Şaredariyên Amedê ji bo çareserkirina dagirkirina peyarêyan û firoşkarên gerok a li ser peyarêyên navçeya Sûrê daxuyanî dan û diyar kirin ku bêyî ku esnafan mexdûr bikin ew ê projeyeke nû ya bazara taxê ya tûrîstî bixin meriyetê.
Komîsyona Dagirkirina Peyarêyên Sûrê li avahiya xizmetê ya Bajarê Mezin ê Amedê têkildarî bandora dagirkirina peyarêyan û firoşkarên gerok a li ser peyayan civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, hevşaredarên navçeyan û nûnerên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û xebatên hevpar ên ku têne meşandin bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew li gorî gilî û gazindên gel, jinan û kesên astengdar tev digerin û ev tişt got: “Armanca me qet ne ew bû ku em welatiyan ji nanê wan bikin, dezgehên wan rakin û bêyî ku çareseriyeke alternatîf pêşkêşî wan bikin, wan li erdê bihêlin.”
Gulan Onkol anî ziman ku esnaf neçûne cihên bazarê yên alternatîf ên ku di mehên borî de hatine avakirin û da zanîn ku wan rewşa xizaniyê ya kûr a herêmê li ber çavan girtiye û di vê çarçoveyê de projeyeke nû ya bazara taxê ya tûrîstî çêkirine.
‘Kanalên lihevkirinê û diyalogê hatin vekirin’
Gulan Onkol destnîşan kir ku komîsyonê di pêvajoya 5 mehan de bi esnaf, rûspîyên civakê, keya û endamên meclisê re bi awayekî rûbirû hevdîtin pêk anîne û wiha domand: “Li dijî provokasyonên gengaz kanalên diyalogê û muzakereyê vekirî hatine hiştin.”















