di kesayeta van her çar hevalan de, di vê mehê de gelek lehengên me şehîd hene û bi vî awayî di her mehê de hevalên yên şehîd hene. Hevalê Kemal Pîr dibêje; em bi qasî ku ji jiyanê hez dikin, wisa diçin mirinê. Ew heta mirinê wan rojiya mirinê berdewam kir. Ew berxwedana wan ku wê demê dabûn meşandin îro jî ji bo me derbasdar e.”

Bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Etîket: 14ê TîrmehêBîranîncangirîMEDYA DERsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Firat Demhat bîranîn hate lidarxistin

Ji bo Firat Demhat bîranîn hate lidarxistin

29 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Otomatik taslak

‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne