MEBYA-DERa Sêrtê bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîn û piştevaniyê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin’ kongreya xwe ya Asayî ya yekemîn li dar xistin û Azîme Işika ku 28 salan di zindanê de mabû di kongreyê de axivî û wiha got: “Di nava van qanûnên ku hatine derxistin de Rêbertî û gelek hevalên me li derveyê wan qanûnan hatine hiştin.”
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîn û piştevaniyê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin’ kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJAyê, Endamên Partiyên siyasî yên navend û navçeyê, Hevşaredarên navend û navçeyê, MEBYA-DERa Amedê û ya Şirnexê û gelek nûnerên saziyên civakî tev li bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk ve Rêwîtiya Bi Hezaran Kîlometreyan Bi Gavekê Dest Pê Dike!’, ‘Xeyalên cangoriyan bi rêxistinbûyîn û xwedîderketinê pêkan e’ hatibûn daliqandin. Di kongreyê de ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin û piştî rêzgirtinê dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge ewil mafê axaftinê girt û wiha got: “Ev kongre ji bo hemû saziyên me yên bajêr parvekirin û guhertineke nû ye. Û ev guhertin ji bo hemû saziyên me pêwîstiyeke û bi nirx e. Ew hevalên me yên ku di saziyê de cih digirin em wan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Niha jî weke ku em dizanin, di pêvajoya heyî de hin qanûnê nû hatin meclisê. Piştî ku meclis van qanûnan erê bike, divê xweguhertinek çêbibe. Lê di nava wan qanûnan de gelek kêmasî jî hene. Ew hevalên me yên ku sûcên wan ne muebeta giran e divê bên berdan. Û divê lêpirsînên ku hevalên me hatiye vekirin ji 15 salan kêmtir be, hewceye cezayê wan dakeve. Em dikarin bêjin ku ji 3 hezarî bêhtir hevalên me yên siyasî girtîne û tên darizandin. Her wiha nêzîkî ji 700 hevalên me û Rêbertiya me jî di nav de ji bo wan dîsa hin qanûn nehatine derxistin. Ev qanûn ji bo hêvî û pirsgirêka Kurd gelek kêm e. Ev qanûn ji bo me gelek pêwîst in. Her çiqas ev qanûn pirsgirêka me çareser neke jî lê ji bo hinek tiştan baş e.”
‘Rêbertî mudaxeleya xitimandinê kir’

Siyasetdara Kurd Azîme Işik ku 28 salan di zindanê de mabû, anî ziman ku wan 50 sal in têkoşîneke xurt û mezin dane meşandin û ev tişt anî ziman: “Me di nava vî 50 salî de gelek nirxên xwe yên dîrokî û mezin dan. Îro roja xwedî derketina wan nirxan e. Em ê ji niha û pê ve dîsa xwedî li nirxên xwe derbikevin û ev dem jî dema avakirina wê rojê ye. Ji bo me Kurdan ev qanûna nû wateya xwe cuda ye. Em Kurd 200 sal zêdetirin li dijî dagirkeriyeke wisa têdikoşin. Piştî têkoşîna xwe ya 50 salî em hatine ser maseyê û têkoşîneke mezin didin avakirin. Rêbertî jî digot; Şêx Seîd û Seyîd Riza jî berxwedeneke mezin didan meşandin, lê her du jî hatin qetilkirin. Ev qanûnê nû hem dîrokî ne û hem jî kêmasiyên xwe hene. Heta niha me digot, statuya Rêbertî ji bo me gelek girîng e. Di demên dawî de hinek diyalog û muzakere hatibûn ber xitimandin. Lê hêza Rêbertî pêşiya wan jî vekir. Piştre hin qanûn hatin derxistin û pêşkêşî meclisê hatin kirin. Ev qanûn qanûnên dîrokî ne. Ji ber ku cara ewil em bi dewletê re li ser maseyê rûdinên. Ev qanûn rê li ber têkiliya di navbera dewletê û tevgerê de dide vekirin û gelek bûyerên salan dide qedandin. Ev ne meseleya ku me çek berdaye, ev mesele ya ku hatiye wê astê mûzakere bêne kirin. Di demen dawî de pêvajo hatibû xitimandin ji ber wê yekê jî Rêbertî mudaxele kir û rê li ber gelek bûyerên ku wê biqewimin girt.”
‘Divê em vê pêvajoyê mezin bikin’
Azîme Işik bi lêv kir ku ev pêngava ku li meclisê hatiye avêtin yekemîn e û dê bibe muzakereyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê qanûnê gelek tişt tên gotin. Di navbera van salên dawî de gelek şerên dijwar diqewimin. Rêbertî jî dibêje em ê di aliyê qanûnî û siyaysî de derbasî qonaxeke nû dibin. Ev hefte ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku hê jî dewlet dek û dolaban dike. Hê jî ew qanûn li meclisê nahetine qebûlkirin. Divê siyaseta demokratîk û komereke demoratîk em bi xwe bidin avakirin. Heta niha hebûna Kurdan nedihat qebûlkirin. Lê niha jî qebûl dikin lê qebûlkirinek û Kurdên çawa? Divê maf û hebûna Kurdan çawa be? em li ser vê yekê bisekinin. Ya din jî ji bo neteweya demokratik divê em xwe mezin bikin. Divê êdî em xwe weke neteweyeke demokratîk bibin qebûl kirin û komara demokratîk bidin qebûlkirin. Em di vî 50 salî çawa heta îro hatibin em ê ji niha û pê ve jî wan hewldanan bidin. Di nava van qanûnên ku hatine derxistin de Rêbertî û gelek hevalên me li derveyê wan qanûnan in. Dema pêvajo hate destpêkirin hin kesan digotin; ji bo ku Rêbertî xwe xelas bike vê pêvajoyê daye destpêkirin. Lê îro em hatine ser maseyê û em pêvajoyê bi wan re nîqaş dikin. Pêwîst e em jî dest bidin destê Rêbertî û barê wî sivik bikin. Ev dem ji bo me gelek girîng e. Di nava van salên dawî de gelek şehîdên me çêbûn û hê jî navên gelekan nehatiye dayîn. Divê em vê pêvajoyê mezin bikin û li manewiyata xwe û nirxên xwe xwedî derkevin.”
‘Em soz din şehîdên xwe em ê xwedî li xeyala wan derkevin’
Dayika Şehîdan Leyla Ozer jî li ser navê saziyê axivî û ev tişt anî ziman: “Em vê kongreyê li Seroktî, gerîlayên serê çiya û li hemû malbatên me pîroz dikin. Divê em malbat li vê saziyê bibin xwedî. Ger em lê nebin xwedî, dê şehîd jî me qebûl nekin û em xeyalên wan bi cih neynin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li wan bibin xwedî. Em hêvî dikin ev kongre bide wesîlaye aştî û azadiya gelê me.”
Peyama Meclîsa Giştî ya MEBYA-DERê
Her wiha peyama meclîsa giştî ya MEBYA-DERê ku ji kongreyê re şandibû jî hat xwendin. Peyama bi vî rengî ye: “Em rêveberiya nû ya wekî sazî temsiliyeta gelê Sêrtê dike, pîroz dikin. Û em bejna xwe li hember bi hezaran şehîdan ditewînin ku şahidî ji berxwedana dîrokî kirine. Em hevalên ku hatine hilbijartin jî û kongreya we silav dikin. Ji hevalên ku nû hatine hilbijartin re jî serkeftinê dixwazin. Bi wesileya vê kongreyê em li hemberî 50 hezar şehîdên ku sedema hebûna me ne, bi rêz û hezkirin bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranînên wan re nû dikin. Hinceta jiyana me Rêbertiya Azad û şehîdên me yên ku gihiştine heqîqetê ne. Şehîd namirin.”
Di dawiya kongreyê de hevserokên nû hatin hilbijartin. Emîne Aşkara û Abdûlbakî Taşçi wek hevserokên nû hatin hilbijartin.














