Konsera ku ji aliye aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve hatibû amadekirin peyamek hate dayîn û wiha hat gotin: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet bisekinin. Em ê ji felsefeya jiyana azad a Abdullah Ocalan sûdê bigirin.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê bi dirûşmeya “Bi rihê ciwanên komînalîst ber bi pêşerojek azad ve” li xeçarêya dortyolê konserek dan. Di konserê de gelek nûnerên partiyên siyasî û ji gelek bi hezaran kes tevli bûn. Beriya ku Serhado û hunermendên Kollektîfa Rîtmên Azad derbikevin ser dikê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Ferît Ozel axaftinek kurt kir.
Ferît Ozel di peyama ku xwend de diyar kir ku ew ê li dijî hişmendiya ku hewl tê dayîn fihûş û tiryakê û çetetiyê li bajarên Kurdistanê bê belavkirin, bisekinin û wiha axivî: “Pergal dixwaze civaka me ji aliyê exlaqî û polîtîk ve birizîne. Li dijî vê hişmendiya ku dixwaze axa me ya pîroz a ku ji mirovahiyê re mazûvaniyê kiriye û hemû bedewî di hemêza xwe de mezin kiriye. Em ê bi rêxistinkirineke xurtir têkoşînê bikin û em ê rê nedin vê hişmendiya ku rizandinê çêdike. Em ê ji felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd bigirin. Em dixwazin diyar bikin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku qesda jiyana me dikin, dixwazin me ji rastiya me dûr bixin û jehrî bikin. Em ê li dijî wan derbikevin û nehêlin ku ziman û çanda me bê bişaftin. Dixwazin ku me ji koka bidin dûrxistin. Em ê têkoşîna xwe bi rihê ciwanên komînalîst her roj û her gav bilindtir bikin. Lewre ciwan, hêza dînamîk û birêvebir a civakê ne. Bi rêgez û pîvana ‘Em çiqas zane bibin ew çiqas dibin rêxistinkirî, em çiqas bibin rêxistinkirî ew çiqas serkeftî dibin’ em ê têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Piştî ku peyam hate xwendin, hunermendên Kollektîfa Rîtmên Azad derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Gel jî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Piştre Rapbêjê Kurd Serhado ku piştî 15 salan careke din li Êlihê derket ser dikê, girse hê bêhtir bi coş bûn. Serhado bi stranên xwe re peyaman jî da. Bi hezaran kes hem bi peyamên wî û hem jî bi stranên wî coşê bilind kirin.
Konser bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

















