• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serî li ber astengiyan rakir û bû dengbêj

Mahmût Altintaş / AW

31 GULAN 2025 - 08:26
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şirnex – Lavîn Ozdemîr yek jî dengbêjeke jin a ciwan e. Lavîn Ozdemîr destnîşan dike ku ji ber dengbêjiyê gelek caran rastî astengiya malbatê hatiye lê tevî astengiyan jî di dengbêjiyê de israr kiriye. Lavînê bi gotina “Ji ber ku dengbêjî çanda me ye û divê em biparêzin” balê dikişîne ser girîngiya dengbêjiyê.

Dengbêjî di çanda Kurdî de xwedî wateyeke mezin e. Ji ber ku zimanê niviskî yê Kurdî pêşneketîbû çîrok, bûyer û dîroka Kurdan ji aliyê dengbêjan ve weke kilam ango bi devkî hatiye gotin û heta roja me ya îro dom kiriye û ev çanda qedîm nehatiye jibîrkirin. Ji ber vê yekê dengbêjî ji aliyê folklorîk, bîr, zanyarî û dîrokê ve di cihekî pirr girîng digire. Her çiqas dîroka dengbêjiyê bi gelemperî bi navê mêran hatiye nivîsandin jî rola jinan di dengbêjiyê de pir girîng e. Dengbêjên jin ên weke Eyşe Şan, Meryem Xan, Fatê Quto û hwd. bandoreke mezin li dengbêjiyê kirin e. Gelek jinan jî li pey şopa wan dest bi dengbêjiyê kirin e û dengê jinan di nava dengbêjiyê de jî zindî hiştin e.

Yek ji dengbêjên ciwan a roja me ya îro Lavîn Ozdemîr e. Lavîn Ozdemîr ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Hê di temenê xwe yê biçûk de ji bapîrê xwe yê dengbêj guhdariya kilaman kiriye û di dîwana dengbêjan de stran guhdar kirin e. Lavîn Ozdemîr ku ji bapîrê xwe fêrî dengbêjiyê bûye ew jî niha di civat û konseran de kilamên dengbêjiyê dibêje. Lavîn Ozdemîr weke dengbêjeke jin a ciwan qala serpêhatiya xwe ya dengbêjiyê kir.

Di 18 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye

Lavîn Ozdemîr dibêje, “Dema ez guhdarî kilameke dengbêjî dikim weke ku li çîroka xwe guhdar dikim” û wiha qala xwe û dengbêjiyê kir: “Yekemîn car ez hê 18ê salî bûm min di civatan de dengbêjî digot. Min guhê xwe dida çîrokên dengbêjiyê û bi vî awayî hînî dengbêjiyê bûm. Min ji bapîrê xwe re digot tu bêje ez jî bi te re bêjim bi vî awayî min xwe li pêş xist. Niha jî li ser medyaya sanal û di konseran de stranan dibêjim.”

Tevî astengiyên malbatê jî dev jî dengbêjiyê bernedaye

Lavîn Ozdemîr anî ziman ku ji ber pergala mêrsalar û feodalîzma li Kurdistanê jin di hemû beşên civakî de rastî astengiyan hatinê. Lavîn Ozdemîr jî weke dengbêjeke jin bi astengiyên malbatê re rû bi rû maye. Lê Lavîn Ozdemîr tevî astengiya malbatê jî dev jî dengbêjiyê bernedayê. Lavîn Ozdemîr ku ji bo parastina çanda dengbêjiyê li dijî malbata xwe derketiye û niha kilaman dibêje ev yek anîn ziman: “Divê malbat jî piştgiriyê bidin jinan û asteng nekin. Dixwazim zarokên xwe jî fêrî dengbêjiyê bikim û ew çanda me winda nebe. Gelek jin hene dengê wan jî xweş e û dixwazin dengbêjiyê bikin lê ji ber astnegiya malbatê nikarin dengbêjiyê bikin. Di nav dengbêjan de jî pir kêm jin hene ji ber wê dengbêjên jin di nava civakê de jî bi zahmetiyan re rû bi rû dimînin.”

Hem helbestan dinivisîne hem distirê

Lavîn Ozdemîr ku da ye pey şopa Eyşê Şan û Meryem Xanê di heman demê de helbestan jî dinivisîne. Lavîn Ozdemîr bi lêv kir ku ew dixwaze yek ji helbestên xwe weke bike kilamek û bi terza dengbêjiyê bêje û wiha got: “Li ber destê min stranên ku min nivîsandine hene. Lê derfeta min nebû ye ku wan stranên xwe derxînim. Kilameke dengbêjiyê min bi xwe nivisiye û ez dixwazim di demên pêş de wê strana xwe derxînim. Weke awazekê ye û bang li çiya û deştan dike. Kilameke bi vî awayî ye. Derfeta min çêbibe ez ê wê strana xwe ya dengbêjiyê biweşînim.”

Etîket: çanda KurdîdengbêjDengbêjîjinên dengbêjLavîn Ozdemîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

25 TÎRMEH 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Roja duyemîn a mihrîcanê: Dengê jinên dengbêj olan da

Roja duyemîn a mihrîcanê: Dengê jinên dengbêj olan da

13 HEZÎRAN 2026
Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

11 HEZÎRAN 2026
‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne