Enqere – Li Enqereyê 36emîn Lûtkeya NATOyê pêk tê. Sekreterê Giştî yê NATOyê beriya lûtkeyê di makaleyeke de diyar kiribû ku ew lûtke dê ji bo pêkanîna biryarên Lûtkeya Lahey pêk werin, bê lidarxistin û got ku li gor biryaran hilberîna çekan dê zêdetir bibe û qala şer kir.
Li Qasra Serokkomariyê ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê Lûtkeya 36emîn a NATOyê tê lidarxistin. Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATOyê ne dê di lûtkeyê de amade bin. Lûtke wê 2 rojan berdewam bike û piştî lûtkeyê jî dîsa li Enqereyê di navbera Serokên dewletan de hevdîtin pêk werin. Lûtkeya NATOyê dê bi xwe re çi bîne, bandoreke çawa li herêmê bike, roleke çawa dê ji Tirkiyeyê re bê dayîn û bandoreke çawa li ser şerê li herêmê bike, tê nîqaşkirin.
Beriya Lûtkeya NATOyê Walitiyê Enqereyê ji 28ê Hezîranê heta 10ê Tirmehê çalakî û daxuyaniyên li kolanan qedexe kir. Her wiha ji bo li dijî Lûtkeya NATOyê bertek dernekevin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tİrkiyeyê serdagirtinên malan pêkhatin û di encamê de zêdetirî 4 hezar kes hatin binçavkirin. Ji van nêzî 300 kes hatin girtin.
Li Enqereyê rewşa awarte
Her çiqas rewşa awarte nehatibe ragihandin jî li Enqereyê bi awayekî fîîlî rewşeke awarte heye. Ji ber ku piştî binçavkirin û girtinan li Enqereyê hemû kolan ji aliyê polîsan ve hatine girtin û welatî rastî legerîn û kontrolkirina nasnameyê tên. Her wiha xaniyên li nêzî otelên serokên dewletan lê bimînin jî hatine valakirin û welatî li otelên cuda hatine bicihkirin. Xaniyên xirab ku weke gecekondu tên binavkirin jî ji bo xuya nekin derdora wan hatiye girtin. Her wiha ji cihên weke xwaringeh, cafe û dikanên li nêzî otelên serokên dewletan bi cih bûnê jî hatine girtin.
Naveroka Lûtkeya NATOyê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte derbarê Lûtkeya NATOyê de di makaleyeke ku nivisî bû de diyar kiribû ku biryarên di Lûtkeya Lahey de hatibûn girtin dê di vê civînê de bi cih werin. Di Lûtkeya Lahey de li ser mijarên weke hevkariya hilberîna sanayiya parastinê, xurtkirina piştgiriya ji bo Ukraynayê û zextkirina Rûsyayê, xurtkirina dewletên Ewropayê ku ji bo ji Amerîkayeyê re girêdayî nemînin û xetereya Îranê biryarên hatinê girtin dê ji bo bikevin meriyetê bi cih werin nîqaş bên kirin.
Dema aştiyê qediya û divê NATO û Ewropa ji şer re amade be!

Her wiha di makaleya Mark Rutte Seroka Komîsyona Ewropa Ursula Von Der Leye de xeta Rûsya, Çîn û Îranê weke xetere hatibûn binavkirin û hatibû gotin ku li dijî van hezan divê zêdetir mekanîzmayên zextê bikevin dewrê. Her wiha di makaleyê de hatibû gotin ku êdî dema aştiyê qedyayê û divê Ewropa û NATO xwe ji şer re amade bike û li ser vê esasê hilberîna çekan zêdetir bike û li ser xurtkirina parastinê raweste. Li gor vê makaleyê tê payîn ku li ser Îranê biryarên nû bên girtin û li ser makanîzmayên zextê nirxandin bêne kirin.
Bandora li ser Kurdistanê
Ji avabûnê vir ve Komara Tirkiyeyê weke qerakolekî NATOyê li Rojhilata Navîn kar kiriyê û li gor berjewendiyên dewletên hegemon tevgeriyaye. Tirkiye dixwaze bi Lûtkeya NATOyê destê xwe xurt bike û di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hem li hundir û hem jî li derveyî zêdetir bandor bike. Her wiha serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmet El Şara jî dê piştî lûtkeyê li Enqereyê bi Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtineke bike. Tê gotin ew hevdîtin dê tekildarî pêvajoya entegrasyonê ya Rojava û Sûriyeyê bibe. Piştî lûtkeya NATOyê tê payîn dê çarçoveya qanûnî bê rojeva meclisa Tirkiyeyê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê Bakur dê li bandor li ser çar aliyên Kurdistanê jî bike. Li gor gavên li Bakur bên avetin li Rojava jî bi heman awayî di nava hevsengiyê de pêvajoya entegrasyonê berdewam bike. Herçiqas mijara Kurd û Kurdistanê di Lûtkeya NATOyê de ne di rojevê de ye jî planên li ser Rojhilata Navîn dê bandor li ser Kurdistanê jî bike. Piştî Lûtkeya NATOyê mudaxaleyeke nû ya li dijî Îranê bandoreke mezin li ser Rojhilatê Kurdistanê jî bike.













