Amed- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman de bi beşdariya akademîsyen û pisporên zimên “Komxebata Termên Şaredariyê” bi rê ve dibe. Beşdarên komxebatê diyar kirin ku dê ev termînolojî ji bo hemû şaredariyan bibe rêber û ji bo siberojê rêya statûye vebike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman de ‘Komxebata Termên Şaredariyê’ li dar xist. Komxebata ku piştî 6 rojan dê îro bi dawî bibe, li Navenda Gastro Înovasyonê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tê li dar xistin û pisporên ziman û akademîsyen hatin cem hev, bi pîvaneke navxweyî hewl didin standartekê ava bikin.
Beşdarên komxebatê Mamosteya Kurdî Dîlan Sebeşoglû, Weşanger Denîz Gunduz, Zimannas Zana Farqînî û Etnomuzîkolog Şoreş Mamlê hewldanên komxebatê bi ajansa me Welat (AW) re parve kirin.
Mamosteya Zimanê Kurdî Dîlan Sebeşoglû derbarê çarçoveya xebatê de agahî da û wiha got: “Ev xebat û nîqaş wekî bersivek li dijî siyaseta asîmîlasyonê tên meşandin. Di vê çarçoveyê de, li vir ji bo di her qada jiyanê de termên Kurdî bên bikaranîn xebat tên kirin.”
Ev termînolojî wê bibe rêber

Dîlan Sebeşoglû destnîşan kir ku ji bo vê armancê di navbera şaredariyan de koordînasyoneke berfireh hatiye ava kirin û ev tişt anî ziman: “Di van xebatan de zimanzan, nivîskar, akademîsyen û pisporên zimanê Kurdî li hev dicivin da ku termînolojiya Kurdî ya ku di hemû qadên jiyanê de tê bikaranîn saz bikin.”
Di axaftina xwe de Dîlan Sebeşoglû diyar kir ku encamên vê xebata şeş rojan dê di qada fermî de bibe rêber û wiha axivî: “Di encama van nîqaşên zanistî de, biryar bê girtin ku ev termînolojî bibe rêber ji bo hemû şaredarî û rêveberiyên xweser ên Dem Partiyê.”
Ji bo kurdî biryarên nû
Dîlan Sebeşoglû li ser rexneyên derbarê kêm bikaranîna kurdî jî sekinî û ev nirxandin kir: “Gelek rexne hene ku Dem Partî zimanê Kurdî bi têra xwe bi kar nayne, ev rexne di cih de ne lê biryarek nû hatiye girtin ku Kurdî bibe zimanê sereke û di asteke çêtir de bê bikaranîn.”
Ji bo hemû şaredariyan standartek

Denîz Gunduz destnîşan kir ku ev standartkirin ji bo siberoja zimanê kurdî li her derê derbasdar e û wiha got: “Ev xebata me ji bo hemû şaredariyan e, ne tenê ji bo şaredariya Amedê ye. Termînolojîya ku em çedikin ji bo Çewlîgê, Dêrsimê û ji bo cihên din e jî. Pêşerojê zimanê kurdî bibê xwedî statu ji bo şaredariya Stenbolê jî ev termînolojîya hevpar dê gelekî bi kêr were.”
Beşdariya ji her çar parçeyan

Zimannas Zana Farqînî jî bal kişand ser tevlîbûna akademîsyenên ji her çar parçeyên Kurdistanê û ev tişt vegot: “Heta niha zêdetirî 30 civîn hatine çêkirin. Di civînên dawî de, lijneyeke bilind a ji pisporên her çar parçeyan û Ewropayê beşdar bûn û me li ser termên ku li ser wan lihevnekirin hebû, nîqaş kirin.”
Rêbaza navneteweyî ya xebatê
Zana Farqînî li ser rêbaza zanistî ya xebatê jî anî ziman ku ew tenê bi Kurmancî sînordar neman e û wiha pêde çû: “Em li zaravayên wekî Zazakî û Soranî jî dinêrin. Her wiha ji bo encameke baş, em li zimanên mîna Erebî, Farsî, Îngilîzî û Fransî jî dinêrin ka wan ev term çawa çêkirine û em ji tecrûbeyên wan sûd werdigirin.”
Li Bakur rewşa zimanê Kurdî

Etnomuzîkolog Şoreş Mamlê jî bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya li Bakur û wiha got: “Mixabin rewşa ziman li Bakur ne pir baş e. Bêguman gavên ber bi pêşveçûnê ve hene, lê divê xebatên hîn zêdetir werin kirin. Ji bo hînbûn û perwerdehiya ziman, vekirina qurs û bernameyên taybet pir girîng in. Pêdivî heye hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û ev ders li her derê belav bibin.”
Rêbaza zanistî û nirxandina terman
Der barê rêbaza lêkolînê û nîqaşên zimannasiyê de Şoreş Mamlê destnîşan kir ku ew wekî pisporê etnomuzîkolojiyê piştgiriyê dide projeyê û li ser rêbazê agahî dan û wiha got: “Ev lêkolîn di bin çavdêriya zimanzanan de dimeşe û biryarên bingehîn ji aliyê pisporên etîmolojiyê ve tên girtin da ku encamên herî guncav derkevin holê.”












