KCKê di şexsê berxwedêrên 14ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya salvegera 44emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedêrên 14yê Tîrmehê bi bîr anî ku ev roj wek ‘Roja Rûmetê’ tê binavkirin.
KCKê diyar kir ku ew di şexsê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de hemû berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr tînin û got ku dê li ser felsefeya jiyan û têkoşînê jiyaneke demokratîk û azad pêk bînin.
Daxuyaniya KCKê ya ji bo 14ê Tîrmehê wiha ye:
“14ê Tîrmeha 1982yan ji aliyê dîroka Kurdistanê ve rojeke gelekî girîng e. Darbekarên faşîst ên 12yê Îlonê ku ji bo qirkirina gelê Kurd hatibûn ser desthilatdariyê, di 14ê Tîrmehê de ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve hatin têkbirin.
Darbeya faşîst a leşkerî ya 12yê Îlonê ji xwe re kir armanc ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bitepisîne. Apoyiyên ku di salên 1970î de derketin pêş, li dijî mêtingeriya qirker a ku dewleta Tirk li gelê Kurd dikir, ala îsyanê hildan. Apoyî li Kurdistanê zû bi pêş ketin û di sala 1978an de 27ê Mijdarê bûn partî. PKKê di demeke kurt de li gelek deverên Kurdistanê mêtingeriya qirker hejandibû. PKK welê bi pêş ve diçû ku pêşî nikarîbû lê bihata girtin.
Armanca dewleta Tirk a ku dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk ku stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk bû, her roj derb dixwar. Di 12yê Îlona 1980î de ji bo pêşî li vê pêşketinê bê girtin û mêtingeriya qirker jinûve bê serwerkirin, darbeya faşîst a leşkerî hate kirin. Bi rêya vê darbeya faşîst hate xwestin ku PKK bê eciqandin ku li ber mêtingeriya qirker serî hilda bû. Demeke dirêj îşkence li hezaran kadro, sempartîzan û alîgirên PKKê hate kirin û li zindanan hatin ragirtin. Bi îşkenceyên giran xwestin poşmaniyê li ser girtiyan ferz bikin û wan bikin îtirafkar. Bi vî rengî wê ne tenê PKK li nava betonên zindanan bihate asêkirin, di heman demê de wê îradeya gelê Kurd bihata şikandin, dest ji Kurdîtiyê bihata berdan û bihata qirkirin.
Ji bo têkbirina armanca qirkirinê jiyana xwe danîn holê

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê ji bo têkbirina vê armanca qirkirinê jiyana xwe danîn holê. Polîtîkaya qirkirinê ya li ser teslîmiyeta li zindanan rawestandin. Eger li hemberî vê armanca nexêr helwest nehatibûya nîşandan, wê siberoja gelê Kurd bihata tarîkirin. Li seranserê Kurdistanê bi polîtîkaya qirkirinê wê Tirkbûyîn bihate bicihkirin. Dema berxwedana 14ê Tîrmehê hate bîranîn divê ev rastî baş bê fêhmkirin û vegotin. Têgihiştin û nêzîkatiya ‘Tenê li dijî îşkenceyê li ber xwe dan’ wê bibe sedem ku armanca mêtingeriya qirker a li zindana Hejmara 5an a Amedê neyê dîtin.
Wê bibe neheqiyeke mezin a li van berxwedêran ku dema mirov qala îşkenceyê bike, li ber îşkenceyê rabe lê belê armanca esasî ya vê pergala îşkenceyê danîne holê. Berxwedêrên 14ê Tîrmehê armancên nexêr ên qirker ên dewleta Tirk baş dîtin, lewma jiyana xwe danîn holê û berxwedana herî mezin a dîroka Kurdistanê pêk anîn. Ev berxwedan tam di dema xwe de hate kirin. Eger rojiya mirinê ya mezin a 14ê Tîrmehê pêk nehatibûya, me yê îro bidîta bê qirkirin di asteke çiqasî bilind de li Kurdistanê belav bûye. Ji ber li ser teslîmiyeta li zindanan wê atmosfereke psîkolojîk û siyasî bi dest bixista ku qirkirinê bi lez bikin.
Bi felsefeya jiyan û têkoşînê hêza têkoşînê ya gelê Kurd afirandin
Berxwedêrên 14ê Tîrmehê ne tenê plana bilezkirina qirkirinê sekinandin, di heman demê de bi felsefeya xwe ya jiyan û têkoşînê hêza têkoşînê ya gelê Kurd afirandin ku karibe jiyana demokratîk û azad pê biafirîne. Eger di nava mercên zehmet de li ber xwe nedabûna ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye û bi vî rengî rêbaza serketinê bi dest nexistibûna, destketiyên ku di nava 50 salên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin, wê pêk nehatibûya. Lewma felsefeya jiyan û têkoşînê ya wan îro jî rê nîşanî me dide ku Kemal Pîr bi gotina ‘Ez ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim’ ev felsefe danîbû holê.
Projeya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê dikare bê biserxistin. Di vê felsefeyê de tiştekî bi navê zor û zehmetiyê nîne; zor û zehmetî hinceta têkoşîn û serketinê ye.
Di şexsê berxwedêrên 14ê Tîrmehê de em şehîdên zindanan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin.”













