• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Otomatik taslak

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

    20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

    20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

    Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Otomatik taslak

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

    20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

    20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

    Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

Êlih-Amed-Dîlok / AW

18 ÎLON 2026 - 19:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Amed, Êlih û Dîlokê têkildarî vekirina dibistanan û qedexeyên li ser zimanê zikmakî yê dayîkê meşiyan û daxuyanî dan. Di çalakiyan de wiha hat gotin: “Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e.”

Çlakiyên ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî li bajarên bakurê Kurdistanê bênavber didomin.

Amed

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê meşek hat lidarxistin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, gelek welatî tevlî meşa ku ji ber NCity AVMyê ber bi Parka Koşuyoluyê ya Rezanê ya Amedê ve hat lidarxistin bûn. Di meşê de pankartên bi Kurmanckî û Kurmancî “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û lolîpopên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e” hatin hilgirtin. Girseya ku li ber stranan meşiya, di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin.

Girseya ku bi çepik, tilîlî û dirûşman hat ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê, li vir daxuyanî da. Rêvebera MED-DER’ê Şukran Yakut diyar kir ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kiriye lê zarokên Kurd ji mafê zimanê zikmakî bêpar mane. Şukran Yakut da zanîn ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe statu û perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwaze û wiha got: “Çimkî Kurdî bîra me ya mezin e; stûna bingehîn a hebûn û nasnameya me ye. Siyaseta asîmîlasyonê vê stûnê qels dike. Em wek saziyên zimanê Kurdî û saziyên demokratîk îlan dikin ku; statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî armanca me ya bingehîn a têkoşînê ye. Ji bo parastin, pêşxistin û belavkirina Kurdî em ê xwe zêdetir bi rêxistin bikin û têkoşîna ziman bilind bikin. Em ê vê têkoşînê li her qada jiyanê bimeşînin û em ê Kurdî li welatê xwe bikin zimanê bingehîn ê jiyanê. Em ê tenê di parastinê de nemînin; em ê bi tenê bi daxwazkirinê qayîl nebin. Li gorî biryarên Konferansa Zimanê Kurdî em ê zimanê xwe bikin bingeha avaker a vîna neteweyî ya demokratîk. Em ê her mala xwe bikin dibistaneke Kurdî.”

Dîlok

Komeleya Kurdî-Parêz a Dîlokê, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û misogeriya qanûnî ya ji bo zimanê kurdî, li Parka Balikli ya navçeya Şahînbeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn, pankarta bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye, perwerdehiya bi zimanê dayikê heqê me ye” hat vekirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Kurdî-Parêz a Dîlokê Abdurrahman Yalin ve hat xwendin. Abdurrahman Yalin diyar kir ku mirovbûn bi civakîbûnê re û civakîbûn jî bi ziman mimkun e û got: “Civakek bê zimanê xwe nikare hebûna xwe biparêze, astengî, qedexe û zextên li ser zimanê dayikê êrişeke rasterast a li ser rastiyê ye. Rastî berxwedêr e û navê wê ziman e. di sedsala 21emîn de zarok hîn di zikê dayikê de zimanê xwe û civaka xwe hîs dikin, cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê fêm dikin û şîrove dikin.”

‘Kurdî di nav zimanên herî dewlemend ên cîhanê de di rêza 8an de ye’

Abdurrahman Yalin bal kişand li ser gelê kurd yek ji gelên herî kadîm ên van axan e û diyar kir ku zimanê kurdî ji aliyê dewlemendiya peyvan ve di nav zimanên cîhanê de di rêza 8an de cih digire û wiha axivî: “Kurdî bi rêya edîb û kesayetên wekî Elî Teremexî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Apê Mûsa ji tevahiya cîhanê re hatibû nasandin; tevî ku Mezopotamya di dîroka xwe ya 5 hezar salan de rastî hemû qedexe, zext û dijminatiyan hatiye jî, hebûna xwe ji cîhanê re daye qebûlkirin û statuyê bi awayekî rewa heq dike.”

‘Ne dersa bijarte bila statuya qanûnî û zimanê perwerdehiyê’

Abdurrahman Yalin herî dawî destnîşankir ku zimanê kurdî nikare tenê bi pratîkên dersa bijarte re were sînordarkirin û wiha dawî da axaftina xwe: “Kurdî di her alî de hebûna xwe îspat kiriye; qet nikare bibe mijara ‘dersa bijarte’. Kesên ku bi zimanên din axivin dikarin bi rêya dersên bijarte fêrî kurdî bibin; lê divê kurdî bi xwe ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, gav bi gav di destûrê de cihê xwe bigire û di nav jiyanê de bi awayekî pratîkî pêk bê. Li ser vê bingehê, em bi têkoşîna xwe statuya kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin esas û bi awayekî pratîkî dixistin jiyanê.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî perwerdehiya bi zimanê dayikê”, “Bijî wekhevî û aştiya civaka demokratîk” û “Bijî zimanê kurdî” û çepikan bi dawî bû.

Êlih

Komeleye Lêkolînên Ziman û Çand ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê têkildarî vekirina dibistanan û qedexeyên li ser zimanê zikmakî yê dayîkê li Xaçerêya Dortyolê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan. Rêveberên û endamên partiyên siyasî, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin berzkirin û dowîzên ku “Ziman şitila avakirina civakê ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Her netew bi zimanê xwe heye” hatibûn nivîsandin, bilind kirin. Pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.

‘Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e’

Metna daxuyaniyê ji aliye Hevserokê ARÎ-DERê Rênas Yildirim ve hate xwendin. Rênas Yildirim di dest pê de bi lêv kir ku ziman stûna sereke ya hebûn, çand û nasnameya civakan e û got ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî mafekî gerdûnî, xwezayî û bingehîn e ku di tu qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî yên mirovî de nabe mijara nîqaşan û wiha axivî: “Zimanekî ku di perwerdeyê de cih negire, di zanist û jiyana rojane de li pêş nekeve, bi xetereyên helandin û tunebûnê re rû bi rû dimîne. Em wekî rêxistin û dildarên zimanê Kurdî têkoşîna ziman wekî doza rûmetê dibînin. Helwesta me li seranserê erdnîgariya Kurdistanê hevgirtî, zelal û prensîbî ye, ango bipêşxistin, berbelavkirina ziman, perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e. Zanyariyên nûjen ên pedagojiyê û lêkolînên derunnasiyê bi awayekî zelal dipejirînin ku bingeha hiş, raman û afirîneriya mirovan di zaroktiyê de bi rêya zimanê zikmakî tê avakirin. Zarok gava bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne, têgehan tenê ji ber nake; wan fêm dike, şîrove dike û bi vî awayî hişê analîtîk zûtir geş dibe. Berevajî vê yekê, zarokê ku bi zimanekî biyanî tê perwerdekirin, rastî şikestinên mezin ên hişî û derûnî dibe. Ji ber vê yekê, astengkirina zimanê zikmakî ne tenê binpêkirina mafekî hiqûqî ye. Di heman demê de li dijî pêşketina hiş û ramanê ya nifşên nû ye. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar, astengkirin û bişaftinê hê jî bi rêbazên cuda berdewam dikin.”

‘Parastina ziman parastina bîr, rûmet û siberoja me bixwe ye’

Rênas Yildirim bal kişand ser geşedanên ku ji bo ziman li rojavayê Kurdistanê diqewimin, gotin ku ew ê pêşketinên li Rojava jî bi baldarî û berpirsiyarî bişopînin û bi bîr xist ku li Rojava 14 sal in perwerde ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi mufredat û materyalên xwe bi Kurdî bûne, di demên dawî de ji hêla Hikumeta Veguhêz a Şamê ve hefteyê 3 saetan, ew jî wekî dersên bijarte hatine pejirand û bi raya giştî re parve kirin e û wiha domand: “Em wekî saziyên ziman ên Kurdî li hemû erdnîgariyên ku civata Kurd lê dijîn vê polîtîkaya ku hebûna dîrok, çand, bîr û civakîbûna gelê Kurd di dersên bijarte de dixitimîne napejirînin û heta ku em mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest bixin em ê têbikoşin. Zimanê Kurdî li ser axa xwe nikare bi çend saetên sembolîk bê sînordarkirin û tengkirin. Em vê biryara kêmxistina zimanê Kurdî bi tundî şermezar dikin. Prensîbên me li her derî yek in; Em ê zimanê Kurdî li her devera Kurdistanê bikin zimanê bingehîn ê perwerdeyê û statûyek ava bikin. Erka hikumet û rêveberan ne qedexekirin an sembolîzekirina ziman e; dabînkirina perwerdehiya giştî, bêpere û bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye. Ji ber vê yekê, parastina ziman parastina bîr, rûmet û siberoja me bixwe ye.”

‘Em polîtîkayên înkar û tunehesibandina zimanê Kurdî napejirînin’

Rênas Yildirim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li vir, ji vê qadê bi dengekî bilind û bi biryardariyeke mezin ji raya giştî, rêvebir û hikumetên eleqedar re dibêjin; ‘Zimanê Kurdî hebûn, bîr û rûmeta me ya xwerû ye ango mîrateyeke jêveneger e. Çawa ku em li rojavayê Kurdistanê hewldanên tengkirina ziman û perwerdeyê yên bi sê saetên napejirînin, em li Tirkiyeyê jî polîtîkayên înkar û tunehesibandina zimanê Kurdî napejirînin. Ev daxwaz bingeha aştî û refaha civakî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû civakê, malbat û pêkhateyan dikin; Werin em bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin û wî di kolan, tax, dibistan û hemû qadên jiyanê de zindî bihêlin.”

Çalakî bi çapik û dirûşmeyên bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

18 ÎLON 2026
Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

18 ÎLON 2026
Otomatik taslak

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Li Afganistanê ji bo zarokên keç polên perwerdeya veşartî

Li Afganistanê ji bo zarokên keç polên perwerdeya veşartî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne