10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 2yemîn de berdewam dike û welatiyên Amedê eleqeyek zêde didin pêşengehê.
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 2emîn de berdewam dike. Îro bi hezaran pirtûkhezên Amedê rêya xwe li pêşengehê xistin.
Ji bilî welatiyan Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro serdana pêşengehê kir û ji weşanxaneyan pirtûk stendin.
Di pêşengehê de îro pirtûka Zekî Bayhan a bi navê Gehiştina Sifirê (Sifira Erişmek) ji aliyê endama TJA yê Sebahat Tuncel û endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Ozgur Faîk Bûlût ve hat îmzekirin.
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê heta 4ê Cotmehê vekirî bimîne.













