Di pêşengtiya MEBYA-DER, TUAY-DER û Komeleya 78an de serdana gora yek ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a li Zindana Amedê Alî Çîçek hate kirin.
Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Amedê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û Hewldana 78an di salvegera 14ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê de li ber deriyê zindanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Wezareta Çandê daxwaza civakê li ber çavan bigire û Zindana Amedê veguherîne ‘Muzeya Bîra Mirovahiyê.’
Piştî daxuyaniyê beşdaran serdana gora yek ji berxwedêrê berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek a li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê, kirin. Li vir ewilî ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
Li vir endamê Komeleya 78an a Amedê Ganî Alkan axivî.
Ganî Alkan qala berxwedana 14ê Tîrmehê û bîranînên xwe yên bi Alî Çîçek û Mehmet Hayrî Dûrmûş re kir û wiha got: “Alî digot ‘PKKê berxwedan fêrî me kiriye, teslimiyet tu carî fêrî me nekiriye. Ji bo na wê ez ê bikevim rojiya mirinê û êdî ez nayêm dadgehê.’ Em jî dibêjin rêheval Alî ew fikir û ramanên we, sekna we, ew dara ku we bi ruhê xwe av daye niha di kurahiya axa Kurdistanê de ye.”
Piştî axaftinê beşdaran lîlandin û dirûşma ‘Şehîd namirin’ berzkirin û qurnefîl danîn ser gora Alî Çîçek.
















