Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê ragihand ku Tirkiye ji bo wan ragihandiye ji bo radestkirina gav bi gav a Baregeha Zîlkanê ya Hikûmeta Iraqê dest bi karûparên pêwîst kiriye.
Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê têkildarî vekişîna Tirkiye ya ji Baregeha Zîkan a Mûsilê daxuyaniyek da.
Hate ragihandin ku Komîteyeke Bilind a Hevpar a di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser sê xalan li hev kiriye ku 23yê Îlona 2026an aliyên Iraq û Tirkiye li ser li hev kiribûn.
Hate gotin ku her du alî li dewamkirina gavên ku bitemamî desthilata dewletê li ser Şengalê ferz dike, li hev kirine bên bicihanîn.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji bo radestkirina Baregeha Zîlkanê ya bi gav bi gav dest bi karûbarên pêwîst kiriye.
Li aliyê din herdu aliyan biryar dane ku ji bo pêngavên li Şengalê li gorî li ser li hev kirine, birêve biçe Komîteyeke Hemahengî ya Ewlehiyê ya Hevpar ava bike.













