• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sazî û partiyên li Amedê: 14ê Tîrmehê li dijî tarîtiya faşîzmê ye 

Navenda Nûçeyan / AW

15 TÎRMEH 2025 - 00:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Partiyên siyasî û rêxistinên civakî li pêş Zindana Amedê ya 5 Nolu daxuyanî dan û berxwedêrên 14ê Tîrmehê bibîr anîn.

Kadroyên pêşeng ên PKKê Mehmet Hayrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, bi boneya îşkenceya li zindana Amedê şermezar bikin, di 14ê Tîrmeha 1982an de dest bi Rojiya Mirinê kirin. B minasebeta  43yemîn salvegera çalakiya mezin, partiyên siyasî û rêxistinên civakî ku ji TJA, DEM Partî, DBP, Komeleya 78an, Dayîkên Aştiyê, Komeleya Wêjekarên Kurd,  MED TÛHAD-FED, MED-DER, TÛAY-DER, Hevşaredarên navçeyên navendî û navçeyên derve yên Amedê,bernameya bîranînê li dar xistin. Nûnerên saziyan di çalakiyê de pankartên, “Rihê berxwedana 14ê Tîrmehê ber bi avakirina Civaka Demokratîk ve” û “Divê zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mirovahiyê’” vekirin. Dîsa girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Endamê Komeleya 78an ê Amedê Medenî Alpkaya li vir daxuyanî xwend.

Medenî Alpkaya, anî ziman ku li vî welatî piştî derbeyên leşkerî yên 27ê Gulana 1960î, 12ê Adara 1971î ku şoreşgerên wekî Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin qetilkirin û di 6ê Gulana 1972yan de Deniz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn İnan ku  li ber sêdarê gotina wan a dawî; “Bijî têkoşîna hevpar a Azadiya gelê Kurd û tirk” bû, hatin bidarvekirin. 45 sal berê di 12ê Îlona 1980î de, di pêşengiya Kenan Evren û Generalên hevalbendên wî de li vî welatî dîsa Derbeya leşkerî pêk hat. Di encama vê Derbeya leşkerî de siyaseta sivîl hat desteserkirin, siyasetmedar û şoreşger hatin girtin û di îşkeceyan re hatin derbaskirin.”

Medenî Alpkaya, da zanîn ku bi van pêkanînên Derbeya leşkerî li gorî daneyên fermî 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes ji aliyê dadgehên leşkerî ve hatin darizandin û wiha axivî: “Di îşkenceyan de 171 kes bi tevayî 300 Kesan jiyana xwe ji dest dan, 48 kes hatin darvekirin, bi hezaran kes ji hemwelatiyê hatin derxistin û ji mafê hemwelatîbûnê bêpar hatin hiştin. 1.683 kes jî wekî sûcdar di arşîvên dewletê de hatin qeydkirin. Piştî Derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980 bi Fermana Generalên Cuntaya Faşîst li Zindana Amedê li hemberî girtiyên şoreşger pêkanînên dermirovahî hatin destpêkirin.

Armanca van pêkanînan û hemû cûreyên îşkenceyê  ku li hemberî girtiyan bi taybetî li hemberî ciwanên kurd dihatin bikaranîn. Serî tewandin, çokdanîn û dûrxistina ji çand ziman, nasname û nirxên neteweyî yên girtiyan bûn. Generalên Derbeya leşkerî bi van pêkanînan, dixwestin vîna girtiyên şoreşger bişkînin û teslim bigirin. Li hemberî van sepanên faşîzma 12ê Îlonê girtiyên şoreşger ên ku ji doza Azadiya Gelê Kurd girtîbûn û ji bo azadiya gelan têkoşîn dimeşandin, di pêşengiya Xeyrî, Kemal, Akîf û Eli’yan de bi vîneke polayî dest bi berxwedaneke destanî kirin.”

Medenî Alpkaya, da zanîn ku di s alvegera 43’yemîn a ‘Rojiya Mirinê’ ya mezin a 14ê Tîrmehê de, em îro dîsa li ber Zindana Amedê ne. Em di kesayetiya van parêzvanên azadiyê û berxwedêrên 14′ Tîrmehê de, hemû têkoşer û şehîdên doza azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. 43 sal berê di 14ê Tîrmeha 1982yan de li dijî hewldanên teslîmgirtin, şikandina vîna girtiyên azadiyê, îşkenceyên ji aliyê faşîzma 12ê Îlonê ve dihatin meşandin. Berxwedana ‘Rojiya Mirinê’ ya mezin a 14ê Tîrmehê li Zindana Amedê dest pê kir û rê neda Faşîzma Cûnta Leşkerî.”

Herî dawî Medenî Alpkaya wiha berdewam kir: “Bi berxwedana 14ê Tîrmehê ya li dijî tarîtiya  faşîzma 12ê Îlonê li Zindana Amedê dîroka berxwedanê hate nivîsandin. Ev berxwedan ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê bû bingeha jiyana azad û bi rûmet. Cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê hêjand, polîtîkayên înkar û qirkirinê pûç kir û vala derxist. Ev Berxwedana ku bi pêşengiya M. Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yilmaz û Alî Çîçek hat destpêkirin, weke ‘Dîroka Berxwedanê’ ya Zindana Amedê cihê xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de girt. Çalakiya ‘Rojiya Mirinê’ ya mezin destûr neda bêrûmetiya ku li ser gelê kurd û gelê din ên li Tirkiyeyê dihate meşandin.

Em berxwedana hemû girtiyên siyasî yên ku li zindanan li ber xwe didin slav dikin. Ev têkoşîn û berxwedana biryardar têkoşîna azadiyê gihandiye asta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Hemû dinyayê şahidî kir ku ji bo  tecrîd bi dawî bibe, berxwedêrên zindanan têkoşîneke biryardar û bêhempa meşandin. Di vê pêvajoyê de jî, ji bo ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi serkeftinê were tacîdarkirin, girtiyên zindanan ên mîratgirên berxwedana Zandana Amedê têkoşîna xwe xurtir dikin.

Em bi têgihîştina rast a pêngava dîrokî ya danîna çekan, hevgirtina xwe bi hemû gelê xwe re bi taybetî jin, ciwan, karker û kedkaran her wiha hêzên demokratîk û sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, parêzer, hunermend û siyasetmedaran re radigihînin. Erk û berpirsiyariya xwe ya ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêzdar Ocalan û çareseriyek siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî çalaktir pêk bînin û têkoşîna navneteweyî ya demokratîk, sosyalîst û hevgirtinê li ser asta cîhanî pêşbixin, xurt bikin û bi raya giştî re parve dikin.”

Herî dawî Medeni Alpkaya wiha axivî: “m weki peywira civakî dibînin ku em piştgiriyê bidin gelê xwe û hemû hêzên siyasî. Bi têgihîştina rast a taybetmendiyên pêvajoya dîrokî ya ku em dijîn û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji hêla Rêzdar Ocalan ve hatî pêşxistin, da ku peywira perwerdehî, rêxistinî û berbihevaninê di her warî de bi serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêşve bibin. Zilm û zordarî dê bi dawî bibin, azadî û hevgirtin dê bi serkevin.

Piştî têkoşîna bi rûmet û biryardar a bi dehsalan ku bi berdêlên giran hat meşandin, gelê Kurd bi yekîtî û hevgirtin dest daye hev û li dora banga Rêzdar Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bûye yek û bi daxwaza; di serî de girtiyên nexweş bi giştî jî serbestberdana hemû girtiyên siyasî, destûreke bingehîn a demokratîk, ku maf û azadiyên hemû gelên li vî welatî dijîn di nava xwe de dihewîne. Mafê Azadiya çand, Ziman, nasname, bawerî û reng û dengê hemû beşên civakê misoger dike were sazkirin. Zindana Amedê ya ku weke îşkencexane û navenda bêhuqûqî,  neheqî û heqaretên nedîtî yên li ser girtiyên azadiyê tê zanîn, bibe Mûzeya bîra mirovahiyê. Şev û roj li gund û bajaran xebatên xwe dimeşîne û civînên gel li dar dixe.

Tenê yek ji pênc blokên mayî wekî cihekî Muzeyê tê destnîşankirin. Em nizanin dê ka di hundir de çi hebe? Mafê me heye ku em bizanibin. Divê muze bi şahidên kesên ku ji vê pêvajoyê jiyane were temam kirin. Ji bo siberojeke azad û jiyaneke bi rûmet têkoşîn berdewam e û heta serkeftin û azadiyê dê ev têkoşîna rûmeta mirovahiyê berdewam be. Em dubare di kesayetiya şehîd û têkoşerên 14ê Tîrmehê de hemû şehîdên doza azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Berxwedêrên 14ê Tîrmehê nîşanê me dane ku rêya tekane ya serkeftin û serfiraziyê têkoşîn û berxwedan e. Hemû gelên vî welatî, bi rihê berxwedêrî li hemberî derbeyên leşkerî bi hev re têkoşîna hevpar a gelan mil dan milê hev û rê nedan faşîzma cûntayên leşkerî. Bi armanca xurtkirin û bilindkirina mîrateya berxwedêr a pêşengên doza azadiyê û pêkanîna xewn û xeyalên wan.

*Em ê bi hev re têbikoşin!

*Bi hev re di ber xwe bidin!

*Bi hev re bi ser Bikevin!”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne