Amed – Di 44emîn salvegera 14ê Tîrmehê de şahidê berxwedana Zindana Amedê Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku li Zindana Amedê wehşet zêde zêde berdewam dikir, li dijî wê wehşetê jî berxwedaneke mezin, berxwedaneke dîrokî hatiye meşandin û da zanîn ku di kesayetiya wan hevalan de îro rastiya Kurd û Kurdistanê li temamî dinyayê belav bûye.
Berxwedana 14ê Tîrmeha 1982an a di Zindana Leşkerî ya Amedê ya hejmara 5an de li dijî hovîtî û zilmê dest pê kir, di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de weke werçexeke dîrokî û destpêka qonaxeke nû tê qebûlkirin. Piştî derbeya leşkerî ya 12yê Îlona 1980an, Zindana Amedê ji aliyê rêveberiya leşkerî û bi taybetî ji aliyê amirê emniyetê Esat Oktay Yildiran ve veguherîbû navendeke tunekirin, teslîmgirtin û bişaftina nasnameya Kurd. Li dijî polîtîkayên ku armanc dikirin dengê gelê Kurd bi temamî bifetisînin, pêşengên Tevgera Azadiyê li zindanê li ber xwe dan û rê nedan teslîmiyetê. Vê berxwedana dîrokî ku bi çirûska ewil a Mazlûm Dogan a di Newroza 1982an de bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ dest pê kir, di 18ê Gulanê de bi çalakiya ‘Çaran’ (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn) berdewam kir. Lê belê vê berxwedanê di 14ê Tîrmeha 1982an de bi ‘Rojiya Mirinê ya Mezin’ a ku ji aliyê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ve hate destpêkirin, gihîşt asta herî bilind. Ev çalakî ne tenê li hemberî şert û mercên giran ên girtîgehê, di heman demê de bû bersiveke dîrokî ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên pergalê li Zindana Amedê parçe kir. Ruhê berxwedana 14ê Tîrmehê şewq da temamî Kurdistan û Rojhilata Navîn û îro piştî bi dehan salan jî bandora wê li ser têkoşîna azadiyê berdewam dike. Berxwedanê bingeha parastina nasname û rûmeta gelekî ava kir.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û di heman demê de şahidê Zindana Amedê Mehmet Şîrîn Tûnç têkildarî, 44emîn salvegera Berxwedana 14ê Tîrmehê ji ajansa me re axivî.
‘Dixwestin rastiya Kurdan di Zindana Amedê de bi temamî bifetisînin’
Mehmet Şîrin Tûnç axaftina xwe de anî ziman ku îro heger di vê qonaxê de bin, rola berxwedana 14ê Tîrmehê pir girîng e û wiha got: “Bi fikriyata serokatiya partiyê, berxwedaneke dîrokî di Zindana Amedê de pêk hat. Di wê qonaxê de, dewleta Tirk bi her awayî êrîşeke mezin anîbû ser Zindana Amedê. Dixwestin rastiya Kurdan di Zindana Amedê de bi temamî bifetisînin. Lê belê, bi fikriyata serokatiya gelê Kurd, Rêber Apo, hevalan di 14ê Tîrmehê de berxwedaneke dîrokî pêk anîn. Rojiya Mirinê dane destpêkirin. Beriya 14ê Tîrmehê, li Zindana Amedê wehşeteke mezin hebû. Li dijî wê wehşetê, berxwedana Mazlûm Dogan û di 18ê Gulanê çalakiya Çaran jî berxwedana Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn berdewam kir. Lê belê, di 14ê Tîrmehê de ev bû asta herî mezin di Zindana Amedê de. Berxwedan bi vî şiklî mezin bû. Ew berxwedana Zindana Amedê şewq da temamî Kurdistanê. Îro 52 sal zêdetir e jî ev xebat li temamî Kurdistanê û Rojhilata Navîn, heta li dinyayê navê xwe daye nasîn. Ev berxwedan, berxwedaneke dîrokî bû.”
‘Ew heval, bûn çirûska jiyanê’

Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Şîrîn Tûnç ev tişt anî ziman: “Hevalê Mehmet Hayrî Durmuş wiha digot, ‘Kurdistan hebe, hevalno! Vê qêrîn û hawarê tu zemanî ji bîr nekin, serê xwe bilind bikin, dengê min bigihînin gelê min.’ Hevalê Mazlum Dogan gotina wî ev bû, ‘Berxwedan Jiyan e’. Bi berxwedaneke dîrokî tevgeriya û bû Kawayê Hemdemî. Hevalê Ferhat, dema gotina xwe ya dawî de, ‘Hevalno, me bi zanayî ev çalaki pêk anî û ji bo partiyê, ji gelê xwe, em wazîfeya xwe pêk bînin, me ev biryar hildaye. Dengê me bigihînin partiya me, gelê me’ digot. Di vê bingehê de, xebateke dîrokî hate meşandin. Heger mirov vê rastiyê baş fehm bike, di Zindana Amedê de çi hate jiyîn û berxwedana wan çawa û bi çi şiklî gihîşt armancê, divê her kes di vê xalê de li ser xwe bisekine. Îro em di qonaxeke dîrokî de derbas dibin. Di vê qonaxa dîrokî de, dema mesela Kurd bi şiklêkî aştî û demokratîk pêk were, divê em tu zemanî tiştên ku hatine jiyîn ji bîr nekin. Li gorî wî ruhî jî di vê qonaxê de, tiştên ku dikeve ser şanê me, di pratîkê û emel de pêk bînin. Ew heval, bûn çirûska jiyanê. Bi vî şiklî berxwedaneke mezin pêk anîn. Li Zindana Amedê wehşet zêde zêde berdewam dikir, lê belê li dijî wê wehşetê jî berxwedaneke mezin, berxwedaneke dîrokî hebû. Di dîroka dinyayê de bi vî şiklî kêm berxwedan hatibin meşandin. Di kesayetiya wan hevalan de, îro rastiya Kurd û Kurdistanê li temamî dinyayê belav bûye. Em di wê fikrê de ne ku tiştên dikeve ser milê me jî, em ew doza ku hatiye meşandin, bi her şiklî di pratîkê de pêk bînin.”
‘Alî stêrka me ya sor e’
Mehmet Şîrîn Tûnç destnîşan kir ku îro bi wan berxwedanan serbilind in û bi encama wan berxwedanan jî îro li temamî Kurdistanê her kes vê gotina ‘Berxwedana Jiyan e’ qîr dike û wiha pêde çû: “Ew çalakiyên, di 14’ê Tîrmehê de hatine meşandin, çalakiyên dîrokî ne. Rastiya milletekî, ne tenê rastiya gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, ev berxwedan hat meşandin. Tenê ji bo Kurd û Kurdistanê nîn e, ji bo temamî mirovahiyê ye. Berxwedaneke dîrokî ye û bi vî şiklî pêwîst e divê mirov bi vî awayî nêzîk bibe. Di wê çaxê de rastiya Kurdan bi temamî hatibû înkarkirin. Eşkere digotin ‘vê derê cezayê we yê eskerî ye, hûn lazim e bibin Tirk’, bi vî nêzîkatiyê tevdigeriyan. Lê di encama berxwedana 14ê Tîrmehê de, ew nêzîkatî bi tevahî ji holê hate rakirin. Hevalê Kemal Pir wiha digot, ‘Ez rastiya Tirk û Tirkan di rastiya Kurd û Kurdistanê de dibînim’ û hevalê Mehmet Hayrî Dûrmûş, dema ku nefesa xwe ya dawî dida, wesiyeta wî ya dawî ew bû digot ‘Ez deyndarê vî gelê me. Li ser kêla tirba min binivîsin: Ev kes deyndarê gelê xwe ye.’ Hevalê Alî Çîçek, hevalekî ku hîn 16-17 salî bû, di lêpirsînê de ewqas îşkence dîtibû lê navê xwe jî negotibû. Ji ber wê hevalê Mehmet Hayrî digot, ‘Alî stêrka me ya sor e.’ Hevalê Akîf ha keza, berpirsiyarê ciwanan bû li Amedê, berxwedaneke dîrokî pêk anî. Bi vî şiklî, ew berxwedan bû çirûska jiyanê li tevahî Kurd û Kurdistanê û belav bû. Îro ew şewq daye Rojhilata Navîn.
‘Heger mirov gav neavêje, nikare bersivê bide dîrokê’
Her wiha Mehmet Şîrîn Tûnç bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û diyar kir ku îro pêwîst e bi ruhê 14ê Tîrmehê, ev pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi şev û roj mirov bixebite û rastiya Kurdan li temamî dinyayê bide qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tiştî serast bikin û tanzîm bikin. Rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bi vî şiklî ev rastiya xwe em pêwîst e ji her kesî re bidin nasîn, hem ji dostê xwe re hem ji dijminê xwe re bidin qebûlkirin. Di vê bingehê de tevbigerin û xebitîn pir girîng e. Heger mirov welatparêz be, şoreşger be, weke qonaxa guhertinê çêneke û gav neavêje, nikare bersivê bide dîrokê. Em di qonaxeke pir zehmet de derbas dibin. Qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Ji ber wê ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd ê wazîfeya xwe ya dîrokî, bi dostê xwe re bi temamî di pratîkê de pêk bîne. Tu demê ev fikra şaş nehatiye fehmkirin. Îro û şûn de jî ev fikir yê kûr bibe, berfireh bibe û li her derê jî bigihîje armanca xwe.”












