• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li pêşiya BBC bang kirin: Ev sûcê şer e

Navenda Nûçeyan /AW

23 KANÛN 2024 - 08:17
Kategorî: ROJANE
A A
Kurd û dostên wan bi pêşengiya Înîsîyatîfa Rojnamegerên Kurd li Londonê li pêşiya avahiya BBCyê kom bûn û diyar kirin ku hedefgirtina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a ji aliyê dewleta Tirk ve sûcê şer e.

Kurd û dostên wan li ser banga Înîsiyatîfa Rojnamegerên Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Gelê Kurd, li Londonê li pêşiya avahiya BBCyê kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin. Di çalakiyê de pankartên bi wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê û alayên bi wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hilgirtin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Dewleta Tirk a Terorîst” berzkirin û ji bo BBCya ku naxwaze qetilkirina rojnamegeran bibîne dirûşmeya “Şerm bikin” berz kirin. Li ser navê Înîsîyatîfa Rojnamegerên Kurd a Birîtanyayê Îlham Bakir û Nejla Arî axivîn. Rojnamevan û nivîskar Îlham Bakir diyar kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef hatine girtin û qetilkirin. Bakir, bi domdarî wiha got: “Qetilkirina rojnamevanên ku li ser karê xwe, li gor hemû peymanên navneteweyî sûcê şer e. Yên ku ev êrîş kirine, da ku sûcên wan ên şer dernekevin holê û rastî di tariyê de bimînin rojnamevan kirin hedef.”

Dê kampanya we li erdê nemîne

Îlham Bakir diyar kir ku Nazim û Cîhan nûnerên Çapemeniya Azad in ku ji bo nîşandana heqîqetê bi dehan şehîd dane. Îlham Bakir anî ziman ku dewleta Tirk ev sed sal in rojnamevanên Kurd ên ku qetlîam, zext û sûcên şer yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêk tîne, ji raya giştî re radigihînin hedef digire û wiha dewam kir: “Niha em jî ji vir, wek rojnamevanên li ser rêça rojnamegeriya azad, bi himbêzkirina wê kena te ya mezin soz didin te Nazim; bi ramûsana agirê heqîqetê yê li ser rûyê te soz didin te Cîhan; em soz didin we û hemû şehîdan, dê pênûs û kameraya we li erdê nemîne.”

Çima bêdeng in?

Nejla Arî jî bal kişand ser bêdengiya BBCyê û got: “Em îro li vir ji bo hevalên xwe yên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin kom bûn. Dibe ku hûn bipirsin çima BBC? Ji ber ku dema mijar dibe Kurd, BBC her tim bêdeng e. Em îro ji bo lêpirsîna vê bêdengiyê li vir in. Em dixwazin fêm bikin ku çima BBC li hemberî qetilkirina du rojnamevanan bêdenge?”

Piştî rojnamegeran, nûnerên rojnameyên çepgir ên şoreşger ên li Londonê jî axivîn û qetilkirina Daştan û Bîlgînê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku ew ê bi çapemeniya Kurdî re li pey şopa heqîqetê di nava piştevaniyê de bin.

Çalakî bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne