Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, derbarê texrîbat, pirsgirêkên bajarî û pêşniyarên çareseriyê yên li navçeya Sûrê “Rapora Çavdêrî û Pêşniyaran a Sûrê” eşkere kir û wiha got: “Ji bo ku em ji bo pirsgirêkên bajarî ên heyî çareseriyên bilez û domdar bi pêş bixin; divê bi tevlibûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, TMMOBa Amedê û dînamîkên bajêr, ‘Komxebata Sûrê’ bê lidarxistin.”
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, derbarê rûxandin, pirsgirêkên bajarî û pêşniyarên çareseriyê yên li navçeya Sûrê “Rapora Çavdêrî û Pêşniyaran a Sûrê” bi daxuyaniyekê li avahiya xwe ji raya giştî re eşkere kir. Gelek avahîsaz ango mîmar tev li daxuyaniyê bûn. Bang li hemû dînamîkên bajêr hat kirin ku ji bo parastina navçeyê bikevin nav liv û tevgerê. Hevseroka Odeyê Şîlan Mizrak metna raporê xwend.
‘Pêvajoyên ku giran tên meşandin tehrîbatê mezin dikin’
Şîlan Mizrak bal kişand ser girîngiya mîrasa dîrokî û destnîşan kir ku Sûr bi hezar her sal dîroka xwe û mîmariya xwe ya resen wekî qadeke bêhnstendinê balê dikişîne, lê belê eleqeya zêde ligel xwe gelek pirsgirêkên bajarî jî tîne û wiha got: “Di serî de pirsgirêkên avahîsaziyê yên li qada mîrasa çandî û dîrokî her ku diçe zêdetir dibin. Ji ber ku mudaxeleyên pêwîst nayên kirin û pêvajoyên daxwazan giran dimeşin, ev rewş dibe sedema tehrîbatên ku nayên telafîkirin û jiyana civakî jî her ku diçe xirab dike.”
‘Divê di hemû xebatan de rêzikên plana îmarê bên esas girtin’
Şîlan Mizrak diyar kir ku ji bo rûbirûbûna van texrîbatan divê gavên lezgîn û berbiçav bên avêtin û got: “Ji bo parastina hafizeya Sûrê û veguhastina wê ya ji bo nifşên pêşerojê, divê xebatên belgekirinê tavilê dest pê bikin. Di hemû plansaziyên ku li navenda bajarê dîrokî werin kirin de, divê rêzikên Plana Îmarê ya ji bo Parastinê (KAÎP) esas bên girtin û ji mudaxeleyên ku zerarê didin prensîbên parastinê dûr bikevin. Di heman demê de xebatên restorasyonê yên li sûr û bircan divê li gorî prensîbên zanistî bên qedandin, tescîla avahiyan werin kirin û avakirina bêkontrol a ku zirarê dide cewherê kolanan bê astengkirin.”
‘Dagirkirina peyarêyan û pirsgirêka otoparkê jiyanê asteng dike’
Şîlan Mizrak her wiha bal kişand ser pirsgirêkên rojane û binesaziyê û anî ziman ku îskeleyên restorasyonê rihê bajêr xirab nîşan didin û ewlehiya derdorê dixin xetereyê û axaftina xwe wiha domand: “Dagirkirina peyarêyan a ji aliyê karsazan ve mafê bikaranîna qada giştî ya peyayan asteng dike; divê kolan û peyarê ji bo her kesî ewle û bikonfor bin. Her wiha rênîşandana parkkirina wesayîtan a karsaziyan a li ber dikanan divê bê sekinandin. Ji bo çareserkirina otoparkê, divê li derveyî sûran qadên nû werin plansazkirin û bi taybetî xetên hatinûçûn û parkkirina otobusên turîzmê werin birêkûpêkkirin. Kêmasiyên ronahîkirina kolanan û kontrolên paqijiyê yên karsaziyan jî tenduristiya giştî dixe xetereyê.”
‘Çareserî Komxebata Sûrê ye’
Şîlan Mizrak di dawiyê de bal kişand ser pêşniyara xwe ya sereke ya ji bo çareseriyeke domdar û banga xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo ku em ji bo pirsgirêkên bajarî ên heyî çareseriyên bilez û domdar bi pêş bixin; divê bi tevlîbûna Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Sûrê, Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOBa Amedê û dînamîkên bajêr, ‘Komxebata Sûrê’ bê lidarxistin. Wekî Odeya Avahîsazan, dema em van pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên ku me tespît kirine bi raya giştî re parve dikin, em radigihînin ku ev bajar qada me ya jiyanê ya hevpar e û em amade ne ku cihê xwe di hemû xebatên ku piştgirî jê tê hêvîkirin de bigirin.”













