Wan – Bi salan e Cihû û Fileh li ser cihê bihûştê nexşeyan şîrove dikin, lêgerînên xwe didomînin. Herî dawî nexşeyek di nava Încîlekê de hatiye dîtin ku dîroka wê 1599 e û li gorî vê nexşeyê Aden (Baxçeyê Bihûştê) ku mirovên ewil Adem û Hewa tê de jiyan e, di navbera Gola Wanê û Gola Urmiyeyê de ye.
Li gorî olên yek xwedayî Aden (Baxçeyê Bihuştê) cihê ku mirovên ewil Adem û Hewa lê hatine afirandin e. Lê ew der ku derê ye, çawa tê tasfîrkirin, ev demên dirêj e tê meraqkirin. Di diroke de li ser tasfîrên Tewrat û Încîlê gelek nexşe hatine çekirin. Herî dawî nexşeyeke din di nava Încîlekê de hatiye dîtin ku diroka wê 1599 e. Ew nexşe di malpera YouTube ya Aahleys Antique Bibles hat parvekirin. Li gorî vê nexşeya nû, Baxçeyê Bihûştê di navbera Gola Wanê û Gola Urmiyeyê de ye û çiyayê Agiriyê jî di nexşeyê de cih digire. Nexşe ji aliyê Emmanuel Bowen di sala 1780an de hatiye xêzkirin. Hêmanên di vê nexşeyê de destnîşan dikin ku Baxçeyê Bihûştê li erdnîgariya Kurdistanê de cih digire. Di nexşeyê de tê diyarkirin ku Çiyayê Agiriyê, çemên Firat, Dîcle û Erez jî çavkaniyên xwe ji vê bihûştê digirin.
Mijara Baxçeyê Bihûştê
Di Tewratê de çîroka afirandina mirovahiyê di beşa “afirandinê” de wiha tê ravekirin: “Xwedê mirovê ewil Adem diafirînê û dixe Adenê. Xwedê darên ku mirov dema lê dineherê keyfxweş dibe û hemû fêkî tê de hene li vê derê diçîne. Di navande baxçeyê de jî dara zanîna başî û xirabiyê datîne. Adem ji hemû daran dikare fêkiyan bixwe, lê tenê ew dar qedexe bûye. Li gorî hin çavkaniyên olî Xwedê ji bo Adem re bibe rêheval, ji hestiyê parxanê wî jinekê (Hewa) diafirîne. Jin û mêr ji aliyê marekî ve tên xapandin û fêkiyên dara zanîna başî û xirabiyê dixwin. Dû re ji bo cezakirinê Adem û Hewa ji vî bexçeyî tên dûrxistin.” Ji bo bawermendên Cihû û Fileh dibe merak ku bê ka Baxçeyê Bihûştê li ku derê ye. Ji ber vê yekê ev demên dirêj e li ser cîhê bihûştê nexşe tên çêkirin.
Çemên ku di Tewratê de tê qalkirin Dîcle û Firat in
Li ser nîqaşên cihê Baxçeyê Bihûştê tiştên herî ber bi çav çem in. Di metnên pîroz de jî qala 4 çeman tê kirin. Di vegotina Tewratê de çemek ji baxçeyê bihûştê derdikeve û dibe 4 şax. Ew mijar di pirtûka pîroz a Cihûyan de wiha tê ravekirin: “Di Adenê de ji bo avdana baxçe çemek derdikeve. Pişt re ew çem dibe 4 şax. Çemê yekem Pîşon e û ev çem herêma Havilah ku zêran di nava xwe de dihewinê, dorpêç dike. Navê çemê duyem Gîhon e û ev çem herêma çûkan dorpêç dike. Navê çemê sêyemîn Dîcle ye û ev çem ber bi rojhilatê Asurê ve diherike. Çemê çaremîn jî Firat e. Ravekirina çemên Firat û Dîcleyê jî destnîşan dike ku ev der çavkaniyên xwe ji Bakurê Kurdistanê digire. Wekî din naye zanîn ku çemên tên qalkirin Pîşon û Gîhon kijan çem in.
Niqaşên li ser cihê Baxçeyê Bihûştê
Heta niha gelek nêrînên cuda hene ku Baxçeyê Bihûştê li kû derê ye. Her wiha nîqaşên bi vî rengî jî hene ku ev cîh cîhekî şênber e an cihekî xeyalî ye. Heta niha gelek cîh ji bo Baxçeyê Bihûştê hatine destnîşankirin. Hin nêrîn vê derê di Mezopotamyayê de, hin nêrîn jî di Kendava Basrayê de dibînin. Nexşeya ku Baxçeyê Bihûştê di navbera Gola Wanê û Gola Urmiyê de nişan dide jî nerîneke xurt dide ku Baxçeyê Bihûştê li wê derê be. Lêkolîneke şênber a ku vê mijarê zelal bike, nehatiyê kirin. Lê hê jî ev yek tê meraqkirin û teoriyên li ser vê mijarê didomin.













