• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
28 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê li dijî dagirkirina peyarêyan daxuyanî hat dayin

    Li Amedê li dijî dagirkirina peyarêyan daxuyanî hat dayin

    Omer Ocalan di mewlûda şehîdan de axivî: Divê dewlet Rêberê me nas bike

    Omer Ocalan di mewlûda şehîdan de axivî: Divê dewlet Rêberê me nas bike

    Otomatik taslak

    Li Geverê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

    Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê starta xebatên budçeya 2027an da

    Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê starta xebatên budçeya 2027an da

    Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

    Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

    Rapora tenduristiyê ya Celal Yildirim hate eşkerekirin: Jiyana wî di xetereyê de ye

    Rapora tenduristiyê ya Celal Yildirim hate eşkerekirin: Jiyana wî di xetereyê de ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Riha / AW

28 COTMEH 2026 - 19:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di mewlûda ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê de axivî û da zanîn ku hevdîtina herî dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan taybet behsa şehîdan kiriye û malbatên şehîdan re silav şandiye û got: “Gelê Kurd her tiştî re amade ye. Divê dewlet gavan bavêje û Rêberê me nas bike.”

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) ya Rihayê bi boneya 40 rojiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Eywana Dawetê ya Bulut Royal a Eyyûbiyê mewlûd hat dayîn. Endam û rêveberên MEBYA-DERê, Dayikên Aştiyê, parlementerên DEM Partiyê yê Rihayê û bi sedan malbatên şehîdan tev li mewlûdê bûn.

Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Doza me ji bo soza me, soza me ji bo şehîdên me”, “Rêbertiya azad misogerkirina aştiyê ye”, “Şervanên Kurdistanê cangoriyên azadiyê em her dem ser şopa we ne.” hatin daliqandin. Girseyê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.

Destpêkê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê hat xwendin.

Piştre Hevseroka MEBYA-DERê ya Rihayê Makbûle Yavûzer xêrhatina hemû beşdarvanan kir û got: “Di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dayikên Kurdan êşeke pir mezin kişandin. Her yekê sê- çar zarokên dan vê oxirê, lê tu carî jî rêya xwe paşve gav neavêtin. Em ê her tim di pey şopa wan bin.”

Silava Ocalan ji bo malbatên şehîdan

Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di mewlûdê de axivî û destnîşan kir ku bi salan e gel li ber xwe dide û got: “Em di meha cotmehê de çûn hevdîtîna Rêber Apo û me li wir behsa şehîdan kir. Serokatî ev tişt got; ‘Bi taybetî silavên min malbatên şehîdan bike û bila malbatên me xwedî li nirxên xwe derkevin û şehîd jiyîn û em ê xeyal û armanca wan pêk bînin.’

‘Divê dewlet Rêberê me nas bike’

Omer Ocalan diyar kir ku divê em hemû xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha domand: “Serokatî siyaset rexne kir û behsa Qoserê, Silopiyayê kir û got gelek malbatên me li wir hene têdikoşîn. Ew keda ku bi salan e hatiye dayîn bê berdewamkirin. ji bo vê yekê divê em ji bo xurtkirina vê pêvajoyê bixebitin. Dewlet hêj jî behsa çeka dike. Gelê Kurd ji bo aştiyê her gav avêt. Yên ku aştiyê naxwazin li ber çavan e. Em jî wek malbatên şehîdan li vir bang dikin, gelê Kurd her tim aştî xwestiye lê divê dewlet gav bavêje. Zarokên wî gelê divê serê çiyan werin û siyaseta demokratîk bikin. Kurdan axa xwe parastiye. Herkes jî dizane Tevgera Azadiyê bi hêzkirin û rêxistinkirinê mezin bûye. Ji ber vê yekê divê em di rêya şehîdan de bimeşîn. Gelê me yê birûmet em ê bi hev re siyasetê bikin. Sazî be em ê bi hev re ava bikin û bi hev re bimeşînin. Em bi şehîd û nirxên xwe serbilind in û em ji her tiştî re amade ne. Bila tu kes ji Kurdan re asimilasyon û qirkirinê hêvî neke. Ax axa me ye, ziman zimanê me ye. Divê dewlet Rêberê me nas bike. Dîsa hemû şehîdan bibîr tînin û em ê her tim di rêya wan de bimeşin.”

Bername piştî xwendina mewlûdê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê li dijî dagirkirina peyarêyan daxuyanî hat dayin

Li Amedê li dijî dagirkirina peyarêyan daxuyanî hat dayin

28 COTMEH 2026
Nobeta li dijî JESê di roja 178an de didome

Nobeta li dijî JESê di roja 178an de didome

28 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Li Geverê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

28 COTMEH 2026
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

28 COTMEH 2026
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê starta xebatên budçeya 2027an da

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê starta xebatên budçeya 2027an da

28 COTMEH 2026
Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

Li Êlihê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd hat dayîn

28 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne