• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

    AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya civîna DEM Partiyê: Azadiya Ocalan pêdiviya bingehîn e

Enqere / AW

14 TÎRMEH 2026 - 10:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partiyê encamnameya civînê Meclisa Partiyê eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin ku bi ser merasîma şewitandina çekan re salek derbas bûye û di salekê de dewletê berpirsyariyên xwe bi cih neaniye. Her wiha di encamnameyê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke pêdiviya bingehîn a pêvajoyê hat destnîşankirin.

DEM Partiyê di 11-12ê Tirmehê de li Navenda Giştî ya Partiyê civîna Meclisa Partiyê li dar xist. DEM Partiyê encamnameya civîna 2 rojan eşkere kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di civînê de mijarên weke geşedanên li herême, krîzên ji ber pergala kapîtalîzm û emperyalîzmê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, konferansa dê di 22-23yê Tebaxê de bê lidarxistin û Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn ku dê di 20ê Îlonê de hatiye axaftin û gotûbêjkirin.

Di encamnameyê de derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat gotin ku li pêşiya Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye û hate destnîşankirin ku rêya aştiya mayinde bi rêya demokratîkbûnê derbas dibe û demokratîkbûna welat jî bi avêtina gavên siyasî yên wêrek pêkan e.

Encamnameya civînê bi vî rengî ye:

“Piştî biryara PKKê ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî û fesihê, merasîma şewitandina çekan a ku di 11ê Tîrmeha 2025an de ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin, bû nîşandaneke sembolîk a bihêz ji bo pejirandina siyaseta demokratîk. Ev gav di nav beşên fireh ên civakê de wekî yek ji xalên werçerxa siyasî yên herî girîng di dîroka dawî ya Tirkiyeyê de hêviyeke xurt ji bo aştiyê afirand. Vê gava ku salek berê hat avêtin, baweriya bi kapasîteya siyaseta demokratîk a ji bo hilberandina çareseriyan xurt kir û ji bo aştiya civakî atmosfereke nû afirand. Lêbelê, hêza siyasî di sala borî de gavên pêwîst ên demokratîk û qanûnî neavêtin û ev yek jî nîşan dide ku berpirsiyariya ku ji hêla vê derfeta dîrokî ve tê xwestin nehatiye bicihanîn. Nebûna garantiyên qanûnî di pêvajoyê de, paşxistina domdar a rêziknameyên têkildarî demokratîkbûnê û nezelaliya ku hêviyên civakî tê de tê hiştin, hesta baweriyê di civakê de xera dike.

Aştiya mayindê bi avakirina pergaleke hiqûqî û demokratik mimkun e

Avakirina aştiyeke mayînde ne tenê bi rawestandina pevçûnan, di heman demê de bi avakirina pergaleke hiqûqî ya demokratîk mimkun e. Her çend rapora ku ji hêla komîsyona Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin, hewcedariya rêziknameyên hiqûqî bi awayekî berfireh destnîşan kiribe jî, di ser re meh derbas bûn û qanûneke çarçoveyî nehat amadekirin an jî rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst nehatin bicihanîn. Paşxistin û nezelalhiştina hêviyên civakî yên ji bo aştiyê xetereyên cidî li ser baweriya bi pêvajoyê diafirîne. Divê îradeya çareseriya demokratîk bi gavên hiqûqî yên berbiçav were xurtkirin.

Tecrîda 50 rojan li dijî pêdiviyên pêvajoyê ye

Divê qanûna çarçoveyî ya ku dê were amadekirin ji rêziknameyên teng û sînordar pêk neyê. Ev qanûna ku dê şaneya bingehîn a civaka demokratîk pêk bîne, divê berfireh û tevgir be, pêvajoya bêçekkirinê, vegera ewle û birûmet, beşdariya siyasî ya demokratîk û garantîkirina maf û azadiyên bingehîn di heman çarçoveyê de çareser bike, bêyî ku cudahîyên kategorîk çêbike. Rêziknameyeke wisa ne tenê dê çareseriyan ji bo pirsgirêkên îroyîn peyda bike, ew ê di heman demê de bi xurtkirina jiyana hevpar li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev deriyê Tirkiyeyeke demokratîk a siberojê jî veke. Ji aliyekî din ve, ji bo ku pêvajo pêşve biçe, pir girîng e ku şert û mercên xebat û jiyana azad demildest werin afirandin da ku Birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi bandor wekî sermuzakerekar bixebite û danûstandinê bike. Tecrîda ku nêzîkî pêncî rojan berdewam dike û neparvekirina pêşnûmeya qanûnê bi aliyên peywendîdar re bi tevahî li dijî pêdiviyên pêvajoyê ye.

Em parastina jîngehê û aştî li ser zemîneke hevpar a têkoşînê bînin ba hev

Pêvajoya aştiyê ne tenê mijareke ewlehiyê ya teng e ku rawestandina şer û pevçûnan dihewîne. Aştiyeke mayînde û birûmet pêwîstî bi rakirina hemû mekanîzmayên wesayetê yên li ser siyaseta demokratîk, bidawîanîna rejîma qeyûman, rawestandina destwerdana li îradeya hilbijartî, misogerkirina azadiya fikr û ramanan û rêxistinbûnê, naskirina tevahî ya mafên bingehîn, tevî mafê bikaranîna zimanê dayikê û bicihanîna prensîba hemwelatîbûna wekhev di hemû warên jiyanê de heye.Serdema ku em tê re derbas dibin, serdemeke dîrokî ye ku şer û êriş li ser mafên demokratîk heye, di heman demê de bi xirabûna wêrankirina ekolojîk jî tê pênasekirin. Xweza, jîngehên me û çavkaniyên me yên hevpar ji bo projeyên mezin ên enerjiyê, madenê û avakirinê û lêgerîna bêdawî ya qezencê ji hêla sermayeyê ve bi awayekî bêveger tên wêrankirin; cotkar û hilberînerên piçûk bi polîtîkayên desteserkirinê ji qadên jiyana xwe tên dûrxistin. Asta wêrankirina ekolojîk gihîştiye asteke komkujiyê ku gefê li hêmanên bingehîn ên jiyanê dixwe. Bandorên krîza avhewayê, bandor li xizan, jin, zarok, kesên astengdar, hilberînerên piçûk û komên din ên civakî yên lawaz dike, newekheviyên heyî kûrtir dike. Ji ber vê yekê, avakirina xeteke berxwedana civakî ya bihêz pêwîst e ku ji gundan bigire heya bajaran li dijî wêrankirina ekolojîk, krîza avhewayê û polîtîkayên talan û desteserkirinê dirêj dibe; û berpirsiyariyeke girîng e ku em edaleta avhewayê, parastina jîngehê, aştî û demokrasiyê li ser zemîneke hevpar a têkoşînê bînin ba hev.

Têkoşîna azadiya jinan ji têkoşîna civaka demokratîk qut nîn e

Ji aliyekî din ve, pergala kapîtalîst û mêrperest, şer, otorîterîzm, xizanî, dijminatiya li dijî jinan û siyaseta nefretê ya li dijî LGBTÎ+yan ji nû ve hildiberîne. Krîza aborî ya kûr, nedîtbarbûna karê lênêrînê, belavbûna formên ne ewle yên kar û hilweşandina mafên civakî bi giranî bandorê li jiyana jinan dike. Şîdeta mêran û polîtîkayên bêcezatiyê yên ku mafê jiyanê yê jinan hedef digirin, êrişên sîstematîk ên li ser wekheviya zayendî û polîtîkayên ku armanc dikin ku jinan ji jiyana giştî dûr bixin, di nav astengiyên herî mezin ên li pêşiya avakirina civaka demokratîk de ne. Jiyaneke demokratîk, azad û wekhev bêyî temsîliyeta wekhev a jinan, têkoşîna rêxistinkirî û îradeya damezrîner a jinan ne mimkun e. Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiya jinan ji têkoşîna civaka demokratîk nayê qutkirin; em careke din biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û aştiyê, ku di bin pêşengiya jinan de bilind dibe, dûpat dikin.

Civîna NATOyê

Armanca ku di civînê de ji bo welatên endam ên NATOyê hat danîn ku hêdî hêdî lêçûnên parastinê bigihînin ji sedî 5ê dahata neteweyî, ne tenê hilbijartineke leşkerî ye. Ev biryar tê vê wateyê ku beşek zêde ya çavkaniyên ku divê ji bo pêdiviyên hevpar ên civakê werin veqetandin weke perwerde, tenduristî, ewlehiya civakî, alîkariya karesatan, çandinî û veberhênanên giştî; çavkanî dê ji bo aboriya şer werin veqetandin. Bacên gel divê ji bo perwerde, tenduristî, hêwirîn, kar, edaleta civakî û siberojê werin veqetandin, ne ji bo çekan. Aliyekî din ê Civîna NATOyê, polîtîkayên zextê yên li hundir bûn. Berî û di dema civînê de, li Enqereyê û li gelek bajarên din li dijî sosyalîst, rojnamevan, sendîkavan, rêxistinên ciwanan, parêzvanên aştiyê û hêzên demokrasiyê operasyon hatin kirin; gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Mafê civîn û xwepêşandanê bi bandor hat binpêkirin û paytext bi rojan di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund û şêwazekî rêveberiyê ya awarte de hat birêvebirin. Rawestandina maf û azadiyên demokratîk bi tu hincetên ewlehiyê nayê rewakirin.

Zextên desthilatê li dijî muxalefetê

Pergala siyasî ya otorîter ku li Tirkiyeyê sazûmanî bûye, bi awayekî pergalî muxalefetê tepeser dike û di heman demê de pirsgirêkên civakî mehkûmî neçareseriyê dike. Bikaranîna dadweriyê wekî amûrek ji bo destwerdana siyasî, operasyonên li dijî rêveberiyên hilbijartî yên şaredariyan, tayînkirina qeyûman, lêpirsînên ku azadiya fikr û ramanan hedef digirin û zexta pergalî ya li ser rojnamevan, siyasetmedar, sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan zirarê dide jiyana demokratîk. Her ku qada siyaseta demokratîk teng dibe, berberîkirina civakî kûrtir dibe, baweriya bi serweriya hiqûqê qels dibe û siberoja welêt xisarê dibîne. Di rewşeke wisa ya siyasî de berpirsyariya berfirehkirina siyaseta demokratîk ji her demê zêdetir pêwîst bûye û berpirsyariya dîrokî ya Partiya DEMê jî zêde bûye. Serdema bê serdemeke nû ya têkoşînê ye ku em ê îdiaya xwe ya li ser siberoja demokratîk a Tirkiyeyê xurtir bikin, qadên hevpar ên muxalefeta civakî berfireh bikin û daxwaza jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bi hêztir derxin qada siyasî. Konferansa Partiya me û Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn ku em ê di vê çarçoveyê de pêk bînin; li aliyekê li gorî hewcedariyên serdemê nûkirina rêxistinî armanc dike, li aliyê din jî ew ê hêzeke nû bide têkoşîna demokrasî, aştî û azadiya civakî ya Tirkiyeyê.”

Di dawiya encamnameyê de helbestvan Ahmet Tellî ku di 10ê Tîrmhê de jiyana xwe ji dest dabû bi helbesteke wî hate bibîranîn.

Etîket: azadiya fizîkî ya Abdullah OcalanDEM PartîMeclisa Partiyê ya DEM PartiyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

15 TÎRMEH 2026
‘Divê her kes bizanibe pêşketin girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

‘Divê her kes bizanibe pêşketin girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

14 TÎRMEH 2026
Devlet Bahçelî derheqê pêvajoyê de tiştek negot!

Devlet Bahçelî derheqê pêvajoyê de tiştek negot!

14 TÎRMEH 2026
‘Divê aştî bi zagonan bê misogerkirin’

‘Divê aştî bi zagonan bê misogerkirin’

13 TÎRMEH 2026
Kabîneya Serokkomariyê dicive: Rojevek jî ‘Qanûna Çarçove’ ye

Kabîneya Serokkomariyê dicive: Rojevek jî ‘Qanûna Çarçove’ ye

13 TÎRMEH 2026
Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

12 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo NATOyê sedan kesî bi îşkenceyê binçav kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saîde Ulugana: Ew teslîm nebûn, çekên xwe bi destên xwe şewitandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ziyareta ‘Bavê Hazir’ jî di bin metirsiya madenê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 21 sal in ‘Rêwîtiya Rojê’ ya Amarayê didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (385)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne