• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

Nedîm Orûç / AW

9 TÎRMEH 2026 - 08:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Malbata gerîla Zeynep Oz (Bêrîtan Botan) ku beriya salekê tev li merasîma îmhakirina çekan bûbû diyar kir ku zarokên wan her tişt kir û divê êdî dewlet tişta dikeve ser milê wê bike û got ku heger silhek tê kirin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Piştî banga Aştiyê û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê ji bo pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêş bikeve gelek gavên girîng avêtin. Yek ji van gavan jî şewitandina çekan bû. Di 11ê Tîrmeha 2025an de bi tevlibûna Hevseroka Rêveberiya Konseya KCKê Besê Hozat, Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nedîm Seven û 28 gerîlayên PKKê li Şikefta Cesenayê bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin ango îmha kirin.

Bi vê gavê Tevgera Azadiyê girêdana xwe ya bi banga Abdullah Ocalan re bi awayekî şênber nîşan da. Ji wê rojê heya îro salek derbas bû û li ser ewqas gavên şênber ên Tevgera Azadiyê jî lê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve gaveke şênber nehatiye avêtin.

Dema 11ê Tîrmeha 2025an malbatên gerîlayan dîtin ku zarokên wan ji bo pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavek ewqas gîring avêtin bi vê yekê kêfxweş bûn û gelek malbatan diyar kirin ku ew ji bo aştiyek bi rûmet li pey biryara Tevgera Azadiyê û zarokên xwe ne.

Yek ji malbatên ku keça wan çeka xwe şewitandiye jî malbata endama Tevgera Azadiyê Zeynep Oz (Bêrîtan Botan) e. Weke gelek malbatan, malbata Zeynep Oz a ku li navçeya Cizîrê dijî piştî salên dirêj cara yekemîn keça xwe dîtibû û bi vê yekê şanaz bûbû. Dayik û bavê Zeynep Oz jî bertek nîşanî gav neavêtina dewletê dan.

‘PKKê her tişt kir niha dora dewletê ye’

Elîf Oz da zanîn ku keça wê ji bo aştiyê çeka xwe şewitandiye û wiha got: “Bi ser gava ku hatiye avêtin re salek derbas bû. Lê heya niha dewleta Tirkiyeyê gavek neavêtiye. Wan gavek avêt lê em tiştekî ji aliyê dewletê ve nabînin. PKKê gavên xwe avêtine û li benda dewletê ye. Divê êdî dewlet tişta dikeve ser milê wê bike.”

‘Zarokên me dixwazin di nav gelê xwe de siyaseta demokratîk bikin’

Elîf Oz diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û ev yek anî ziman: “Em dixwazin dewlet gav biavêje û zarokên me werin siyaseta demokratîk bikin. Bila deriyê zindanan were vekirin. Madem silh heye bila Serokê me were berdan. Em jî zarokên me jî li bendê ne ku dewlet gavên hiqûqî biavêje.”

‘Divê dewlet dereng nemîne û gav biavêje’

Bavê Zeynebê, Îbrahîm Oz jî da zanîn ku gava beriya salekê hatiye avêtin gavek ber bi aştiyê ve bû û wiha got: “Wan ji bo aştiyê gavek avêt. Me divê dewlet jî bersivekî bide vê gavê. Vaye salek derbas bû lê em tiştek nedît. Ew kesên ku çek şewitandin dixwazin werin nav gelê xwe û siyaseta xwe bikin. Divê dewlet dereng nemîne û gavekî biavêje.”

Etîket: Abdullah Ocalanmerasîma çekdanînêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkşewitandina çekanTevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026
‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

11 ÎLON 2026
Otomatik taslak

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Êlihê bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome

9 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne