Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li navçeyên Kurecîk û Arguvanê yên Meletiyê bi gel re hat cem hev û diyar kir ku di siyasetê de hewcedariyeke ku Kurd ne derveyî pêvajoyê be heye û got: “Ji bo aştiyê hewceyî bi zemîneke nû heye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Meletiyê hevdîtinên xwe yên bi gel û saziyên civakî yên demokratîk re didomîne. Hevseroka Giştî ya DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar li navçeyên Kurecîk û Arguvanê tevlî civînên gel bû û li ser geşedanên dawî yên siyasî nirxandin kirin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku Tirkiye di mijara siyasî û aborî de zêdetir ji rênîşandanê dûr ketiye û diyar kir ku pirsa Kurd ku pirsa sereke ye zindî ye û got: “Kurd li Rojava pergala xwe ava kirine, li Rojhilat û Tirkiyeyê jî bûne hêzeke mezin a ku dewletê ber bi demokrasiyê ve dajon. Ev rewş dewleta ku biryara înkara Kurdan dabû, neçar dike ku têkiliya xwe ya bi Kurdan re ji nû ve saz bike.”
‘Ji bo aştiyê hewceyî bi zemîneke nû heye’
Çigdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku dewlet çareseriyê di “berdana çekan” de dibîne, lê sedema bingehîn a têkoşîna Kurdan daxwaza ziman, nasname û azadiyê ye û bal kişand ser cûdahiya pênasekirina pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Dewlet pêvajoyê wekî ‘Tirkiyeya bêteror’, em jî wekî ‘Civaka Demokratîk û Aştî’ pênase dikin. Kurd ji bo vî welatî gef nînin û divê ji nû ve têkilî bên sazkirin. Di siyasetê de hewcedariyeke ku Kurd derveyî wê neyên hiştin heye. Em li vir in da ku bi hev re biaxivin ka em ê vê rewşa siyasî ya nû çawa bikin aştiyeke ku tê de Kurd bi azadî û wekhevî bijîn. Ji bo aştiyê hewceyî bi zemîneke nû heye.”
Civîn piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar bi pirs, nirxandin û anîna ziman a fikar û bendewariyên welatiyan bi dawî bû.





















