• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nameya ewil a Hayrî Dûrmûş ku ji zindanê nivîsîbû hate parvekirin

Navenda Nûçeyan

14 TÎRMEH 2026 - 11:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.

Nameya yek ji sembolên ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê’ û yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mehmet Hayrî Dûrmûş ku beriya 46 salan ji Girtîgeha Leşkerî ya li Amedê ji malbata xwe re şandibû, yekemcar ji hêla Ajansa ANFê ve bi raya giştî re hat parvekirin. Nameya ku arşîv e, piştî bi salan eşkere bû. Name têkildarî rojên destpêkê yên Dûrmûş ên li girtîgehê û feraseta wî ya têkoşînê agahiyên girîng dide.

Nameya şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş ku ji malbata xwe re şandî wiha ye:

“Bavo,

Ez beriya bi demekê hatim girtin. Demekê di bin çavan de mam, piştre jî hatim girtin. Niha li Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbakirê me. Ez nizanim bê hûn bi girtina min hesiyan an na. Ji ber ku hûn ê meraq bikin, min xwest rewşa xwe ji we re ragihînim.

Weke ku hûn jî zanin, demeke dirêj bû ku li min digeriyan. Dawiya dawî, di encama lêgerîna zêde ya dema dawî de hatim girtin. Dibe ku li ser sedema girtina min hin agahiyên nerast û bêwate belav bû be. Guh nedin van gotinan.

Rewşa min baş e, pirsgirêkeke min nîne. Hûn çawa pêşwazî dikin hûn zanin, min berê jî timî digot; ev têkoşînek e, di nav de her tişt heye. Min her tişt da ber çavên xwe û tevlî vê têkoşînê bûm. Ez rewşa xwe ya niha normal dibînim. Ji ber ku tiştên ez di oxira wê de têdikoşim tiştên gelekî mafdar in.

Zilm û mêtingeriya ku îro li şoreşgeran û li tevahiya gel tê kirin, zilmeke neheq e. Di nava vê têkoşînê de bi hezaran şoreşgerî îro al hildane û li dijî zilma dewletê têkoşînê dimeşîne. Gelek hevalên min ên hêja di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê çi mirina wan, çi jî zindanîkirina bi sedan şoreşger û welatparêzan nikare me xemgîn bike û serî li me bide tewandin.

Em li çiyê jî bin, li zindanan jî bin, li deştê jî bin, di nava şert û mercên herî nebaş jî de bin, em ê li dijî zilma mêtingeriya Tirk her tim li ber xwe bidin û em mecbûrê vê ne.

Ji bo min xeman nexwin. Qedera min û ya bi sedan hevalên min ên qehreman yek e. Qedera min û ya gelê me jî yek e. Li dijî mêtingeriya Tirk cihgirtina gelê me ya li gel şoreşgeran gava destpêkê ya ber bi rizgariya me hemûyan e.

Di oxira vê rastiyê de hem gelê me, hem jî bi sedan şoreşger û welatparêzên li zindanan wê zor û zehmetiyê bibînin. Lê belê baweriya me tam e ku ev zor û zehmetî wê teqez bi dawî bibe û em ê azad bibin.

Nameyê ji min re nenivîsînin, bila xwişk û birayên min jî nenivîsînin. Di nava şert û mercên nebaş ê hewayê de ji bo dîtina min neyên vê derê. Eger hûn gelekî meraq bikin, yek ji xwişk û birayên min dikare bê û min bibîne. Bi taybetî bila dayika min qet neyê.

Dubare bikim, rewşa min baş e. Pirsgirêkeke min nîne. Eger daxwazek min hebe ez ê piştre ji we re bibêjim.

Vê gavê ewqas.

Têm destê we û dayika xwe. Çavên xwişk û birayên xwe û bûka me maçî dikim. Silavên min li dost û hevalên min hemûyan bikin.

Mehmet Hayrî Dûrmûş

24.01.1980″

Etîket: 14ê TîrmehêMehmet Hayrî Durmûş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

14 TÎRMEH 2026
Cangoriyên 14ê Tîrmehê li Riha û Sêrtê hatin bibîranîn

Cangoriyên 14ê Tîrmehê li Riha û Sêrtê hatin bibîranîn

14 TÎRMEH 2026
Serdana gora berxwedêrê 14ê Tîrmehê Alî Çîçek hate kirin

Serdana gora berxwedêrê 14ê Tîrmehê Alî Çîçek hate kirin

14 TÎRMEH 2026
Li Colemêrgê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Colemêrgê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bibîranîn

14 TÎRMEH 2026
Ji ber Zindana Amedê gazî kirin: Divê ev der bibe Muzeya Bîra Mirovahiyê

Ji ber Zindana Amedê gazî kirin: Divê ev der bibe Muzeya Bîra Mirovahiyê

14 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne